Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin

  • rojane
  • 15:13 14 Kanûn 2018
  • |
img
MEXMÛR - Bi hezaran şêniyên Kampa Mexmûrê, ber bi nûnertiya NY’ê ya Mexmûrê ve meşiyan, êrîş şermezar kirin û bang li hemû hezên eleqedar kirin ku helwest xwe nîşan bidin. Piştî meşê di daxuyaniya hat dayîn bang li gelê Kurd hat kirin ku dakevin qadan.
 
Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevê din a balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. Girseya gel a ku li ber avahiya Navenda Çanda Mexmûrê kom bû, ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiya. Di meşa ku bi hezaran kes tevlî dibin de, bê navber dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, alên HPG, PKK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.
 
Piştî meşa ku şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî tevlî, li ber avahiya Nûnertiya NY’ê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hat xwendin wiha ye:
 
“Em weke gelê penaber ê Mexmûrê êrîşa ku li ser nirx û hebûna me pêk hatî û 4 hemwelatiyên me şehît ketin, hemû hêzên li hemberî vê bûyekê bêdeng dimînin û hevkarên van kiryaran şermezar dikin.
 
Bi konseptekê êrîşên hemwext pêk anîne, dewleta dagirker li her qadeke ku Kurd serkeftin û destkeftiyan bidest dixin, êrîş dike. Ev êrîşa li ser Mexmur û Şengalê xweranegirtina dewleta Tirk a li hemberî hêza gelê Kurd e.
 
Gelê Wargeha Mexmur ku 25 salin li xaka Başûrê Kurdistanê dijî, bi dehan caran bi êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê re rû bi rû maye. Ji ber van polîtîkayên belavkirin û tasfiyekirina wargehê, vî gelî bi neçarî 8 wargeh guhertine. Gelê wargehê ku bi erêkirina Komara Iraqê û NY’yê lis er vê xakê bicîh bû, di nava 2 salan de 2 caran rastî êrîşên hewayî hat û carekê 5, carekê jî 4 hemwelatiyên wê hatin şehîdkirin. Ruxmê ku wargeheke sivîl e û dibin parastina NY’ê de ye, pêkahatine van êrîşan bi serê xwe bêberpirsyartiya hêzên peywendîdar radixe ber çavan. Em Kurd in û li Başûrê Kurdistanê dijîn. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel, ruxmê ku di bin sîwaneya NY’yê de ye bêdengiya NY’ê û li beramberî îhlalkirina sînorê dewletê, bêdengiya dewleta Iraqê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û nirxên wê dide diyarkirin. Mexmur qada destpêkê ku dijminê mirovahiyê DAIŞ lê hatiye şikestin e.
 
Bêguman em baş dizanin ku ev êrîş ne tenê bi destê dewleta Tirk pêk tên, ev êrîşên li ser nirxên gelê Kurd, di asta navnetewî de ne. Girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me, biryara derbarê hersê pêşengên şoreşa me û ev êrîş berdewama komploya navnetewî ne û di encama tavîzdayîna hêzên ku hesabên wan li ser Rojavayê Kurdistanê hene de, pêk tên.  ­Her weke kî ku ji Erdogan re gotibin, ‘Li Rojava em hene, ji ber wê li gorî pîvanên me tevbigere, lê li beramberî wê tu dikarî li cihên din hinek tiştan bikî.’ Her dema ku li Rojava pergal dibe mijara nîqaşê û dewleta Tirk li wir tengav dibe, êrîşî cihên din dike. Careke din dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, tevahiya cîhanê rola 3 meymunan dilîze, ‘Min nedîtiye, ne hibîstiye û ez tiştekî nizanim’. Di van êrîşan de zagonên NY’ê, sînorê dewleta Iraq û peymana Cinêv tê binpêkirin, lê belê yek ji van aliyan dengê xwe dernaxîne. Ev jî hesabên qirêj û veşartî dide diyarkirin.
 
Bêdengmayîn pejirandin û desturdayîna ji bo êrîşên nû ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de êrîşeke hewayî liser Wargeha Mexmur pêk hat û di encamê de 5 hemwelatî şehît ketin. Lê tevhî hemû hewldan û bangawaziyan jî, NY li erk û berpirsyariya xwe xwedî derneket û rêya êrîşa ku 13’yê Kanûna 2018’an pêk hatî, hiştibû. Ji ber vê yekêem NY, dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixwînin ku li ser erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Qet nebe rûmeta xwe biparêzin, êrîşên li ser penaberên mêvanên xaka wanin û bidin parastina wan de ne, destek nekin, lê li berberamberî êrîşan berteka xwe nîşan bidin. Weke gelê wargehê em dipirsin; gelo wê berteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê çi be? Wê bersiva dewleta Iraqê li beramberî êrîşa li ser xaka wan çibe?
 
