NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Ronahiyê ku ji ber pirsgirêkên teknîkî navber dabû weşanê, ragihand ku dîsa dest bi çapê kirine.
Rojnameya Ronahî ku ji ber pirsgirêkên teknîkî 3 hefte navber da weşana xwe, îro ji nû ve dest bi çapkirin û belavkirinê kir. Rojnameyê, di 1’ê Mijdara 2025’an de ji ber pirsgirêka teknîkî ragihandibû ku nikare çapa xwe ya kaxizî bi awayekî demkî çap bike.
Îro bi zimanên Erebî û Kurdî hate weşandin. Di vê heyama rawestandinê de, Desteya Edîtoriyê nûçe û dosyayên xwe li ser malpera xwe ya fermî û platformên civakî diweşandin.
Rojname, hefteyê 6 hejmaran bi zimanên Erebî û Kurdî derdixe, ji wan 2 hejmaran di rojên yekşem û çarşemê de çap dike û hejmarên din jî li ser malpera xwe ya fermî diweşîne. Yên dixwazin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin malpera fermî ya rojnameyê: https://ronahi.net
