ENQERE - Piştî biryara komîsyonê ya bi rojeva serdana Abdullah Ocalan, CHP û AKP’ê jî biryar da ku bi endamên xwe re bicive.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate avakirin, biryar da ku bi rojeva serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive. Piştî vê biryarê, partiyên siyasî jî ketin nava hewldanan.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel duh bi şev anî ziman ku dê di roja pêncşemê de bi endamên komîsyonê re bicive.
AKP jî dê bi serokatiya Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler bicive. Tê payin ku civîn sibe saet di 15.00’ê de li Meclisê bê kirin.
