AMED - Dayika 3 zarokan Rojbîn Nergîzê diyar kir ku di wêneyekî de ew şibandina kesekî ku jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê dozek der heqê wê de hatiye vekirin û got: "Ew kes ne ez im, ez edaletê dixwazim."
Têkildarî wêneyên ku di sala 2023’yan de li ser du kesan li navçeya Silopiya ya Şirnexê di materyalên dîjîtal de hatine dîtin, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Di rapora berawirdkirina rû ya 8’ê Sibata 2024’an a Midûriyeta Laboratuarên Krîmînal a Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Stenbolê de hat îdîakirin ku kesa di wêneyê behsa xeberê de hatiye tespîtkirin, dayika 3 zarokan Rojbîn Nergîz e.
Di çarçoveya lêpirsînê de Rojbîn Nergîz di 20’ê Sibata 2024’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û bêyî ku malbata wê were agahdarkirin, birin Kocaeliyê. Rojbîn Nergîz, 4 rojan li Emniyeta Kocaeliyê hat ragirtin û 2 rojan agahî nedan malbata wê. Rojbîn Nergîz, di 23’yê Sibata 2024’an de bi şertê kontrola edlî ya hefsa malê hat berdan û 9 mehan di malê de ma. Piştre di Tebaxa 2024’an de der barê Rojbîn Nergîzê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Yekemîn danişîna dozê di 16’ê Çileya 2025’an de hat lidarxistin, di danişîna duyemîn de 2 şahidên cuda yên hatin guhdarîkirin, gotin ku kesa ku Rojbîn Nergîz pê tê şibandin, di sala 2014’an de di êrişeke hewayî de li Şengalê jiyana xwe ji dest daye. Lêbelê tevî vê yekê jî doza Rojbîn Nergîzê didome. Rojbîn Nergîz û hevjînê wê Umut Nergîz, beriya danişîna 4’emîn a ku dê di 9’ê Kanûnê de bê dîtin, ji bo edaletê bang kirin.
Rojbîn Nergîzê têkildarî bêhiqûqiya ku jiyaye axivî û diyar kir ku îdiayên li hemberî wê hatine kirin bi temamî bêbingeh in û ji bo edaletê bang kir. Rojbîn Nergîzê ev tişt got: "Bi wêneyekî ve jiyana min perişan kirin. Ew kes ne ez im. Dewlet bila rastiyê derxîne holê."
Rojbîn Nergîzê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wêneyek di destê wan de heye, gotin 'ev tu yî'. Lêbelê ez nînim. Qeydên min ên dibistan û nexweşxaneyê îspat dikin ku ez di wan dîrokan de li Tirkiyeyê bûm."
Rojbîn Nergîzê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez di hefsa malê de me, zarokên min dikevin nikarim wan rakim. Nikaribûm herim nexweşxaneyê. Ez di wê pêvajoyê de hîn bûm ku ez ducanî me. Niha ez dermanên psîkiyatriyê bi kar tînim, krîzên min ên panîkê hene. Şevê ranazim. Ez edaletê dixwazim, ew kes ne ez im."
'TU ŞIBANDIN NÎNE'
Hevjînê wê Umut Nergîz jî diyar kir ku wan gelek belge pêşkêş kirine ku bêsûcbûna Rojbînê îspat dikin, lêbelê dadgehê daxwazên wan red kiriye û got: "Li ser rûyê Rojbînê sê şan hene, pozê wê dirêj e. Di wêneyê de li ser rûyê wê kesê şan tune ye, pozê wê jî gilover e. Çawa dibe ku rapora krîmînalê van her du kesan wekî hev derdixe? Em vê yekê qebûl nakin. Me ji dadgehê daxwaza lêkolîneke krîmînal a zindî kir. Em dikarin qeydên nexweşxane û dibistanê pêşkêş bikin ku her sal li Tirkiyeyê bûye. Di wan dîrokan de hevjîna min di dibistanê de bû. Tevî vê yekê, tê xwestin ku dosyeya me li ser gorî rapora krîmînalê bê girtin. Em edaletê dixwazin."
Herwiha Nergîz bi bîr xist ku îtirafkaran jî di îfadeyên xwe de gotine ku kesa di wêneyê de di sala 2019'an de li Şengalê jiyana xwe ji dest daye û wiha pê de çû: "Madem ew kes miriye, çawa dibe ku tê gotin ew bi hevjîna min re heman kes e? Bi vê raporê jiyana mirovekî tê perîşankirin."
'HÊZA ME YA BERXWEDANÊ NEMAYE'
Nergîz diyar kir ku ji ber doza ku du sal in didome nikare bixebite û rewşa aborî ya malbata wan têk çûye û got: "Di 9'ê Kanûnê de danişîna me heye. Êdî hêza me ya berxwedanê nemaye. Em bang li Wezareta Edaletê, parlamenteran û raya giştî dikin: Bi wêneyekî, bi raporekî ve jiyana mirovan divê neyê perîşankirin. Em bêsûc in. Em dixwazin rastî û edalet derkevin holê."
MA / Helîn Ozgun
