‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'

  • rojane
  • 09:13 25 Cotmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê ne ne pêkan e û got: "Divê 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bê naskirin."
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, Tevgera Azadiya Kurd gelek gavên berbiçav avêtin. Li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, daxwaza "mafê hêviyê" hat kirin. Piştî civîna di 15-17'ê Îlonê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) careke din bang li Tirkiyeyê kir û li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxwaza çareseriyeke qanûnî ji bo pirsgirêka "mafê hêviyê" kir. Lêbelê, dewlet û desthilat hîn jî ji bo çareserkirina "mafê hêviyê" tu gav neavêtine.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê der barê azadiya fizîkî û "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir.
 
Kadriye Doganê bi bîr xist ku salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye û got: "Lê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê li gorî hêviyên raya giştî nebûye. Pêvajoyên aştiyê bi gavên yekalî nikarin bimeşin. Divê hin gav werin avêtin. Komîsyonek heye û divê bingehek qanûnî ji vê komîsyonê re were dayîn û pêşniyazên wê yên qanûnî divê bi lez di Meclîsê de werin pejirandin. Civak ji bo aştiyê amade ye. Rabûna li dijî aştiyê ne bi kêrî dewltê tê ne jî civakê." 
 
Kadriye Doganê bal kişand rewşa Tirkiyeyê ku di warê qebûlkirina pêvajoyê de ne zelal e û got: "Di warê bendewariya çareseriyê de civak zorê dide dewletê. Divê dewlet gavên ber bi çareseriyê ve bavêje û amade be ku mafên destûrî, civakî, zimanê dayikê û nasnameyê yên kurdan nas bike. Gava yekem a vê pêvajoyê ew e ku dewlet 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bicîh bîne. Geşedanên li çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û deverên cuda yên cîhanê, piştî têkoşînek 50 salî û şiyarbûneke ewqas cidî, girîng dike ku ev di dawiyê de bibe sedema aştî û çareseriyek destûrî ya li ser bingeha wekheviyê. Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke rêbertiyê ye. Ew vê yekê li her platformê, di her kêliyê de radigihînin. Di siyaseta sivîl de, di têkoşîna çekdarî de, li dîasporayê û li seranserê her çar beşên Kurdistanê, kurd radigihînin, ku 'birêz Ocalan îradeya me ye, rêberê me ye.' Ew wî wekî aktorê sereke, mîmarê pêvajoya aştiyê dibînin. Ji ber vê yekê, çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan ne mumkin e. Ango, mifteya çareseriyê li cem birêz Ocalan e."
 
Kadriye Doganê diyar kir ku jin qurbaniyên herî mezin ên şerê li Tirkiye û Kurdistanê ne û got: "Pêncî sal in, jinan li çar perçeyên Kurdistanê êş û azar kişandine. Civak niha daxwaza rawestandina xwînrijandinê, bêdengkirina çekan û doza aştî, azadî û jiyana hevbeş dike. Wekî din, avakirina rejîmeke demokratîk û komareke demokratîk li Tirkiyeyê ne mumkin xuya dike. Di demên dawî de, di bin serokatiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de, jin ji sê deverên Enqereyê daketin kolanan da ku daxwaza bicihanîna mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî bikin. Serdana jinan a Parlamentoyê bangek bû. Bi daxwaza mafê hêviyê, jinan nîşan dan ku birêz Ocalan mifteya aştiyê û mîmarê wê ye. Wan tekez kir ku mafê hêviyê bivênevê ye.
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN KARIBE XWE BIGIHÎNE CIVAKÊ'
 
Kadriye Doganê diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi civakê re tê astengkirin û got: "Divê ev astengiya li pêşiya birêz Ocalan were rakirin, divê ew bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê guh bide daxwazên civakê û di şert û mercên azad û bibandor de danûstandinan bike. Pêvajoya aştiyê bêyî danûstandinan nabe; divê danûstandin li ser bingehek wekhev bin. Ji bo vê yekê, divê 'mafê hêviyê' were naskirin û divê birêz Ocalan bi civakê re hevdîtinê bike."

Sernavên din

11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin