Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam

  • rojane
  • 09:06 2 Kanûn 2025
  • |
img
ŞAM - Şam, yek ji bajarên herî kevnar ê cîhanê ye, ji her alî ve mîna bajarekî birîndar xuya dike. Li ser her avahîyekê, mirov dikare şopa çîrokeke ku ji ber şer nîvcomayî bibîne. "Jiyana asayî" ya ku ji erdnîgariyên din cuda ye, didome, nêrîna li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi guherînê kiriye.
 
"Bihara Erebî" ya ku li Tûnisê bi xweşewitandina firoşkarê seyar Mohamed Bouazizî di 17’ê Kanûna 2010’an de dest pê kir û piştre li gelek welatan belav bû, derî li serdemeke nû vekir. Tevgerên gel ên li dijî gendelî, bêkarî û neheqiyê hêviya guhertinê li herêmê zêde kirin û bûn sedema hilweşîna hin dîktatoran. Lêbelê, ji aliyekî din ve, li hin deveran qeyran û pevçûnên demdirêj jî anîn.
 
Sûriye yek ji wan welatên ku ev pêvajo herî zêde bi tundî û bi xwînî lê derbas bûye. Di şerê navxweyî yê ku di Adara 2011’an de dest pê kir, bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes koçber bûn. Pevçûnên ku bi salan dom kirin, di dawiya sala 2024’an de gihîştin navenda Şamê (Damascus) û di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Esad hat hilweşandin.
 
Bi desthilata Tehrîr el-Şamê (HTŞ) ya ku navê wê Cebhet El-Nusra ya baskê El Qaîde yê Sûriyeyê bû û bi komkirina hin komên din pêk tê, hevsengiyên li herêmê jî guherîn. Dema ku Rûsya û Îran ji herêmê vekişiyan, bandora DYA-Îsraîlê zêde bû. Hîn jî ne diyar e ku di pêvajoya pêş de dê hermê çawa şekil bigire.
 
RÊWÎTIYA JI BO DAMASCUSÊ
 
Ji ber 5’emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Rojava ku di navbera 13-20’ê Mijdarê de li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, min cara ewil fersend dît ku Sûriyeyê bibînim. Ev serdan, ez bawer im, serdana ewil a xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Bakurê Kurdistanê ye ku piştî şerê navxweyî çûne Sûriyeyê.
 
Li welatê ku 14 sal in ji ber şerê bêdawî westiyaye, rawestgeha min a ewil Şam a paytext bû. Ji Çileya 2025’an ve hem ji Enqereyê hem jî ji Stenbolê seferên asmanî yên birêkûpêk li vir têne kirin. Ez dudil bûm ku min got Stenbol an Enqere, min biryar da ku çûyîna ji Stenbolê dibe ku bêtir "ewle" be û bi çend perçe kelûpel û ekîbmanan ve ketim rê.
 
Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê, piştî rêza dirêj, min karûbarên xwe yên pasaportê xilas kir û min dest bi çaverêkirinê kir bê ka balafira ku dê biçe Balafirgeha Navneteweyî ya Dmascusê, wê ji kîjan deriyê rabe. Piştî demekê, li ser ekranê xuya bû ku balafira ber bi Damascusê ve dê ji qata herî jêrîn a balafirgehê, ji deriyê herî quncikê dûr, rêwiyan wergire.
 
Li ber deriyên din ên xeta derve cîhê rûniştinê tunebû, lê deriyê Damascusê gelekî aram bû. Li şûna ku bi du çenteyên giran bi deqeyan li ser piyan bisekinim, rûniştina li cihekî cihê kêfxweşiyê bû.
 
BÊKÊFÎ Û BÊARAMÎ
 
Bi anonsa hat kirin re rêwî ketin rêzê. Ji bilî min, hema bêje li ser pasaporta hemû rêwiyan Komara Erebî ya Sûriyeyê dinivîsî. Ji ber ku tu rêz tunebû otobus zû tijî bû. Bi siwarbûna rêwiyê ku li ser banga hat kirin bi bez dihat re, otobus tevgeriya.
 
Dema min ji quncikekê li derdorê temaşe dikir, min ferq kir ku li ser rûyê tu kesê di otobusê de bişirînek herî biçûk jî tune ye. Mîna ku her kes bêkêf, bi fikar û bêaram be. Yên hev nas dikin jî bi dengekî nizm diaxivîn, baldar bûn da ku kesên din wan nebihîzin.
 
Vê rewşê, fikara min a dema ku min biryar da ez di ser Şamê re biçim zêdetir dikir. Her çend min qet nedîtibe jî, min wisa hest dikir ku ez ber bi bajarekî ku bi şer, xizanî û krîzan re têdikoşe, diçim.
 
