AMED - Li navçeya Peyasê kesên ku nasnameya wan nediyar 120 darên ku li parkê hatibûn çandin, birîn û ji rih ve derxistin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê gelek dar ji kok ve hatin derxistin. 120 darên ku Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ya Amedê çandibû, ji aliyê kesên nasnameyan wan nediyar ve hatin birîn û ji rih ve hatin derxistin.
Sala bihurî, ji bo hêşiniya bajêr li taxa Talaytepe ya jorî Rêya 50 metreyî li ser 51 hezar metrekareyê dar hatin çandin. 120 darên ku hatibûn çandin ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin birîn û ji rih ve hatin derxistin.
DÊ DARÊN NÛ BÊN ÇANDIN
Şaredariya Peyasê, ragihand ku dê ji bo cezakirin û teşhîrkirina kesên ev dar birîn û ji rih ve derxistin, bikeve nava hewldanan. Midûriyeta Park û Baxçeyan, diyar kir ku dê di wexteke nêz de dest bi çandiniya darên nû bikin.