ÎZMÎR - Prof. Dr. Levent Koker diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştine qonaxeke girîng û got: "Bi çareserkirina vê pirsgirê re, Tirkiye dê bikeve pêvajoya demokratîkbûnê."
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya destpêkirî de hatibû damezrandin, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina ku Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman beşdarî wê bûn, nirxandinên ku pêvajo derbasî qonaxa verastkirina hiqûqî bûye dest pê kirin.
Prof. Dr. Levent Koker, anî ziman ku ji bo pêvajo di asta ku gihaştiye de pêş bikeve pêdivî bi verastkirinên hiqûqî heye û destnîşan kir ku di sepandina pergala hiqûqî ya heyî de hin kêmasî hene û ev tişt got: “Bi taybetî biryarên dadgehan ên ku nehatine bicihanîn hene. Divê ew tavilê bên bicihanîn. Ji bo ku pêvajo ji niha û pê ve pêş bikeve, Serokwekîlê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokomariyê Mehmet Uçum, balê dikişîne ser pêkanîna verastkirineke hiqûqî ya taybet ji bo pêvajoya veguhêziyê. Bêguman, Tevgera Azadiyê ya Kurd a ku xwe fesix kiriye jî, daxuyaniyeke bi vî rengî da. Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd de jî hat destnîşankirin ku pêdivî bi avakirina hiqûqeke veguhêz heye. Bi rastî, pêvajo di vê qonaxê de hinekî girtî maye. Komîsyonê civînek girtî li dar xist, nexasim di der barê serdana Abdullah Ocalan. Wan bi tevahî rave nekirine ka ew ê çi bikin, pêdivî bi zelaliyê heye.”
‘PÊWÎSTIYÊN HIQÛQÎ DIVÊ BÊN KIRIN’
Koker, diyar kir ku divê hin vererastkirinên qanûnî bên kirin û got, pêwîstiyên qanûnî yên der barê entegrasyona demokratîk de divê bên bicihanîn. Koker, destnîşan kir ku divê rê li ber berdana kesên girtî û vegera kesên li derveyî welat bo Tirkiyeyê were vekirin û wiha pê de çû: “Divê vererastkirin çêbin ku dema ev kes bên Tirkiyeyê, tu astengî li pêşiya tevlîbûna wan a siyaseta demokratîk de nemînin. Girtiyên nexweş ên di girtîgehan de divê tavilê bên berdan. Li gel vê yekê, li girtîgehan Lijneya Îdarî û Çavdêriyê heye. Ev sazî ya ku dema tehliyeya girtî tê dema înfaza wan dirêj dike. Em gelek mînakên van biryaran dibînin ku keyfî ne. Di gelek qanûnan de, bi taybetî pênaseya 'terorê' ya di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de, xalên ku binpêkirinên mafan çêdikin hene. Pêwîst e pênaseya terorê bi awayekî ku di warê hiqûqî de tu cudahiyê çêneke û binpêkirina mafên mirovan neke, bê sînordarkirin.”
HIQÛQA VEGUHÊZ
Koker diyar kir ku di vê qonaxê de divê çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyên wê yên tundî û çekdarî were derxistin û li şûna wê demokratîkbûn pêk were û ev yek hevrûbûna bi raboriyê re û nexasim hevrûbûna bi xetên dewletê bi xwe re, pêwîst dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîrokê de der barê berpirsyarên binpêkirinên mafan ên li dijî Kurdan de, polîtîkayeke bêcezakirinê ya pir cidî û demdirêj heye. Ji bo bidawîkirina vê polîtîkayê jî pêwîst e hevrûbûna bi raboriyê re bê kirin. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê were naskirin, pirsgirêka rêveberiyên herêmî heye. Di daxuyaniyên ku îro ji aliyê qesrê ve tên dayîn de, li şûna ku rêveberiyên herêmî bên xurtkirin, berevajî wê, behsa projeyeke ku van rêveberiyan di yek desthilatê de kom dike û di bin wê de rêxistin dike, tê kirin. A rast me hemû tişt gotin, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina komareke demokratîk tiştek nemaye ku me nekiribe. Lê a girîng piştî ku em beşa çekdariyê bi vê hiqûqa veguhêz ve çareser bikin, em ê careke din vegerin van mijaran.”
‘BÊYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE’
Koker, diyar kir ku heke di pêvajoya dawî de gavên pêwîst neyên avêtin, Tirkiye demokratîk nabe û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Bi çareserkirina vê meseleyê re, Tirkiye dê bikeve pêvajoya demokratîkîbûnê. Ev jî bi hiqûqê dibe. Ji ber vê yekê, em ê pêşî bi hiqûqa veguhêz dest pê bikin, paşê jî em ê ber bi çareserkirina stûnên sereke yên pirsgirêka Kurd, wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, pirsgirêka xweserî û mafên çandî ve biçin. Bêyî çareserkirina van pirsgirêkan, demokrasî û hiqûq nayên Tirkiyeyê. Em di qonaxeke krîtîk de ne, em bi kelecanî ne û li gorî çavdêriya min dê vê carê tiştek çêbibe. Di pêvajoya berê de jî ez geşbîn bûm; lê piştî mutabaqata Dolmabahçeyê gelek bêhiqûqî hatin rûdan.”
MA / Ugurcan Boztaş
