ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê Vezîr Coşkun got ku Tirkiye piştgiriyê dide NATO’yê ku lêçûnên ji bo parastinê zêde bike û Fîdan jî ji bo vê hewl dide welatan qaneh bike.
Hevdîtinên Bbudçeya 2026’an ên li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak di hevdîtina budçeya Wezareta Parastinê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê de axivî û got ku axaftina li ser budçeya MSB’êdi heman demê bi awayekî neyekser axaftina li ser budçeya NATO û hewldana biçekbûnê ya kûrewî ye û got: “Ji ber ku Tirkiye lêçûnên xwe bi NATO’yê re bi koordîneyî dimeşîne. Di lûtkeya NATO’yê ya di Hezîranê de endamên wê biryar dan ku budçeya parastinê ji sedî 5’ê zêde bikin. Em tevek dizanin ka NATO’yê çima ev biryar da. DYA bi aşkerayî ji NATO û welatên Ewropayê re dibêje ‘madem cendirmetiya dinyayê ez ê bikim, wê demê divê hûn bêhtir pereyan xerc bikin.’”
GEFA RÛSYAYÊ
Parlak, diyar kir ku welatên Ewropayê bi hinceta gefa Rûsyayê bêhtir piştgiriyê didin lêçûnên leşkerî û wiha pê de çû: “Bêhtir biçekbûn dê bi xwe re aştiyê neyîne. Biçekbûn, girêkek e. Her ku biçekbûn zêde dibe, binhişê gefê jî mezintir dibe. Û ev jî bi xwe re bêhtir biçekbûnê tîne. Di dawiya dawî de jî lê dinêrî ku her du aliyan xwe bi çekan raxistiye û dîmeneke tirsnak derdikeve holê. Di sedsala 20’an de mirovahiyê bedelekî vê ya giran da. Nêzî şerê nukleerî bû. Yên di vê girêka biçekbûnê de bi ser dikevin jî siyasetmedarên otorîter in ku tirs û fikara civakê ya ewlehiyê sor dikin û hêza xwe konsolîde dikin in.”
JI BO ZÊDEKIRINA LÊÇÛNÊN PARASTINÊ BÛ ALÎKAR
Parlak, bi lêv kir ku endustriya çekan a kûrewî û bazirganên çekan bêhtir qezencê bidest dixin û wiha got: “Ji ber hesasiyetên erdnîgariya em li dijîn û ji ber rewşa aborî û civakî, diviyabû Tirkiye li dijî vê biçekbûnê derketa. Lê mixabin bi dilxwazî û bi çavsorî dibe parçeyekê wê. Di lûtkeya NATO’yê ya li Laheyê de Tirkiyeyê piştgirî da lêçûnên parastinê. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, hewl da welatên li dijî verastkirinê derdikevin qaneh bike. Ev rewş bi tu awayî bi xêra gelên Tirkiyeyê nîne. Wezîrê ku divê polîtîkaya wî ya derve li ser esasê aştiyê be, berevajî vê hewl dide welatan ji bo biçekbûnê qaneh bike.”
'LÊÇÛNÊN TIRKIYEYÊ DÊ HEMAN BANDORÊ NEKIN’
Parlak, got: “Ez, lêçûnên parastinê yên endamên din ên NATO’yê jî rewa nabînim. Lêbelê li Almanyayê dahata serê neferî ya li Almanyayê 50 hezar dolar û dahata serê neferî ya li Tirkiyeyê jî 10 hezar dolar e. Anku lêçûnên Tirkiye dike dê heman bandorê li gel neke. Dê Tirkiye encamên pir girantir bijî. Her qirûşê ji bo lêçûnên makîneya şer a NATO’yê tên xerckirin, pereyê perwerde, tenduristî, zarok û pêşeroja vî gelî ye. Di vê budçeyê de em careke din bûn şahid, hilberînerên çekan ji kontrola saziyên dewletê û venêrîna civakê tên derxistin. Hema hema rexneyên li dijî wan di asta xayîntiya li welat de tên destgirtin.”
'HER KES DIBÎNE ÇARESERÎ ŞER NÎNE’
Parlak, axaftina xwe wiha qedand: “Misogeriya aştiya herêmê biçekbûn nîne, demkrasî û azadî ye. Welatên Ewropayê bi sedan salan şer kir, bi milyonan kes mirin û piştî wê wehşetê, dîtin ku çareserî di aborî, civak û têkiliyên siyasî de ye. Divê Tirkiye jî bi dewlet û gelên cîran re têkiliyeke li ser bingeha wekhevî û hiqûqê pêş bixe. Pêşeroja dinya û herêma me ne di şer, emperyalîzm û hegemonyayê de ye, di enternasyonala li ser bingeha wekheviyan gelan de ye.”
