ÎZMÎR - Li Îzmîrê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin.
Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê danê sibehê di avêtina ser malan de 5 endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) binçav kirin. Bûrak Mert, Sedanîr Parmaksiz, Adar Ablûk, Helîn Randa û Denîz Ûslû yên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.
Hat hînkirin ku karê îfadeya her 5 kesan dest pê kiriye.
