Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin

  • rojane
  • 10:16 3 Kanûn 2025
  • |

STENBOL - Di bîranîna sala 31’emîn a bombekirina rojanmeya Ozgur Ulkeyê de ev peyam hate dayin: “Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê, em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”  

Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya sala 31’emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, li semta Kadirgayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ku avahiya rojnameyê li wir bû, çalakiya protestoyî û bîranîn li dar xist. Gelek rojnameger, nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Di bîranînê de dovîzên ji manşetên Ozgur Ulkeyê pêk dihat ên “Ev agir dê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad gelê azad”, “Em ê serî netewînin” û wêneyên rojnameger Ersîn Yildiz ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin. Her wiha pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate berzkirin. 
 
‘HEQÎQET, MISOGERIYA AŞTIYÊ YE’
 
Ji xebatkarên berê ya rojnameyê siyasetmedar Gultan Kişanak di bîranînê de got: “Ji bo ev rûpelên tarî careke din neyên jiyîn, em mafê xwe yê nejibîrkirinê bi kar tînin. Ozgur Ulkeyê bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ dest bi weşanê kir. Mixabin bi fermana serokwezîra demê Tansu Çîllerê hemû hejmarên rojnameyê hatin komkirin û desteserkirin. Kedkarên çapemeniyê û hemû kesên ji heqîqetê bawer, tevî zextan jî heqîqet nivîsandin. Tansu Çîllerê fermana bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê da. Di nîvşevekê de rojnameya me bombe kirin. Xwestin rojnamegerên ji heqîqetê bawer tune bikn. Lêbelê dîrokê careke din nîşan da ku yên heqîqet dinivîsandin nehatin tunekirin. Vî agirî bi aslan ev welat şewitand. Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin.” 
 
‘FAÎL NEHATIN DARIZANDIN’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Eren Keskînê jî got: “Ji bo rojnamegeriya çapemeniya azad me gelek mirovên xwe winda kir. Yek ji van jî Gurbetellî Ersoz bû. Tenê çapemeniya azad valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar dida. Teqîneke pir plankirî û organîzeyî bû. Ji wê rojê heta niha em li vir in. Yek kes nehate darizandin. Faîl nehatin aşkerakirin.” 
 
‘JI BO HEQÎQET DERKEVE HOLÊ PÊVAJO GIRÎNG E’ 
 
Ji şahidên demê rojnameger Zekîne Turkerî jî got: “Dema wê demê rojnameya me hat bombekirin û 23 kes bi giranî birîndar bûn. Ersîn Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Aqilê dewletê yê wê demê ev kir. Di demên şer de nivîsandina rastiyan pir zehmet e. Ji bo nivîsadina rastî û heqîqetê bedelên giran hatin dayin. Ji bo heqîqet derkeve holê ev pêvajo girîng e.” 
 
‘ME SERÎ NETEWAND’
 
Metna daxuyaniyê, ji hêla xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Ezgî Çardirci Karabeyê ve hate xwendin. Ezgî Çardirci Karabeyê, diyar kir ku Ozgur Ulke dengê Kurdan, gelên bindest, kedkar, jinan bû û got: “Digotin qey wê rojê her tiştek qediya û dawiya Çapemeniya Azad tê. Lê xwe xapandin. Kesên li pey heqîqetê bi dirûşma ‘Rastî dê di tariyê de nemînin’ rêya xwe domand. Di sibeha wê rojê de her kes ser karê xwe bû. Bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ meşa xwe domand. Buroya me tune bû lê em bêxwedî nebûn, em bûn pir kes, em zêde bûn. Tevî hempîşe û dostên xwe yên deriyên xwe li me vekirin, yên li cem me sekinînin, mil dane milên me, me got ‘Xwedî li Ulkeya xwe derkeve’, me li ber xwe da û em li ser şopa heqîqetê meşiyan. Di vê rêyê de me gelek can dan lê me tu caran serî netewand.” 
 
‘EM Ê DENGÊ WAN BI CÎHANÊ RE PARVE BIKIN’ 
 
Di berdewamê de Ezgî Çardirci Karabeyê anî ziman ku wan şahidiya her kêliya têkoşîna man û nemayê ya gel kiriye û hemû êrişên li dijî Çapemeniya Azad bêencam mane. Ezgî Çardirci Karabeyê, wiha domand: “Çapemeniya Azad tu caran bêdeng nema. Salên 90’î salên tarî bûn. Lîsteya hevalên me yên hatin qetilkirin roj bi roj dirêj bû, hevalên me yên çûn nûçeyê lê venegeriyayîn hebûn. Binçavkirin, îşkence, girtin, sirgun, doz, KHK’î, qeyûm û hwd. tu caran kêm nebûn. Dewletê wê demê çi ji gelê Kurd re rewa dîtibe, heman tişt bi serê Çapemeniya Azad ku deng, çav û guhê wan bû jî kir. Lêbelê Çapemeniya Azad her tim ev kevneşopiye domand. Em ji Apê Musayan, Gurbet Ellî Ersoz, ji Ersînan, Ayferan, Denîzan, Nûjiyanan, ji Nagihan, Gulistan, Hero, NAzim, Cîhan, Ezîzan hîn bûn. Em ji mamosteyê xwe Huseyîn Aykol ku bbi roja ye di nexweşxaneyê de ye hîn bûn. Di demeke jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li vê xaka ku em şahidiya her kêliya wê ya biêş kiriye tê hûnandin jî em ê dîsa bi gelan re bin. Em ê dîsa dengê wan bi cîhanê re parve bikin.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin. 
 
 

Sernavên din

03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çeken giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin