AMED – Di meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Amedê de, peyama “Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin” hat dayîn.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyîmeşek hat lidarxistin. Meş, ji ber Girtîgeha Kevin ber bi AZC Plazaya li Taxa Ofîsê ve bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” pêk hat. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek jin beşdarî meşê bûn. Malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku hatî qetilkirin jî beşdarî meşê bû.
Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, bi pankart û bi dovîzên “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve”, “Welatekî ku jin tê de namirin ne xeyal e, meseleya îradeya siyasî ye”, “Destên dirêjî Rojînê dibin bila bişkên”, “Wekhevî di ziman de dest pê dike, di ziman de normal dibe”, “Ji qirkirina jinan re na”, “Xizaniya jinan polîtîk e”, “Li hemberî tundiyê em jiyana azad birêxistin dikin”, “Em bi jin, jiyan, azadî xwe diparêzin”, “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne” û “Aştiya jinan parastina jiyana azad e” meşiyan. Jin bi çepik û tilîliyan ve meşiyan û gelek caran dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, jiyan, Kurdistan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî tekoşîna jinan”, “Jin bi hev re bi hêz in”, “Jin jiyan azadî, azad bike Rebertî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi pankarta “Ji tundiya li ser jinên rojnameger re na, çapemeniya azad nayê bê dengkirin” û wêneyên rojnamegerên Kurd ên hatine qetilkirin meşiyan û gelek caran dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.
Di dema meşê de, jinan navên jinên hatine qetilkirin rêz kirin û qêrîn gotin “li vir e”. Li ber AZC Plazayê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakut, di daxuyanî da û navên jinên hatine qetilkirin rêz kir û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna wan xwedî dikin. Rûçem Vefa Elyakutê, destnîşan kir ku tundiya dewletê li her derê ye û anî ziman ku jin li her derê têdikoşin. Rûçem Vefa Elyakutê ev tişt got: “Ev hikumet bi polîtîkayên sîstematîk civakê ber bi tarîtiyê ve dikişîne. Bi vî awayî destdirêjî û tecawîz zêde dibe. Tevdîran li hemberî tundiya mêran nagirin. Di qetilkirina jinan de xalên di qanûnan de bi cih nakin. Jinan bi malê ve sînordar dikin.” Piştî daxuyaniyê ûçem Vefa Elyakutê daxwazên xwe rêz kirin.
'EM Ê CIVAKA DEMOKRATÎK AVA BIKIN'
Komîsyona ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, daxuyaniyek kurt dan. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Me ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojînê hewl da, me her rêbaz ceriband. Xwestin dengê me bibirin, lê bi ser neketin.”
Piştre, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û behsa dîrok û girîngiya 25’ê Mijdarê kir. Sebahat Tuncel navên jinên hatine qetilkirin rêz kir û destnîşan kir ku hemû qetlîamên jinan bi hevkariya hevpar a mêr-dewlet û polîtîk pêk hatine. Sebahat Tuncelê got: “Ne tenê tundiya dewletê, di heman demê de em bi tundiya mêr a ku ji dewletê hêza xwe werdigire re rû bi rû ne. Her roj mirinên jinan ên gumanbar rû didin, qetlîamên jinan çêdibin. Ji bo Rojîn Kabaîşê hat gotin ku xwe kuştiye. Derket holê ku ji aliyê mêr ve hatiye qetilkirin, hîn jî qatilên wê ne diyar in. Kujerê Narînê hîn jî ne diyar e. Gulistan Doku hîn jî winda ye, qatilên wê hîn jî ne diyar in. Jin her roj tên qetilkirin. A rast em qatilan dizanin. Ew mêr in, bi zanebûn, bi dilxwazî qetil dikin. Li dijî van qetlîaman sekinîn deynê me ye, li hemberî vê derketin erka me ye. Li Mêrdînê dê û bav, zarokek 5 salî tên qetilkirin. Li Rihayê zarokek bi şewitandinê jiyana xwe ji dest da. 6 jin zindî hatin şewitandin. Em veguherîn civakek çawa? Hişmendiya ku jin û zarokan qetil dike, tê qebûlkirin? Gelê Kurd bi salan e ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe. Li cîhê azadiyê, binpêkirina mafê jiyanê yê jinan tê qebûlkirin? Em li her devera Kurdistanê bi tundiyê re rû bi rû ne. Ev nayê qebûlkirin. Fuhûş, madeyên tiryakê, tacîz, tecawiz civakê rizandiye. Em wek TJA êdî dibêjin bes e. Em ê li dijî van hemûyan li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Rêyeke me ya din tune. Ji ber vê yekê em li kolanan in. Êdî em ê civakeke nû ava bikin. Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ava bikin. Êdî em naxwazin tabûtan hilgirin. Êdî em ê di civakeke demokratîk, di civakeke aştiyane de bijîn.”
‘JIN, JIYAN, AZADÎ HELWESTEK E’
Di dawiyê de Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku tundiya herî mezin li ser ziman e. Ayşegul Doganê bal kişand ser têkoşîna jin û dayikên Kurd ên li dijî tundiyê û ev tişt got: “Îro em dibêjin bila tu kes di bin zextê de nebe, bila xwişk û biratî, azadî, demokrasî, aştî hebe. Êrişî nasnameya me ya Kurd, nasnameya me ya jinên Kurd kirin. Em nehatin qebûlkirin, zimanê me nehat qebûlkirin. Civak qetil kirin lê jin bûn hedef. Çima jin bûn hedef? Jinan bi ruhekî fedakar, berxwedêr ji civakê re pêşengî kirin. Civakê bi xwe re diguherîne. Dema jin biryar didin, tu kes nikare li pêşiya biryara wan bisekine. Ji ber vê yekê, ‘Jin, jiyan, azadî’ ne tenê dirûşm e. Helwestek e. Li hemberî tundiyê helwestek e. Li hemberî neheqî û zilmê helwestek e.”
Daxuyanî bi çepik, tilîlî û bi dirûşman ve bi dawî bû.