Em wekî penaberên Mexmur dibêjin hebûna me bi nirx, destkeftî û nasnameya Kurdîniyê bi wate dibe, li hemberî zor û zehmetiyan berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û wê ji îro pê de jî hebûn û jiyana me liser xeta berxwedan û têkoşînê be. Seferberiya niha li Rojava hatiye destpêkirin, em silav dikin û bang li tevahiya gelê Kurd yê li welat û derveyî welat dikin ku ji bo hebûn û nirxên xwe, ji bo serxistina xeta mirovahiyê dakevin qadan û bi şîara ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tevlî seferberiyê bibin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimre dagirker û emperyalîst”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bidawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê girseya gel vegeriya Navenda Çand û Hunerê û cenazeyên 4 jinên jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Goristana Şehîdan ve birin.

Sernavên din

18/12/2018
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan
19:02 Ji bo Bendava Dîcleyê qalpax anîn
16:59 Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
16:52 Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye
16:42 Rojnameger Oktay Candemîr hat binçavkirin
16:31 Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
16:28 Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
16:06 Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
16:05 Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome
15:53 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:18 Mamosteya wêneyê xizaniyê parve kir, ji peywirê hat girtin
15:17 Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir
14:24 Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
14:24 Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
13:56 Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand
13:38 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
13:10 Macarîstan dê 200 esker li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih bikin
12:57 7 sal û 5 meh ceza li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
12:29 Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin
11:56 Kedkar: Çareseriya krîza aborî aştiya bi kurdan re pêkan e
11:14 330 hezar kes li bêkaran zêde bûn
10:32 Rojnameya Evrenselê buha nekir lê rûpel kêm kirin
10:04 Hevjînê dayika Taybet: Xwezî ew gule li dilê min biketa
09:47 36 hezar welatiyên Sûriyê dê di 31'ê Adarê deng bidin
09:24 ‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’
09:23 Li Êlihê, daxuyaniyê çapemeniyê kirin bi pere!
09:22 ‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’
09:21 Pereyên Şaredariya Midyedê bi ku ve diçin’
09:21 110 saliye, 5 zarok û 30 neviyên wê hene, lê hêj qeyda wê tuneye
09:20 Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef: Sedefkarî paşve diçe
09:19 Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe
09:18 Kaya yê 18 salin şopa îşkence li heye: Divê ji bo dengê Guven her tişt bê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN
16/12/2018
17:39 Li Efrînê çalakî: 10 komên çekdar hatin kuştin
17:15 Gelê Dêrik û Girê Spî êrîşa Tirkiye ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
16:50 Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
16:22 Ozsekmenler: Em dê ji herêmê de dest bi guhertinê bikin
15:51 HDP li Îskenderûnê bi gel re hat cem hev
15:46 Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê
14:22 Li Şirwanê ji eskerên derketibûn operasyonê 10 jê birîndar bûn
14:16 Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
13:54 Bûldan: Gever dê qeyûmên erîşî nirxan dike bişîne Enqereyê
12:19 Prz. Esra Kiliç: Di bin çavan de muwekîlên min derb kirin
12:10 Yolerî: Îhlalên mafan li Stenbolê ji 320'an derket 703'an
11:23 Li Girtîgehan koma sêyemîn greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewir girtin
10:20 Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin
09:07 AKP beriya hilbijartinê polîs û eskeran li nifûsa Şirnexê qeyd dike
09:05 Li girtîgeha Xarpêtê bi hinceta 'ewlehiyê' pirtûkên kurdî nadin girtiyan
09:03 Zivistana li vir dijwar e, lê dîsa jî roj di 5'an de dest pê dike
09:01 Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN
15/12/2018
21:41 Partiyên kurdan êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
20:46 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan
20:39 Dema binçavkirinê ya 35 HDP'iyan hat dirêjkirin
19:42 'Girtiyê nexweş Ozdemîr nikare bi tena serê pêdiviyên xwe bi cih bîne'
18:11 Rêvebirê HDP'a Osmaniyeyê Babrak hat girtin
17:15 Kaya: Girtîgeh dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin
16:12 Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:53 Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin
15:52 Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê kujerên faîlan pirsîn
15:44 Demîrtaş: Civaka Tirkiyeyê dê bigîhîje daraza bêalî
15:21 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Emê bi hevre têbikoşin
15:10 Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin
14:50 TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir
14:42 ‘Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin’
14:39 Jinan krîza aborî nîqaş kirin
14:29 Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova
14:09 Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin
13:59 Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî ye
Hamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin
13:58 Dayikên Şamiyê: Emê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
13:41 Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e
13:23 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
13:16 Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev
12:56 Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê
10:14 Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin
10:14 Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye
09:42 Hikûmeta Iraqê nota da Tirkiye
09:37 Li Osmaniyeyê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
09:23 Qedexeya li Lîcê, Pasûr û Farqînê hat rakirin
09:09 Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn