HESEKÊ - Gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî Şoreşa Jinan a Rojava mafên xwe yên siyasî û çandî bi dest xistin. Hevserokê Meclisa Ermenan Iyrvend Kesperiyan ku di vê pêvajoyê de kurekî xwe winda kir, got: “Êdî rêz ji bo me tê girtin. Heke em hatibin vê astê, ev bi xêra heval Apo ye. Me, xwe bi felsefeya wî nas kir.”
Rejîma Baasê ku di sala 1963’yan de li Sûriyeyê bû îktîdar, bi salan li ser neteweperestiya Ereb hemû gel û baweriyên cuda tune hesiband. Piştî şerê navxweyî yê di sala 2011’an de dest pê kir, ev rewş guherî. Hebûna rejîmê ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bidawîkirin û pergaleke ku hemû gel û bawerî tê de cih digirin hate avakirin.
Di pergala ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate avakirin de hemû gel û baweriyan meclis û saziyên xwe ava kirin. Ermenên ku piştî Qirkirina Ermenan a 1915'an koçî herêmê hatibûn kirin jî di vê avakirinê de cihê xwe girt. Ermenên li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê dijîn, di pêvajoya Şoreşa Rojava de mafên xwe yên siyasî û çandî bi dest xistin.
Di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de komele û nûnertiyên siyasî ava kirin. Di meclisên Rêveberiya Xweser de cih girtin. Her wiha di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî avadaniyeke nû ava kirin. Dibistanên ku bi zimanê Ermenkî dersê didin hatin vekirin û navenda çandê ya Ermenan kete meriyetê.
DI SERDEMA QIRKIRINÊ DE KOÇ KIRIN
Malbata Iyrvend Kesperiyan (Salih Îsmaîl), di serdema Qirkirina Ermenan de koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Li Hesekê ji dayik bûye û niha jî Hevserokê Meclisa Ermenan e.
Kesperiyan ê 75 salî, got: “Min ajokarî dikir. Min ji bo rejîmê 3 sal û nîvan leşkerî kir. Piştre jî min dikanek vekir. Pîşeya Ermanan e. Min jî dikana hesinan vekir. Min derî û pace çêdikir.”
Kesperiyan, da zanîn ku di serdema rejîmê de li ser wan zext hebûn û piştî çalakbûna DAIŞ’ê li herêmê jî bi gefên hin malbatên Ereb rû bi rû mane.
DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DE KURÊ XWE WINDA KIR
Çar kurên Kesperiyan li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Kurê wî yê bi navê Azad jî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. Kesperiyan, got ku tevî vê jî dev ji têkoşîna xwe bernedane û got: “Min ji wan re got ‘hûn nikarin li ber xwe bidin, hûn ê tiştên di dema Qirkirina Ermenan de hatine jiyîn, dîsa bijîn.’”
Bi domdarî Kesperiyan, anî ziman ku gelê Ermen û Kurd bi hev re jiyaye û bi hev re têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Piştî avakirina komunan, me jî di van xebatan de cih girt. 7 sal in xebatên komunan dikim. Me piştgirî dida malbatan. Me alîkarî dida nexweşxan. Pêwîstiyên wan ên weke sotemenî û avê me pêşwazî dikir.”
JIN Û CIWANAN XWE BIRÊXISTIN KIR
Di berdewamê de Kesperiyan anî ziman ku piştre di xebatên Meclisa Ermenan de cih girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de alîkarî hate dayin. Me cihê xwe ava kir. Me 6 kesan di meclisê de cih girt. Me heta niha hem Yekîneya Jinan ava kir hem jî ciwan birêxistin kir. Di heman demê de me li Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrazor û Reqayê meclis ava kir. Me saziya xwe ya çandê ava kir. Weke Meclis em bi pirsgirêkên civaka Ermen re eleqedar dibin. Me piştgirî da 25 hezar malbatan. Tevahiya Ermenan bi meclisan re ne. Cihê wan çêbûn, dibistan hatin avakirin.”
REWŞA BERIYA REJÎMÊ Û PIŞTRE
Kesperiyan, behsa rewşa beriya rejîmê û piştî rejîmê vegot û ev tişt anî ziman: “Di serdema rejîmê de me xwe nas nedikir. Tu mafên me nebûn. Me koletî dikir. Piştî hatina hevalan (HSD), rewşa me baş bû. Zarokên me ji xwe re kar peyda kirin. Me xwe naskir.”
Di heman demê de rexneyên Kesperiyan ên ji bo Rêveberiya Xweser jî hene û dibêje: “Hêj jî cih nedane me. Hemû cihên me em kirêyên wan didin. Cihên berê yên Ermenan dan Suryanan. Em dixwazin wan jî bidin me. Me ji Suryanan dihesibînin.”
‘ME BI FELSEFEYA HEVAL APO XWE NAS KIR’
Kesperiyan, axaftina xwe wiha domand: “Bi şoreşê re me xwe nas kir. Em dizanin ku êdî cihekî me heye. Ji bo me rêz tê girtin. Em di hemû civînan de cih digirin. Kurd, Ereb, Ermen tevek tê de cih digirin. Vê rewşê jî eleqeya xwe bi felsefeya Heval Apo re heye. Felsefeya wî demokratîk e û pêkvejiyana gelan esas digire. Heval Apo her tim dibêje ‘Bila çavê we li Ermenan be. Ermen, parçeyeke ji Kurdan e, divê mafên wan bên naskirin.’ Ev felsefe ya wî ye. Em dbiêjin ‘Bijî Apo.’ Heke Ermen hatibin vê astê, ev bi xêra felsefeya Apo ye. Em felsefeya wî dixwînin. Apo ruhê me ye, serokê me ye. Heke ne ji Apo bûya, em jî dê nebûna. Felsefeya wî em anîn vê astê. Me, bi felsefeya wî xwe nas kir.”
'DIVÊ WERE BERDAN’
Kesperiyan bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Wiha nabe, dê Apo derkeve. Heke Heval Apo derkeve dê edalet pêk bê. Ne tenê li Sûriyeyê, dê ji bo hemû gelan edalet bicih bê. Felsefeya wî gelek xurt e. Divê serokê me di nav me de be, em li wî guhdarî bikin, li felsefeya wî guhdarî bikin.”
MA / Azad Altay
