AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê dê vê hefteyê bi Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonspor A.Ş.’ê re bilîze. Amedsporê, banga tijekirina trîbûnan li gel kir.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîga Super a Jinan a Turkcellê de ye, dê di 22’yê Mijdarê de li sehaya xwe bi Tîma Jinan a Trabzonspor A.Ş. re bilîze. Maç dê li Stadyuma Amedê saet di 14.00’ê de were lîstin. Amedsporê, bang li her kesî kir ku trîbûnan tije bikin.
Amedsporê li ser hesabê xwe ya X’ê ev peyam parve kir: “Ji bo balê bikişînin ser tundiya ser jinê û mezinkirina hestiyariya civakî, di serî de jin em hemû gelê xwe vedixwînin maçê. Jin, jiyan, azadî.”
