STENBOL - Ji bo 5 endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê bîranîn hat lidarxistin.
Ji bo 5 endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin a Mezopotamyayê (MEYA-DER) ve li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê hat lidarxistin. Di bîranînê de Adem Yumlu (Tolhildan Ejder) ku di sala 2010’ê de jiyana xwe ji dest dabû, Sîracettîn Kondu (Rizgar Rojka) ku di 2020’ê de jiyana xwe ji dest dabû û Mehmet Çîftçî yê di sala 1994’an de jiyana xwe ji dest dabû hatin bibîranîn.
‘NIHA BAR LI SER MILÊ ME YE’
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan di bîranînê de got: “Di demeke em aştiyeke adilane, birûmet û demokratîk ava dikin de, li rexa din em van lehengên pêvajoyê oxir dikin. Di serdemeke çek ji dewrê derdikevin de siyaseta demokratîk derdikeve pêş, niha bar li ser milên me ye.”
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA WAN BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’
Wekîlê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî got: “Em mecbûr in xwedî li şehîdên xwe, li gel û Rêbertiya xwe derkevin. Heke ne ji van bedelan bûya, ev pêvajo nedihat destpêkirin. Birêz Ocalan got ‘Hebûna gelê Kurd bi têkoşîn û bedelên hatine dayin hat qebûlkirin.’ Divê em xwedî li keda heta niha hatiye dayin derkevin. Berpirsyartî li ser milê me ye û divê em têkoşîna xwe pir mezintir bikin. Em mecbûr in vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Şehîd namirin.”
Bariş Oz (Armanç Şaruge) ku di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest dabû li Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltangaziyê û Adil Faruk Gezîk (Azad Serxwebûn) ku di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest dabû jî li avahiya Bayrampaşayê hate bibîranîn.
