Bîra berxwedana jina Kurd: Mestûre Kurdistanî

img

WAN - Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19’emîn de bi nasnameya xwe ya helbestvanî û dîroknasiyê, li dijî serdestiya mer û tunehsibandinê bû yek ji sembolên têkoşîna jinan. 

 
Di seranserê dîrokê de jinên Kurd hem barê înkarê hem jî barê berxwedanê ser milên xwe hilgirtine. Bi dengên xwe yên bêdeng û hebûna xwe ya nedîtî, wan her gav dizanîbûn ku di her serdemê de çawa dîsa rabin ser pêyan. Dîroka jinên Kurd ne tenê dîroka êşê ye, lê di heman demê de dîroka berxwedan û îradeyê ye jî. Mestûre Kurdistanî yek ji wan jinan e ku dengê xwe li dijî serdestiya mêran, zordestiya siyasî û marjînalîzekirinê bilind kiriye. Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19'an de jiya û hem helbestvan û hem jî dîroknas e. Jiyana wê, yek ji mînakên têkoşîna rewşenbîrî û dîrokî ya jinên Kurd e. 
 
DI DÎWANA HELBESTVANAN DE   
 
Mah Şeref Xanim anku Mestûre Kurdistanî di sala 1804'an de li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê ya navenda Mîrgeha Erdelanê di nav malbata Qadiriyan ji dayik bû. Mestûre Kurdistanî, keça Ebdulhesen Beg e ku yek ji navdarên herêma Erdelanê ye. Piştî nakokiyên di navbera Waliyê Sineyê Xusro Xanê Nakam û malbata Qadiriyan de hatine çareserkirin, bûye hevjîna Xusro Xan. 
 
20 HEZAR QESÎDE Û XEZEL  
 
Hevjînê wê bi xwe jî helbestvan bû û ji helbestan hez dikir. Mestûre Kurdistanî û hevjînê xwe gelek moxazîle kirine û dîwanên wan jî vê rastiyê vedibêjin. Mestûre Kurdistanî, di hûnandina helbestên Kurdî û Farisî de xwedî pênûseke bi hêz û xurt bû. Mestûre Kurdistanî, di sedsala 19'an de ku heta axaftina jinan jî qedexe bû û şerm dihat dîtin, wê serhildana xwe bi huner û helbestên xwe yên bi bandor û bihêz kir. Li gorî nivîskarê dîrokê ya Hedîqeya Nasiriyê ku pismamê Mestûre Kurdistanî bû, Mestûre Kurdistanî zêdetirî 20 hezar qesîde û xezel nivîsandiye. Lêbelê li gorî pirtûka "Tuhteya Nasiriye" ku çavkaniyek din a dîroka Kurdistanê ye dîwana helbest û xezelên wê nêzî deh hezar in. Lêbelê li gorî çavkaniyên ku hatine kirin helbestên Mestûre Kurdistanî yên ku hatine komkirin û weşandin 2 hezar malikan zêdetir nîn in ku ew jî 20 sal beriya niha ji aliyê Serokê Saziya Mearîfa Sineyê û Mîrza Esedulah Xanê Kurdistanî ve hatine weşandin. 
 
Li Kurdistanê zimanê wêje û helbestê li Erdelanê devokeke taybet a diyalektîka goranî bûye. Mestûre Kurdistanî jî helbestên xwe bi vê dîyalîktikê hûnandine. 
 
'ÇAVÊN MIN BI XWENDINA PIRTÛKAN RONÎ GIRT’  
 
Mestûre Kurdistanî ku yek ji lêkolîner a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, di sedsala 19'an de li rojhilatê Kurdistanê bajarê Sineyê pirtûka xwe ya "Dîroka Erdelanê" dinivîse. Pirtûka wê ya ji 185 rûpelan pêk tê, behsa dîroka Erdelanê dike. Mestûre dema ku dest bi pirtûka xwe dike, di destpêkê de xwe wiha dide naskirin: “Ez, Mestûreya keça camêrê rehmetî Ebulhesen Begî kerema Xwedayê mezin û dilovan ji dayîk û bavê xwe Kurdistanî me. [van agahiyan] Arasteyî zanyarên gotarbej û zanayên hunerwer dikim. Piştî ku bi arava bavê ku stêrka esmanê hişmendî û xora cîhana aqili ku rehmet li gora her duyan be, peyda bûm, bi bereketa bû û hezeke xwezayî ji bo perwerdekirina zarokan û bihêzkirina pirtikên cergê xwe [zarok] hebû, bi taybetî ez a ku yekem gula wê gulistanê û yekem şêneya wî baxî bûm, tilîyên destê min hînî pênûsê bûn û çavên min bi xwendina pirtûkan ronî girtin. Hin caran hezeke sirûşti ji bo xwendina pirtûkan di min de çêdibû. Heya rojekê çavên min bi dîwanên pêşînîyan û berhemên nivîskarên serdemê ketin. Di nav wan da jî min pirtûkek dît ku der barê dîroka Kurdan û vê herêmê [Erdelanê] de hatibû nivîsandin. Piştî xwendinê min dît ku der barê rewşa Kurdistanê da hatiye nivîsandin. Tevî ku şerheke berfireh jê hatibû nivîsandin, lê ji ber ku beşek biçûk jê mabû, ez ku şitlek im di bax û gulistana wê behiştê de û nifş piştî nifşê ji vê xanedanê paş ketibûm, lê niha şanazîyê bi têkiliya xwe û wê malbata hêja dikim, min pêwîst dît ku bi sirûşteke bîrewer û mejîyekî rexnegir wê berhemê temam bikim û min dest bi nivîsîna van çend xêzan kir û min li gorî naveroka berhemên dîrokî û çavkanîyên devkî û tiştên ku bi çavên serê xwe dîtin, rewş û rûdanên serdema sinsileya Erdelanê di vê pirtûkê da nivîsand û hêvî dikim ku xwîner duaya xêrê ji bo min bikin." 
 
