Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin

  • jin
  • 12:56 25 Mijdar 2025
  • |
ENQERE - Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di 10 mehan de 235 jin hatine qetilkirin û 247 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Em cînayetên jinan ên di bin navê mirinên bi guman de tên veşartin baş dizanin.”  
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî bal kişand ser têkoşîna xwişkên Mîrabel û siyasetmedarên jin ên girtî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî komkujiya li dijî Elewiyan a li Sûriyeyê û got ku bi hezaran kes hatine qetilkirin, jin hatin qetilkirin û revandin û di bazarên koleyan de hatine firotin. Tulay Hatîmogûllari got ku jinên Elewî bi tenê nînin. 
 
‘CÎNAYETÊN JINAN TÊN VEŞARTIN’ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî jinan munferît nîne, tundiya mêr-dewletê bi alîkariya kapîtalîzmê xwe jinûve diafirîne. Wezareta Karên Hundir îdia dike ku cînayetên jinan ji sedî 25 kêm bûne. Lê tenê di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de 235 jin hatin qetilkirin û 247’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên biguman, cînayetên jinan derbas kiriye. Ji ber ku nayên lêkolînkirin. Heta duh Nûran Şîmşek ji hêla mêrê hevberdabûn ve hate qetilkirin. Mizgîn Ertekîn li wargeheke xwendekaran a Enqereyê, di nav neynûkê de dibêjim, ji kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Jinên ciwan, xwendekar li wargehan nayên parastin. Em vê yekê ji Rojînê baş dizanin. Em, cînayetên jinan ên di bin navê mirinên bi guman de baş dizanin.” 
 
DELÎL BI DESTÊ DEWLETÊ HATIN TUNEKIRIN 
 
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yên du kesan hatin tespîtkirin, xwîn hate dîtin û behsa wesayîteke biguman tê kirin. Mixabin tevî vê jî mirina jineke ciwan, bi tunekirina delîlan a bi destê dewletê tê veşartin. Tevî TJA’yê me xwest li cihê Rojîn Kabaîş lê winda bûy daxuyaniyê bidin, ger gotin di cih de be hemû polîsên li Wanê li wir kom kirin. Bi zanebûn û dilxwazî nehiştin em biçin wê derê. Ez li vir dipirsim; waliyê Wanê, rektorê zanîngehê, emniyet... Hûn çima ji bo veşartina vê bûyerê ewqas hewl didin? 
 
Di şevekê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin. Divê ev temînata jinan bi lezgînî dîsa bikeve meriyetê. Paketa Darazê ya 11’an neyînin Meclisê, sûcên nefretê zêdetir nekin. 
 
BILA WEZARETA JINAN BÊ AVAKIRIN
 
Ji bo parastin û bihêzkirina malbatê 21.8 milyar TL, ji bo bihêzkirina jinan tenê 8 milyar TL hatine veqetandin. Jin, bi tena serê xwe kirde ye. Divê ev wisa bê zanîn. Ji hêla me ve tekane çareserî, avakirina wezareta jina ye. 
 
JIN BÊTEMÎNAT TÊN XEBITANDIN
 
Hêj niha jî sexbêra nava malê, sexbêrkirina zarok, kal û nexweşan li ser milê jina ye. Û piştre jî dibêjin ‘Ma te çi kiriye, heta êvarê li malê vala rûniştî.’ Lê yên sexbêrê dikin û kedê didin jin in. Ev keda jina jinedîtî tê. Ji sedî 24.4’ê jinan ne bi fermî tên xebitandin. Karkerên çandiniyê, kedkarên malê, atolye û hwd. Piraniya van jinan bêyî sîgorte û bêtemîna dixebitin. 
 
JI BO BÊHNÊ BISTÎNIN PACEKÎ WAN JÎ TUNE BÛ
 
Li cînayeta kar a li Dîlovasiyê binêrin. Sê zarok û 6 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev ne qezeyeke kar e. Ev, raste rast cînayeta kar e. Di vê atolyeyê de tenê yek paca ku derve dibîne tune bû. Ji bo bêhstandinê heta pacekî wan jî tune bû.
 
BANGA HEVRÛBÛNÊ
 
Ez bang li îktîdarê dikim ku bi milyonan jinên ji polîtîkayên wan bandor bûne hevrû bibe. Binêrin, bi jinên ciwan ên bi 3 hezar TL burs û krediyê hewl didin debara xwe bikin re hevrû bibin. Bi mamosteyên jin ên tayîna wan nehatiye kirin, bi karkerên jin ên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin, bi karkerên zarok ên li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dan û hwd. hevrû bibin. Ne bawerim hûn vê bikin. Çareserî aşkera ye; divê polîtîkaya ji bo karê wekhev heqdestê hevpar hebe. Divê kontenjanên îstîhdama jinê zêde dikin bên avakirin. Bernameyên pîşeyî yên bêpere bên avakirin û belav kirin. Xizmetên cemwaeriyê yên zarok, kal û astengdaran bêpere bin. Divê mudaxileyî hemû karên bêtemînat bê kirin. Ji bo jinên penaber û kal temînateke taybet hebe. 
 
