Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?

  • rojane
  • 10:39 27 Mijdar 2025
  • |

AMED – Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê tê ragirtin di nameyê de qala binpêkirinan kir û got: “Bîst û çar saet em bi kamerayan ve tên çopandin û di odeyên teng de 3 kes dimînin.” 

Li Gîrtîgeha Hejmar 1 a Suluca ya Edeneyê, li dijî girtiyan binpêkirin didomin. Têkildarî binpêkirinan girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado, ji ajansa me re name şand. Ado yê ku di nameya xwe de qala çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û giringiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, diyar kir ku ew di nava mercên tecrîdê de pêvajoyê dişopînin û hewl didin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. 
 
Ado, di berdewamiya nameya xwe de ev tişt got: “Em dizanin ku aliyên li dijî pêvajoyê hene. Cihê herî zêde zext lê tê kirin zindan in. Îdareya girtîgeha vir, sepanên keyfî yên li dijî pêvajoyê pêk tîne. Hinek ji van sapanan ev in: 
* Me xistine nava cihên ku DAIŞ û FETO lê tên ragirtin, hinek hevalên me xistina nava girtiyên DAIŞ, FETO an girtiyên edlî. Ev rewş pêşî ji provokasyonan re vedi.
 
* Li ode û hucreyên me kamera bicîh kirine û bîst û çar saetan em tên şopandin. Qadeke taypet nemaye. Kameraya li hundir her derê dibîne. Ji ber kamerayê em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. 
 
* Odeya em lê dimînin a 3 kesan e. Lêbelê ji du hucreyên yekkesî ve hatiye çêkirin û lê 3 ranza hatine danîn, hewşa wê nîne, penceraya wê venabe. Ji bo werzîşê cihê du gavan jî nîne. Em 3 kes, 24 saetên xwe di odaeyak mîna qefesê ku em jê re dibêjên tîpa bîrê de derbas dikin. Rojê tenê saetekî me derdixin hewşê ku ew jî girtiyên FETO, DAIŞ û girtiyên edlî bikar tînin.
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
* Hevalên me yên nexweş û kal; Celal Ercan, Fevzî Arslan, Haci Alagaş, Nûreddîn Polat li cem me ne. Avahiya mîmarî ya girtîgehê ji bo rewşa wan giran e. Ragirtina van hevalan ne wijdanî ye. Ji ber mercên niha rewşa wan a tendurisrtiyê girantir dibe.
 
JI BO RAYA GIŞTÎ BANG
 
* Ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev û derxistina pêlavan em naçin nexweşxaneyê, dema em diçin jî ji ber ku ferzkirina tedawiya bi kelemçe qebûl nakin, mafên me yê tedawiyê tê astengkirin. Me ev rewş hemû bi îdareyê re parve kir, lê heta niha gavên şênber ji bo çareseriyê nehatine avêtin. Ji ber niximandina kamerayê lêpirsînên disîplînê der heqê me de hat vekirin û di lêgerînan de odeyên me bi awayeke provokatîk serobin dikin. Em ji bo çareseriyê û hestiyariyê bangî raya giştî dikin.”
 
 ‘ZEX ZÊDE BÛN’
 
Xwişka Mehmet Emîn Ado Ayşe Yildirimê li dijî binpêkirinan bertek nîşan da û ev tişt got: “Niha ji berk u 3 girtî di odeyên teng de tên ragirtin, nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Zext zêde bûne, xwarinên wan xirab e. Ev salek e birayê min ji vê rewşê bigazin e. Berê dema girtî di hucreyên yekkesî de bûn, zextên wiha nebûn. Piştî ku 3 kes xistin odeykî zext û şopandin zêde bûn.”
 
 
 ‘BILA BINPÊKIRIN BIDAWÎ BIN’
 
Ayşe Yildirimê destnîşan kir ku girtî û malbatên wan bi pêvajoya aştî bawer in û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li gorî fikra me îdareya girtîgehê hewl dide ku pêvajoyê xira bike. Lewra li ser girityan zexteke zêde heye. Em ji vê pêvajoyê bawer dikin û hêvî dikin ku dê encamên baş bi xwe re bîne. Divê ev binpêkirin û zext bidawî bin.”
 
MA / Heval Onkol
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2025
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
23:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
15:39 ‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
14:29 Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
14:18 Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
13:43 Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
13:40 Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
13:28 Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin
12:39 Girtiyên Apoyî: Em cejna avakirina sosyalîst bi kelecan pêşwazî dikin
12:38 Belavkarê Ozgur Gundemê Işik li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ hate vekirin
12:00 ‘Em dixwazin piştgiriya ciwanên Başûr ji Rêber Apo re bibêjin’
11:28 'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’
11:20 Di bûyera 3 kesên li Qoserê hatibûn kuştin de kesek hate girtin
10:56 Komîsyona Meclisê dê di 4’ê Kanûnê de bicive
10:53 Cînayeta belavkarê rojnameyê Işik 32 sal in nehatiye ronîkirin
10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye