ÊLIH - Şanoger Tuncay Ozel ku dê bi lîstika xwe ya “Keypa 12500” a dîroka Heskîfê vedibêje derkeve pêşberî şanohezan, got: "Ruhê axa Heskîfê ji bin axê derdikeve û hesabê dipirse. Ji qatil, dagirker û ji wêrankerê xwe hesab dipirse.”
Navçeya Heskîfê (Hesenkeyf) ya Êlihê ku ji gelek şaristaniyan re bûye war û xwedî dîrokeke 12 hezar û 500 salî ye, bi Bendava Ilisûyê ya ku çêkirina wê di sala 2006’an de dest pê kiribû û bi ragirtina avê ya di sala 2019’an de, wêran bû. Hemû çalakî û hewldanên ji bo xilaskirina dîroka 12 hezar 500 salan a di bin avê de hatiye hiştin, bê encam man.
Hunermend Tuncay Ozel, lîstikeke şanoyê ya ku talankirina Heskîfê vedibêje amade kir. Ozel, ev lîstik di dema koronayê de amade kir. Ozel, her çend gelek caran navê Heskîfê guherîbe jî lê ji ber ku navê wê yê ewil e, navê “Keypa 12500” li şanoya xwe kir. Ev şanoya Kurdî ya behsa xeberê di demên berê de li Îran û Stenbolê hatiye lîstin û vê carê jî dê li Baroya Êlihê bê pêşandan.
Ozel, diyar kir ku zaroktiya wî li Heskîfê derbas bûye û bi vê lîstika şanoyê dîroka navçeyê amade kiriye û dixwaze vê dîrokê dîsa zindî bike û bide jiyîn. Ozel, bi domdarî got: "Dema Heskîf hat wêrankirin û di bin avê de hatî hiştin, min û birayê xwe xwest bên vê derê. Lêbelê ji ber ku ji her aliyan ve dihate xirakirin, me nekarî biçin. Wê demê şanoger bûm û min xwest ji bo Heskîfê tiştekî bikim. Min û hevalên xwe biryar da û me li Êlihê provaya lîstikê kir.”
‘HESKÎF HESAB DIPIRSE’
Di berdewamê de Ozel, anî ziman ku tu peyvek bi têrî vegotina wêrankirina Heskîfê nakin lewma wan xwestiye vê talanê bi rêya lîstikê bi hemû cîhanê bidin zanîn. Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heskîf, di esasê xwe de ruhek e. Ruhê axa Heskîfê ji bin axê derdikeve û hesabê dipirse. Ji qatil, dagirker û ji wêrankerê xwe hesabê dipirse. Wek ruhekî derdikeve pêşberî temaşevanan û hesabê ji qatilê xwe dipirse. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bombeya atomê avêtin Hîroşîma û Nagazakiyê. Me jî kareografiya lîstikê bi hunermendekî Japonî da kirin. Me xwest êşa Heskîfê bi êşên mezin ên cîhanê re bikin yek û nîşan bidin. Ji ber vê yekê me koreografiya lîstikê bi Takayashi Sakabe yê Japonî re çêkir.”
‘EM Ê WÊRANKARÊ DÎROKA XWE JI BÎR NEKIN’
Ozel, destnîşan kir ku armanca wan ji lîstika "Keypa 12500" ew e ku talanên dîrokî nedin jibîrkirin û dema li Îran û Stenbolê ev lîstik lîstine temaşevan hestiyar bûne. Ozel, got ku ji vî sûcê li dijî Heskîfê dewlet û hikûmet berpirsyar in lê gel xwe sûcdar dibîne. Ozel, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me tu caran nebûye ew ku gel xwe sûcdar hîs bike. Em baş dizanin ka kê Heskîf wêran kiriye. Lê gelek temaşevan hestiyar dibin û digirîn. Ji ber ku ruhek derdikeve holê û di esasê xwe de hesabê dipirse. Heta ku ji destê me were em ê kesên dîroka me talan kirin, yên tune kirin ji bîr nekin û nedin jibîkirin. Û em ê her tim hesabê jê bipirsin."