Piştî demek kurt a 3-5 deqîqeyan derî vebûn û em ber bi balafirê ve çûn. Dema ku kal û pîr bi lez tevgeriyan û ketin derdê bicihkirina çenteyên xwe, ciwanan piştî ku bi balafirê re wêne kişandin, di pêlikan re de hilkişiyan.
 
HEMAN ERDNÎGARÎ HEMAN PIRSGIRÊK: FIRÎNA BÊ ZIMANÊ DAYIKÊ!
 
Piştî ku derî hat girtin, min ferq kir ku balafirek yekem car ewqas vala ye. Yan hejmara kesên vedigeriyan welatê xwe, yan jî hejmara kesên ku dixwestin bi rêya hewayî rêwîtiyê bikin kêm bû. Hema beriya rabûnê, tîmên kabînê dest bi vegotina hişyariyên li ser tiştên ku di rewşên awarte û neçaverêkirî de bên kirin, kirin.
 
Hinek rêwiyan çavên xwe ji tîmên kabînê venedigirtin, hinekan jî li nivîsên hişyariyê yên li pişta paldankan dinêrîn û hewl didan fêm bikin bê ka çi tê gotin. Ragihandina Tirkî û Îngilîzî bi dawî dibûn, lê bi zimanê dayikê yê rêwiyên ku piraniya wan Ereb bûn, daxuyanî nehat dayîn.
 
Mîna sepana di balafirên ku ji Kurdistanê radibin: Bêyî zimanê fermî û "zimanê navneteweyî" ragihandin qedexe bûn. Ev jî kurteya qedera ku li ser gelên qedîm ên vê erdnîgariyê hatiye ferzkirin bû.
 
RÊYÊN BI TOZ Û BAJAREKÎ WESTIYAYÎ
 
Ji ber hewaya ewravî û girtî, hilbijartina cihên niştecihbûnê yên li ser rûyê erdê ne pêkan bû, heta ku balafir ji bo daketinê nizim bû. Bi daketina balafirê ya li Şamê (Damascus) re, ji bo ku ez xwe bigihînim şofêrê taksiyê yê ku wê min bigire, min lez û bez telefona xwe vekir. Lê min dît ku şebekeyên operatorên telefonê yên Tirkiyeyê li vir nakişînin. Baş e ku kesekî 50 salî yê li kêleka min rûniştibû ji bo girêdana înternetê alîkarî kir. Bi gotina min a "Wifi" re înterneta telefona xwe vekir û serê xwe hejand ku dikare alîkar be.
 
Vîzeya ku li gelek welatan 30 roj e, li vir 15 roj tê dayîn. Min go kêmtir jî dibe û sedema wê jî nepirsî. Di dawiyê de ez bê qeza û bela gihîştim Şamê û min li derî vîzeya xwe girtibû. Herwiha piştî derketina ji balafirgehê, dîtina du hevalên derhêner ên ku ji bo festîvalê hatibûn, ez gelekî kêfxweş kirim. Bêyî ku zêde bisekinim li taksiyê siwar bûm û ez kelecanî bûm ji bo çûyîna Qamişloyê.
 
Dema min hewl dida di rêyên bi toz de avahiyên bajêr bibînim, ez difikirîm ku ev bajarê qedîm ê ku demekê navenda bazirganiyê bû, çawa veguheriye navenda krîz û kaosê. Dema min ji cama taksiyê li derve mêze dikir, min hest kir ku ez li ser her avahiyê şopên çîrokeke nîvcomayî dibînim.
 
JI BAJARÊN HERÎ KEVN ÊN CÎHANÊ
 
Şam, beriya şerê navxweyî bi nifûsa xwe ya 4,5 milyonan bajarê herî mezin ê welat bû. Lê bi destpêkirina pevçûnan re hem koçek cidî daye, hem jî bi qasî wê koç wergirtiye. Kes nizane niha çend kes li bajêr dijîn!
 
Her çend tekez neyê zanîn jî, tê diyarkirin ku dîroka wê digihîje 8 hezar sal beriya zayînê. Herwiha xwediyê navê "yek ji bajarên herî kevn ê cîhanê" ye. Bi sedsalan di warê çandî, bazirganî û îdarî de bûye yek ji cihên girîng ên herêmê.
 
Bajarek e ku bi mîmarî, kolan, baxçe û malên xwe şopên gelek serdem û şaristanan dihewîne. Her çend bi dîrok û çanda xwe bajarekî girîng be jî, ji ber şerê navxweyî yê ku bi salan e didome wêraniyek mezin jiyaye.
 
Hem ji ber mîmariya wê ya dîrokî hem jî ji ber êrişên îdeolojîk, demografiya wê ya dewlemend jî xisareke mezin dîtiye. Mirov dema diçe bajêr, vê rewşê dibîne.
 
ŞOPÊN ŞER ZINDÎ NE
 
Dema ji derketina balafirgehê ber bi navenda bajêr ve, dîtina bi dehan avahiyên hilweşiyayî û wesayîtên şewitî yên li her du aliyên rê pêkan e. Wêraniya li taxên kêlekê li gorî navendê zêdetir e. Her ku ber bi navenda bajêr ve mirov diçe wêranî kêm dibin; lê şopên şer û krîzan hêj zindî ne.
 
Mîmariya navenda bajêr, ziyaretvanan heyranê xwe dihêle. Malên kevirî, şaneşînên bi nexşên darîn, bedewiya kolan û kuçeyan... Her çend rengê avahiyan rengvekirî bi demê re ji toz û germahiya zêde winda bûbin jî, tiştek ji bedewiya xwe winda nekirine.
 
JIYANA 'ASAYÎ' DIDOME
 
Jiyana rojane di herka xwe ya "asayî" de didome. Lê ev asayîbûn qet naşibe asayîbûna li erdnîgariyên din. Li her dera bajêr her kêlî dibe ku teqînek çêbibe, mirov bibin qurbana guleyeke kor an jî dibe ku tevlîheviyek derkeve. Ev rewşa ku bi salan e didome êdî bûye rewşa "asayî" ya bajêr û şêniyên wê.
 
Ne tenê ev, ger rejîm di rojekê de biguhere jî kêm mirov wê bipirsin "çima û çawa guherî". Mirovan ev rewş qebûl kirine. Tirsên wekî mirin, birîndarbûn... ji aliyê mirovan hatiye derbaskirin. Ji ber vê yekê Esad ketibe jî, "hînbûn"a ji bo rejîma nû, pir zehmet nebûye.
 
SERÎ JI SEPANÊN REJÎMÊ RE NEHATIYE TEWANDIN
 
Ev "hînbûn", ne di wateya qebûlkirina sepanên rejîma nû de çêbûye. Hema hema hemû beşên civakê reseniya xwe diparêzin. Rejîma nû her çend hewl bide sepanên xwe bide qebûlkirin jî ev rewş nehatiye qebûlkirin. Mînak Xiristiyan li taxa ku lê dijîn serî ji zextên rejîma nû re netewandine. Ne ji cil û bergên xwe, ne ji vexwarinên xwe û ne jî ji jiyana xwe ya civakî tawîz nedane. Rejîm jî her çend li dijî vê yekê be jî wisa xuya ye ku ev rewş qebûl kiriye.
 
Li bajarên din ên di bin rêveberiya HTŞ'ê de gera di saetên şevê de qedexe ye, lê li Şamê ev rewş cûda ye. Hêj jiyana şevê pir şên e. Enerjiyeke zêde heye.
 
BAJAREKÎ JI HER ALÎ VE 'BIRÎNDAR'
 
Der barê bajêr de ku em tenê şevekê lê man, mirov dikare van tiştan jî bibêje;
 
* Binesaziya bajêr xisareke mezin dîtiye. Alîkariya lezgîn û pitevaniya tibî pir sînordar e.
 
* Bi zêdebûna pevçûnan û guherîna rejîmê re hejmara tûrîstên tên welat pir kêm bûye.
 
* Tevdîrên "ewlehiyê" yên zêde bûne parçeyek ji jiyana rojane. Li hemû kolan û kuçeyan dîtina HTŞ'iyên bi çek pêkan e. Herwiha di têketin û derketinên bajêr de cihên kontrolê hene.
 
* Bi koça zêde û xisara binesazî û vesazkirinê re kirê zêde bûne.
 
* Qutbûna ceyranê didome. Bi navber 3 saetan ceyran tê birîn. Li hinek cihan qutbûna ceyranê hîn dirêjtir dibe.
 
* Ava bajêr gelek qirêj e. Ava vexwarinê pirsgirêkeke mezin e.
 
* Ji xwarinê bigire heta vexwarin û cilûbergan bihayê gelek pêdiviyên rojane di salên dawî de gelek zêde bûye. Hinek kargeh nayên bikaranîn, razemeniya derve hema bêje tune ye.
 
* Li derveyî kolanên sereke li her devera bajêr dîtina kargehên girtî pêkan e. Herwiha li ser bazarên kevn ên ku me di rojname û televizyonan de temaşe dikir bêdengiyek heye.
 
* Her kêlî dibe ku motosîkletek derkeve pêşiya we. Li ser rêyan ne çirayên trafîkê ne jî nîşaneyên trafîkê hene. Ji ber vê yekê gihîştina cihekî rewşeke zor e. Tevgera bi kesekî ku bajêr nas dike re hem di cihên kontrolê de hem jî ji bo gihîştina cihê hûn ê biçinê şert e.
 
* Li bajêr rasthatina li wesayîtên luks an jî nû pêkan e. Lê bi giştî modelên wesayîtan gelek kevn in. Wesayîtên veguhastina giştî hema bêje nayên bikaranîn. Dengên mekanîk ên ku derdixin dibin sedema qirêjiyeke mezin.
 
* Qirêjî yek ji mijarên pêşîn e ku bala mirov dikişîne. Li her derê hûn dikarin rastî zilbên gilêşê bên. Mirov dikare bibêje ku ji bilî bêhna xerab a ku ji gilêşê bilind dibe, bêhna mazotê jî her dera bajêr girtiye.
 
JIN LI DAWIYA WESAYÎTAN TÊN VEGUHESTIN!
 
Bêguman di bajarekî ku ji her alî ve "birîndar" e de rewşa jinan mijara ku herî zêde tê meraqkirin e. Li gelek cihên navenda bajêr rasthatina li jinan ne pêkan e. Ji ber ku kolanên sereke ewletir in jin li vir bi rehetî digerin, dikarin danûstendinê bikin an jî li kargehekê rûnin. Dema me pirsî; piştî guherîna rejîmê gelek jin neçar mane laçikê bidin serê xwe. Lê hejmara jinên ku li ber vê didin jî gelek zêde ye. Nexasim jinên ji bawerî û gelên cûda li dijî vê pêkanînê radiwestin.
 
Li aliyê din ne şaş e ku mirov bibêje hemû kodên pergala baviksalar li vir di dewrê de ne. Hêz, otorîte û pêvajoyên biryardayînê bi giranî di destê mêran de ye. Di qadên çandî, aborî û hiqûqî de hejmara jinan hema bêje tune ye.
 
Xaleke din a balkêş jî, derveyî wesayîtên giştî, jin neçarî rêwîtiya di romorkên wesayîtan de tên hiştin. Jin, her çend li pêşiya wesayîtê cih hebe jî bi piranî di romorkên vekirî de neçarî rêwîtiyê dibin.
 
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ ÇAWA TÊ MÊZEKIRIN?
 
Mijareke din a balkêş ew e ku nîqaşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şam a paytext çawa têne nîşandan û nîqaşkirin. Tiştên ku li bajarên ku Kurd lê zêde ne diqewimin, heta hebûna Kurdan jî bi salên dirêj ji gelên vir hatiye veşartin. Di serdema rejîma Baasê de hem di dezgehên weşanê yên girêdayî dewletê hem jî di çapemeniya din de Kurd her tim hatine paşguhkirin. Herwiha wekî Ereb hatine nîşandan.
 
Beşek, hêj Kurdan wekî koçerên ku derbasî jiyana niştecih nebûne dibîne. Weke "cûre"yeke ku li erdnîgariya lê dijîn amûrek teknolojîk tune ye û ji cîhanê bêxeber in, dibînin. Bêguman mirov dikare bibêje sedema herî mezin a van hemûyan polîtîkayên rejîma Baasê ye. Dûrbûna axa Rojava ya bi Şamê re, hebûna kêm a cihên niştecihbûnê di vê navberê de, pêkhatina têkiliyên bazirganî ji welatên cûda faktorên bi bandor in.
 
DI NAVBERÊ DE QUTBÛN HEYE
 
Rewşa li vir, gelek dişibe rewşa Tirkiyeya serdemekê. Nêrînên mîna "Kurdên bi boçik" a li Tirkiyeyê hatibû afirandin, li vir jî hatiye afirandin. Ev nêrin di salên dawî de guheriye. Nexasim piştî Şoreşa Rojava hişmendiyeke li ser hebûna Kurdan çêbûye. Sempatiya kesên ku haya wan ji vê rewşê heye ji bo Rojava gelek zêde ye. Hejmara kesên difikirin ku pergala li Rojava hatiye avakirin divê li hemû welêt belav bibe jî gelek zêde ye. Ji ber vê yekê tê fikirîn ku pêvajoya entegrasyonê ya ku di pêvajoya dawî de tê nîqaşkirin divê bi lez çêbibe.
 
Lê kesên ku ji jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin bêxeber e û bi kodên baviksalar tevdigere jî ne kêm e. Mirov nikare bibêje jiyana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin tam li vir xuya dike. Di vir de hem bandora polîtîkayên rejîma heyî hem jî zehmetiyên şer ên heyî mezin e.
 
Sibê: Li Dêrazorê du jiyanên cuda
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çeken giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin