* Cîgirê Şaredarê Akdenîzê parêzer Ozgur Çaglar ku hat berdan, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re qonaxeke hiqûqî ye û xwest ku demildest gavên qanûnî werin avêtin da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde.
* Tenduristkar Îbrahîm Çîçek ku piştî di sala 2016'an de hat îxrackirin, li nav zeviyan dest bi kar kir, anî ziman ku ger li welatekî aştî tune be ne aborî heye ne tenduristî ne jî demokrasî. Çîçek, got: "Ez baweriya xwe bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînim."
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin diyar kir ku divê di vê pêvajoya heyî de qanûneke çarçoveyî were rojevê û heke rêzikname neyên çêkirin, dê di civakîkirina pêvajoyê de zehmetî rû bidin.
* Girtiyên di Girtîgeha Kirşehîrê de ragihandin ku karmendên înfazê sûcdarên edlî li hemberî wan sor dikin û dibêjin "Ev terorîst in, gava li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin."
* Karkerên ku li Selçûkê karê mandeliyan dikin, diyar kirin ku ew bi meaşekî kêm dixebitin û ew armanc dikin ku li dijî pergala meaşê rojane yê neheq kooperatîfekê ava bikin.
* Tevfik Kalkan ku piştî 30 salan hat berdan ku got "PKK dîroka xwe li gorî rûmeta xwe bi dawî kir" diyar kir ku xebata serdema nû avakirina civakeke demokratîk e.
* Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû biryara CHP'ê ya Îmraliyê rexne kir û got: "Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê ye, divê hin rîskan bigire. Tenê wê demê çareserî ji bo vê pirsgirêka sedsalî gengaz dibe."
*Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûye ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin dê were şopandin.
* Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê di meha 167'an a komkujiyê de li Qada Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê dê li navçeya Norşînê bi dirûşma "Aştiya civakî û azadî" şitlan dane û piştre jî şahiyekê li dar bixe. (12.00)
* Komeleya Alimên Olê ya Îzmîrê dê panela xwe ya "Di Îslamê de aştî û civaka demokratîk" li avahiya komeleyê ya li Bucayê li dar bixe. (14.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Edene û Mêrsînê dê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li pêşiya Girtîgeha Sulucayê daxuyaniyê bide. (14.00)
*Platforma Şaxan a Wanê ya KESK'ê dê ji bo mitînga ku roja şemiyê li pêşiya Perîhan AVM'ê kom bibe û li wir broşûran belav bike û meşê li dar bixe. (16.00)
