AGIRÎ - Ji bo endama YJA Starê Cansu Seferoglû li bajarê wê Bazîdê şîn hate danîn.
HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku endama YJA Starê Cansu Seferoglû (Rehşan Ararat) di 20’ê Adara 2018’an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, malbata Cansu Seferoglû li mala şînê ya gundê Çalixa yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê şîn danî. Cendirmeyan, şîn asteng kir û malbat ji mala şînê derxist. Li ser vê yekê malbatê şîna xwe li mala xwe danî.
Rêveberên MEBYA-DER, DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Şaredariya Giyadînê û hevşardar û gelek welatî çûn serdana şînê. Koma ku li gund kom bû, bi dirûşma “Şehîd namirin” ber bi cihê şînê ve meşiya.
Hevserokê DBP’a Agiriyê piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Girse, piştî kirina duayan vegeriya.
Şîn dê du rojên din jî li mala malbatê ya li gundê Çalixayê bidome.