STENBOL - Rojnamevan Rahîme Karvar, ji ber dosyaya ku dihat darizandin 2 sal û mehek ceza lê hat birîn.
Çaremîn danişîna doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 24’emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan Rahîme Karvar û parêzera wê Elîf Taşdogen tevî danişînê bûn. Parêzera Rahîme Karvarê Elif Taşdogenê, diyar kir ku muwekîla wê rojnameger û çalakvana femînîst e û got: “ Muwekîla min tenê moderatoriya bernameya ku di îdianameyê de behsa wê tê kirin dike û nikare ji ber gotinên axaftvanan berpirsiyar were girtin. Bikaranîna peyva “Kurdistan” jî sûc nayê hesibandein.”
‘EZÊ ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIN’
Rehîme Karvarê jî parastin xwe kir û got: “Kiryarên min, ku wekî sûc têne nîşandan, çalakiyên rojnamegeriyê ne. Biryar çi dibe bila bibe ez ê rojnamevaniyê bidomînim. Ez beraeta xwe dixwazim.”
Dadgehê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Rahîme Karvarê birî. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welêt berdewam bike û qedexeya derketiba derveyî bajêr û kontrola edlî rakir.
