NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan çû paytexta Sûriyeyê Şamê.
Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerên leşkerî û ewlehiyê pêk tê, ji bo hevdîtinan çû paytexta Sûriyeyê Şamê. Li bendê ye ku komîte bi rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî wezaretên parastin û karên hundir ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinan bike. Di civînê de dê li ser mijarên weke ewlehî û leşkerî nîqaş bên kirin.