Weke DEM Partiyê me ji bo van sernavên jorê tevan me pêşniyar ji komîsyona budçeyê re kir. Hemû pêşniyarên me bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Ew çiqas red jî bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
JI BO MEŞÊ BANG
 
Weke DEM Partiyê me kampanyaya xwe ya ked û aştiyê daye destpêkirin. Dê di 12, 13, 14’ê Kanûnê de ji çar aliyan ve ber bi Enqereyê ve bimeşin. Em ê li dijî bêkariyê, birçîtiyê, xizaniyê, kedxwariyê, şer û pevçûnan bimeşin. Di wê baweriyê de me ku dê jin bi awayekî xurt xwedî li meşê derkevin. Em ê bi kedê qezenc bikin, bi têkoşînê serkevin. 
 
EM KIRDEYÊN PÊVAJOYÊ NE
 
Girîng e ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re pevçûn sekinî ne. Bedela herî giran a şer û pevçûnan jin didin. Ji ewil bedena wan hedef tê girtin û ji ewil dengê wan tê qutkirin... Em jin ji bo Tirkiye û herêm ji vê trajediyê xelas bibe,  xwedî li aştiyê derdikevin. Di pêvajoya aştiyê de em ne tenê temaşevan in, raste rast kirde ne. Em jin dê bi destên xwe aştiya vî welatî ava bikin. Dê tarîtiya li ser vê axê bi cisareta jinê belav bikin. Jiyanê, pêşeroja demokratîk em jin dê ava bikin. Ji ber ku jin jiyan e; jiyan jin e. Weke Dayika Nezahatê jî gotibû, ne dema binaxkirina zarokan, dema binaxkirina çekan e. Aştî dê bi destê me were. 
 
GAVEKÎ DÎROKÎ YE
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtineke girîng kir. Ev hevdîtin, ji bo aştî û xwişk-biratiya Tirkiyeyê gavekî dîrokî ye. Ev dikare veguhere pireke diyalogê ya di navbera gelan de. 
 
MIFTEYA ÇARESERIYÊ
 
Bêguman dê Serokê Meclisê têkildarî naveroka hevdîtinê bi komîsyonê re agahiyên pêwîst parve bike. Em dizanin ku birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan, xurtkirina zemîna pêkvejiyanê, mayîndekirina bêpevçûniyê û îradeya çareseriya demokratîk bi aşkerayî raber kiriye. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, nirxandinên girîng hatine kirin. Perspektîfeke ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê mifteya çareseriyê ye hatiye pêşandan. Ji bo aştiyê û sererastkirinên hiqûqî, nirxandinên piştgiriyê didin hatine kirin. 
 
DIVE ÎKTÎDAR Û MUXALEFET XWEDÎ LÊ DERKEVE 
 
Di pêvajoyê de gaveke dîrokî hate avêtin. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê şert e ku ev pêvajoya aştiyê bi ser keve. Rêya vê û ji bo civîkabûna wê tişta pêwîst ew e ku îktîdar û muxalefet bi cisaret xwedî lê derkevin.
 
MESELEYA KURD NE MESELEYA HILBIJARTINÊ YE 
 
Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re ji bo xêra 86 milyon welatiyan e. Meseleya Kurd ne meseleya hilbijartinê ye. Dema dibêjin Kurd, xeyalkirina dengan siyaset nîne. Ev, neheqiyeke mezin a li Kurdan e. Tu partiyên siyasî nikarin meseleya Kurd weke amûreke konjokturel bi kar bînin. Meseleyekî dîrokî ye, astengiyeke sereke ya li pêşiya demokrasiyê ye û dive bê çareserkirin. 
 
VERASTKIRINÊN ZAGONÎ DIVÊ TAVILÊ BIKEVIN MERIYETÊ 

Berpirsyartiya îktîdar, muxalefet û dewletê mezin e. Ji bo pêşketina vê rêyê, divê verastkirinên zagonî tavilê bikevin meriyetê. Aştî bi hewldanên aliyekî nabe. Em dixwazin komîsyon rapora xwe tavilê amade bike û bi lez derbasî pêvajoya verastkirinên zagonî û hiqûqî bibin. Ev, peywira dîrokî ya Meclisê ye. Ji bo vê erka xwe ya dîrokî pêk bîne, dive tavilê verastkirinên zagonî çêbike.”   

 
 

Sernavên din

16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan