Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir

ENQERE - Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re misoger nekiriye ku pirsgirêka Kurd bigihêje bingeheke siyasî ya xurt û got: "Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin."  

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de rojevê nirxand. 
 
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser mirina biguman a xebatkara partiyê Dîlan Karamanê ku li Amedê jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbata wê re xwest.
 
Bakirhan destnîşan kir ku salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê bibîr xist ku 31 sal berê hatibû bombekirin û xebatkarên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Bakirhan behsa rojnamevan Huseyîn Aykol jî kir ku niha li beşa lênêrîna awarte tê dermankirin û got: "Huseyîn Aykol gotibû, 'Wê rojê, wan bêyî hay jê hebin, tiştek kir. Wan me ji rojnameyekê veguherand kevneşopiyeke rojnamevaniyê. Ji niha û pê ve, çi bikin bila bikin, ev rêwîtî dê bênavber berdewam bike.' Bi rastî, tam wekî ku hevalê me Huseyîn Aykol gotiye, qewimî. Di vê navberê de, ez ji Huseyîn Aykol re şifayê dixwazim. Ew demeke dirêj e li nexweşxaneyê ye. Ez hêvî dikim ku ew demildest qelema xwe hilde û bi hevkarên xwe re li ser rojeva rastîn a Tirkiyeyê binivîse."
 
ROMAN TÊN VEDERKIRIN
 
Bakirhan bal kişand ser Romanên ku di civîna komê de amade bûn jî û diyar kir ku ew di nav gelên herî kevnar ên vê axê de ne. Bakirhan diyar kir ku Roman bi neheqiyeke mezin re rû bi rû ne û got: "Ew bi awayekî sîstematîk tên xizankirin. Şaredarî li taxên wan xizmetê nakin. Zarokên wan di dibistanan de dişînin polên cuda. ​​Serlêdanên kar ji ber paşnavên wan tên astengkirin. Lê dîsa jî deriyên Romanan ji bo her kesî vekirî ne. Deriyên ku ji wan re vedibin tên girtin. Ji xwestina nasnameyê bigire heya nivîsên li ser kargehan ên wekî 'Roman nikarin têkevinê', bi darê zorê derxistina ji xaniyan bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin." 
 
DAXWAZÊN JI BO ASTENGDARAN
 
Bakirhan her wiha bal kişand ser şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin û diyar kir ku berî tayînkirina qeyûman, wan ji bo astengdar û extiyaran daîre ava kirine lê bi tayînkirina qeyûman re, xizmetên ku ji hêla van daîreyan ve dihatin kirin hatine rawestandin. Bakirhan got: "Di hiş, raman û polîtîkayên wan de tu astengî tune; ne Roman hene, ne Elewî hene, ne Kurd hene. Kesên hatine vederkirin qet tune ne. Daxwaza me der barê mijara kesên astengdar de pir zelal e. Em daxwaz dikin ku peymana mafên astengdaran were bicîhanîn. Em daxwaz dikin ku mewzûata xwegihandinê ku 20 sal in tê taloqkirin, pêk bê. Em daxwaz dikin ku kotayên kar ji bo kesên astengdar bigihînin ji sedî 10. Em daxwaz dikin ku pergaleke dahata hemwelatîbûnê ya bingehîn bê avakirin. Em daxwaz dikin ku zimanê îşaretan wekî beşeke ji polîtîkaya me ya pêşkêşkirina xizmetan bi zimanê dayikê were naskirin û bi destûra bingehîn were garantîkirin. Em daxwaz dikin ku ji bo hemû saziyan wergêrên zimanê îşaretan werin peydakirin."
 
BUDÇEYA JI BO ASTENGDARAN
 
Bakirhan anî ziman ku ji sedî 13'ê nifûsa Tirkiyeyê astengdar in û got ku di sala 2026'an de ji bo astengdaran tenê bi rêjeya 1,2 budçe hatiye veqetandin. Bakirhan ku bertek nîşanî vê da got ku divê budçeya ji bo astengdaran ji sedî 10 be. 
 
‘JI BO AVAKIRINA AŞTIYÊ GAVEKE WÊREK E'
 
Bakirhan bal kişand ser hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: "Hevdîtina bi Ocalan re hişt ku pirsgirêka Kurd bigihêje zeîmeneke siyasî ya bihêz. Ev jî destkeftiyek ji aqilê çareserker a li Tirkiyeyê ye. Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin. Beriya hevdîtinê deng û bay hebû. Dibe ku we ev dîtibe. Senaryoyên qiyametê hatin nivîsandin û xeyalkirin. Îcar çi qewimî? Dema ku şandeyek ku Komîsyona Meclisê temsîl dikir çû Girava Îmraliyê, gelo qiyamet rabû? Me çi winda kir? Ji ber vê yekê, ew qiyamet belesebeb hat rakirin. Berevajî vê, çûna wir li ser rêya aştiyê asteke girîng derbas kir. Ev gava wêrek a ji bo avakirina aştiya civakî hat avêtin dê zemîna çareseriyê bêtir xurt bike. Em bi vê bawer in." 
 
‘DÊ GIRTEKA HEVDÎTINÊ BI KOMÎSYONÊ RE BÊ PARVEKIRIN'
 
Bakirhan axaftina xwe wiha domand: "Komîsyon dê di 4'ê Kanûnê de dîsa bicive. Şandeya ku li ser navê komîsyonê çû Îmraliyê dê qeydên hevdîtinê bi komîsyonê re parve bike. Wekî ku hûn dizanin, em dişopînin. Birêz Ocalan qet tiştek ji raya giştî veneşartiye. Ew bi salan e dibêje ku divê hemû raman di bin şefafiyeta giştî de bin. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku qeydên Îmraliyê bi raya giştî re werin parvekirin, şefafî were misogerkirin û raya giştî karibe tiştên ku li wir hatine nîqaşkirin bibîne û bixwîne. Divê desthilat jî aştiya civakî hembêz bike û di vî warî de bêyî derengmayînê gavên qanûnî û îdarî bavêje. Ne gotin, dem dema gavên pratîkî ye." 
 
BERPIRSIYARÎ YA MECLISÊ YE
 
Bakirhan bilêv kir ku Tirkiyeyê ji bo aştiyê gotina xwe gotiye û got: "Û êdî dem dema pêkanîna van gotina ye. Ya girîng ew e ku gavên ji bo peymana civakî ye. Niha berpirsiyarî ya Meclisê ye. Ez bang li hemû partiyan dikim ku tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bikin." 
 
Bakirhan bertek nîşanî Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî da û got: "Wer xuyaye birêz Ozel, ji kursiya lijneyê teşxîsa 'Sendroma Stoxkholê' ji bo me daniye. Dibêje 'Nebin evîndarê celadê xwe.' Em jî dipirsin; Gava em li meclisê ji bo aştiyê li ser qanûnê nîqaş dikin û her hevalek me li kuçeyan ji bo aştiyê dixebite, çima hûn ji ser kursiyê gelekî biçûk dixînin? Ji dêvla gotin ji bo çareseriyê bên kirin, gotinên erzan û şerên bêwate bêsiyasetbûyîn e. Em partiyeke wiha ne ku siyaseta demokratik esas digirin û danûstendinê esas digirin." 
 
Her wiha Bakirhan bal kişand ser 11'emîn Pakêta Darazê jî û got ku di vê pakêtê de Kurd, şoreşger û rojnamevan tune ne.
 
'BILA ÎLHAM EHMED BÊ TIRKIYEYÊ'
 
Bakirhan bal kişand ser konferansa navneteweyî ku dê dawiya vê hefteyê ji aliyê partiya wan ve bê lidarxistin û got ku Îlham Ehmed jî vexwendiyê konferansê ye lê hê der barê serlêdana ji bo hatine wê de bersivek wernegirtine. Bakirhan got: "Bila Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê, bila ew der barê Sûriyeyê de û yên pirsên wan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hene bipirsin. Bila fikarên xwe bînin ziman. Rûnên, biaxivin û li hev bikin. Dîplomasî ji bo çi heye? Diyalog ji bo çi heye? Helbet ji bo vê heye. Reva ji çareseriyê, negirtina bi destê Kurdan û rabûna li ber destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê bi kêrî kesî nayê. Ji bo hatina Tirkiyeyê ya Îlham Ehmedê, divê desthilat helwesteke hêsanker bide der." 
 
 

Sernavên din

03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çeken giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin