ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" bi bîr xist ku di sala 2005'an de di serdana Amedê de kiribû û got, di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û bi taybetî bersiv da gotina, "Sendroma Stockholmê" ya Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel.
Erdogan got: "Em bibêjin tu bi Tirkiyeyê nizane, ma haya te ji polîtîkaya derve jî nîne. Em bibêjin tu bi aboriyê nizane, qet nebe bi rabirdûya xwe zanibe, bi sîcîla xwe ya reş zanibe. Te di temenê xwe de qet dest da deqên şermê yên CHP'ê? Tu qet hîn nebû ku faşîzma yek partiyê çi bi serê vî miletî anî? Dibe ku tu nizanibe bê kî celad, kî mexdûr e, lê belê xwişk û birayên min ên Kurd baş zanin bê kî celad e."
Erdogan têkildarî meseleya Kurd işaret bi pêvajoya nû kir û got: "Beriya niha bi 24 salan, di 14'ê Tebaxa 2001'ê de dema ku me partiya xwe ava kir îradeya me çi be, di sala 2005'an de li Amedê dema ku me got, 'Ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka min e' wêrekiya ku me nîşan da çi be, di sala 2013'an de dema me got, 'Ji bo çareseriyê eger pêwîstî bi vexwarina jehrê hebe, em ê wê vexwin, tenê bila aramî bê welêt' biryardariya me çi be, weke AK Partî îro jî em xwedî heman îrade, wêrekî û samîmiyetê ne."