PIRTÛKA MESTÛREYÊ YA BI NAVÊ DÎROKA ERDELANÊ   
 
Mestûre Kurdistanî, di pirtûka xwe de behsa dîroka Erdelaniyan dike û Erdelaniyan û serdemên desthilatdariyên Erdeleniyan yek bi yek vedibêje. Di pirtûka Mestûrê de desthilatdarên ku hene navên wan yek û yek wiha ne: “Nijada Babe Erdelanî da, Desthilatdariya Babe Erdelanî, Desthilatdariya Kulolê Kurê Babê Erdelanî, Desthilatdariya Xizirê Kurê Kulolî, Desthilatdariya Îlyasê Kurê Xizirî, Desthilatdariya Xizirê Duyem Kurê Îlyasî, Desthilatdariya Hesenê Kurê Xizirê Duyem, Desthilatdariya Bablolê Kurê Hesenî, Çîroka Desthilatdariyê Munzerê kurê Bablolî, Desthilatdariya Me'mûn Begê Kurê Munzerî, Der barê Xweseriya Bêge Begî da, Desthilatdariya Me'mûn Begê Duyem, Desthilatdariya Sorxav Begî û bûyerên serdemê, Desthilatdariya Sultan Elî Begê kurê Sorxav Be, Desthilatdariya Teymor Xanê Kurê Sultan Elî, Helo Xan, Der barê Hukimdarîya Xan Ehmed Xanê Kurê Helo Xanî da û Kurteyek ji Mêrxasiya Mîrê Cîhangîr, Silêman Xan Kurê Elemûdinê Kurê Teymûr Xanî û Kurteyek li ser Jiyana Wî, Kelb Elî Xanê Kurê Silêman Xanî, Der barê Desthilatdariya Xan Ehmed Xanê Duyem da û ji destana Desthilata di jêr bandora bêezmûnî û nezanîyê da, Xusro Xanê Kurê Silêman Xanî, Qeyûmtiya Teymûr Xan Ecerlû li Kurdistanê, Xan Ehmed Xanê Duyem, Der barê desthilatdariya Muhemmed Xanê Kurê Xusro Xanî û Şerê wî li gel babanan, Desthilatdariya Muhammed Xanê Gurcî li Sineyê, Desthilatdariya Hesen Qulî Xanê Kurê Muhemmed Muimin Xanê Îtîmadeldewle, Desthilatdariya Huseyn Qulî Xanê Kurê Muhemmed Muimin Xanê Îtîmadewle, Ebas Qulî Xan, Elî Qulî Xan, Subhanwêrdî Xan, Hikûmeta Mistefa Xanî, Xan Ehmed Xanê Duyem, Serdema Qeyûmtiya Mewla Wêrdî Xanî, Desthilatdariya Heselelî Sultanê Kurê Ebas Qulî Xanî, Qeyûmtiya Muhemmed Riza Begê Gurcî, Desthilatdariya Subhanwêrdî Xanî (cara heştan), Hesenelî Xan, Desthilatdariya Kerîm Xanê Kurê Ebas Qulî Xanî, Desthilatdariya Xusro Xanê Duyem, Xusro Xanê Duyem (cara duyem), Desthilatdariya Lutfelî Xanê Kurê Sibhanwêrdî Xanî, Hesenelî Xan, Emenulah Xan, Xusro Xanê Duyem, Riza Qulî Xan, Emunullah Xanê Duyem, Riza Qulî Xan (cara duyem), Xusro Xanê Ermenî û Emanula Xanê Duyem. “
 
LI SILÊMANIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA   
 
Di sala 1848'an de bi sedema hin bûyerên ku li mîrgeha Erdelanê rû didin Mestûre Kurdistanî  tevî kurmetê xwe Huseyn Qulî Xanî koçî bajarê Silêmanê yê Herêma Federal a Kurdistanê navenda mîrgeha Babanan dike. Mestûre Kurdistanî, di sala 1264'an de di temenê xwe yê 44'an de çû ser dilovaniya xwe. Mestûre Kurdistanî, pêşiya ku nemire bi vê gotinê koç dike: “Du sê roj in ku ji ber sedema nexweşiyê tayê têngermiyê avêtiye can û bedena min. Ka bizanin xwedê çi dixwaze.”
 
BÛ ÎLHAMA JINA KURD   
 
Mestûre Kurdistanî, di serdema xwe de ku serdemeke ku hemû tişt li dijî hebûna jinê bûn, bi têkoşîna xwe û hebûna xwe ya hûnerî mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Mîrateya Mestûrê li pey xwe hiştî bû îlhama têkoşînê. Ev mîrateye ku îlhamê dide jinên Kurd. Peykerê Mestûreyê niha weke berhemeke dîrokî li qada bajarê Sineyê hatiye danîn. 
 
Pirtûka Mestûre Kurdistanî ya bi navê "Dîroka Erdelanê" ji aliyê sê nivîskarên Kurd ve bi weşanxaneyên cuda hatiye çapkirin. 
 
MA / Zeynep Durgut      

Sernavên din

10:16 Gelê Semsûrê dê li Qada Stasyonê bin
09:55 Bîra berxwedana jina Kurd: Mestûre Kurdistanî
09:31 ‘Gaxan ruhê jiyana komunê ye’
09:21 Siyasetzan Aksoyoglû: Dixwazin pêvajoyê bi Sûriyeyê ve girê bidin
09:13 Li Wanê êdî gel nanê kartû dikire!
09:05 Di salekî de bi 100 hezar kesan çanda devkî ya Kurdî dan guhdarkirin
09:03 Ji siyasetmedaran banga tevlibûna mitînga 4'ê Çileyê
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2025'AN
30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN