Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê

  • rojane
  • 12:56 15 Kanûn 2018
  • |
img

ENQERE – Rojnameger-nivîskar Veysî Sarisozen diyar kir ku heke DYA destûra destwerdana eskerî ya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona DYA’yê ya li herêmê dakeve sifirê. 

 
Rojnameger-nivîskar Veysî Sarisozen, gefên Tirkiyeyê yên destwerdanek eskerî ya muhtemel li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. 
 
Sarisozen wiha got: “Êrîşek muhtemel a dê ne li dijî Rojava be, dê li dijî tevahiya Sûriyeyê pêk bê.” Sarisozen diyar kir ku DYA bi êrîşên hewayî yên li dijî Mexmûr û Şengalê operasyona AKP’ê ya di vî warî de helwesta wan test dike. 
 
Sarisozen anî ziman ku DYA di daxuyaniya da de nokteyên girûzekî di nav xwe de dihewîne û got: “Di daxuyaniyê de tê gotin operasyona Tirkiyeyê ya li qada eskerên DYA’yê lê ne endîşe dê bide. Encama ji vê yekê derkeve; li cihê eskerên DYA’yê nînin li dijî opersyonek muhtemel pozîsyona DYA dê bigire hêj ne diyar e. Ji ber vê yekê jî gelek nediyarî hene.” 
 
‘A XISÛS EW E KU DÊ DYA ÇI BIKE?’ 
 
Sarisozen da zanîn ku Tirkiye li dijî berxwedana YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku da nîşandan di nava tirsê de ye û wiha got: “Tirkiye dixwaze serkeftina YPG’ê asteng bike. Ji bo Tirkiye xwîn bide çeteyên DAIŞ’ê tevdigere. Bi qasî ku em dibînin heke ev destwerdan pêk were dê çeteyên di bin navê OSO’yê de jî beşdar bibin. Bi îhtîmalek mezin dê dewleta Tirk çeteyên OSO’yê wê wek mayînan derxe pêş. Rewş li vir krîtîk e. Gelo dê DYA destûra qada hewayî bide Tirkiyeyê? Ev pirs gelek girîng e. Heke seha hewayî neyê vekirin, eskerên dewleta Tirk û çeteyên OSO’yê nikarin xwe li hember têkoşîna gelê kurd bigirin. Me vê di şerê Efrînê de dît. Heke li Efrînê seha hewayî nehata vekirin, eskerên Tirk û komên çeteyan nikaribûn li hember hêzên YPG’ê li ber xwe bidin û nikaribin tiştek bikirina. Ji ber vê yekê jî xisûsa bingehîn ew e ku DYA dê çi bike?” 
 
HESABÊN TIRBEYA SULEYMAN ŞAH 
 
Sarisozen destnîşan kir ku AKP dixwaze bi operasyona eskerî hesabên mîna Tirbeya Suleyman Şah carek dibin bibe herêma Eşme ya niha di bin kontrola YPG’ê de ye û got: “Ji bo operasyonek wiha bikin divê derbasî Rojava bibin. Ev jî tê maneya pevçûnek mezin. Ji ber vê yekê dewleta  Tirk di polîtîkaya xwe ya bi israr dewam dike. Û dem dema vê êrîşkariya wan bê paş de xistin e. Ez wisa  texmîn dikim ev lîstika wan dawî ye. Heke dewleta Tirk li vir bê qewirandin, carek din nikare Rojava tehdît bike.” 
 
'PÊDIVIYA DYA BI DESTEKA ROJAVA HEYE’ 
 
Sarisozen da zanîn ku heke DYA destûra operasyonê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê ya li Rojava dakeve sifirê û wiha domand: “Ev yek dê ji bo DYA bibe qûmar. Ya esas jî di hedefa stratejîk a DYA’yê de ji bilî DAIŞ’ê zêdetir dewleta Îranê ye. Heke bixwaze li dijî Îranê astengiyekê çêbike pêdivî û desteka wan hin bêtirîn bi Rojava heye. Yanî li şûna bêtir Rojava destek ji DYA bixwaze niha DYA bêtir destekê dixwaze. Ji ber vê yekê dema mirov bi awayek stratejîk lê dinêre, DYA dê qet çavê xwe ji operasyona dewleta Tirk re negire. Çavgirtina DYA gelek zeîf xûya dike.” 
 
‘JI BO DYA NE HÊSANE’
 
Sarısozen, da zanîn ku DYA ji bo hêzên Kurdan “bikişîne xeta xwe” heya cihekê dibe ku destûrê bide operasyonên Tirkiyeyê û wiha bilêv kir: “Ji destpêkeve, DYA ji bo Rojava û PKK’ê bîne beramberî hev, hin gavan davêje. Em hemû vê dibînin. Yanî ew dixwazin Rojava bikin weke Başûr û ji bîrdoziya Ocalan dûr bixin. Lê êdî pir derenge. Ji ber ku gelê Rojava, weke gelê Apocî xwe birêxistin kiriye. Nêrîn û baweriyek wê ya xurt heye. Ji ber vê gel ji vê baweriyê dûrxistin ji bo DYA ne hêsane.” 
 
‘DEWLETA TIRK ÊDÎ NIZANE ÇI BIKE’
 
Sarisozen, bal kişand ser pêşketinên li Îdlibê jî û wiha pê de çû: “Di mijara Îdlibê de helwesta rêveberiya Rûsya û Şamê zelale. Ev dibêjin ku, divê çete ji Îdlibê derkevin. Lê li aliyê din jî, bi dewleta Tirk re têkiliyên wan ên dîplomatîk bi hevre hene. Rûsya, ji bo ku AKP’ê di hilbijartina herêmî de bi ser bikeve, difikire ku operasyona Îdlîbê taloq bike. Rûsya dê bêje ku, ‘tu hilbijartinan qezenc bike û ezê jî çeteyên cîhatçî ji Îdlibê paqij bikim. Mijara li vê derê girîng, dewleta Tirk dinava  dengeyên stratejîk ên Rojhilata Navîn  de dixwaze cembaztiyê bike. Lê her ku diçe qad lê teng dibe. Mînak di lihevketina Ukrayna û Rûsyayê de, dê pirsgirêkên krîtîk ên Karadenîzê derbikevin holê. Kurt û kêmasî dewlet Tirk êdî nizane çi bike. Di rewşekê  şaşwaz deye. Di warê Sûriyeyê de divê bi Rûsya re hereket bike, lê di aliyê Karadenîzê de jî divê bi Ukrayna re hereket bike.”
 
ŞIBANDINA 'MASÎGIRÊ XEŞÎM’
 
Sarisozên, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê tabloyê de, cihê AKP’ê yê di polîtîkayên derve de, weke ku lingekê wî di keştiyê debe û lingekê din jî li ser îskelê be. Yanî dişibe ‘masîgirê xeşîm.’ Çawan ku kêştî bikeve nava tevgerê, dê bikeve nava avê. Tu ferqa vê pozisyona dewleta Tirk, ji ya masîgirên xeşîm tuneye. Ji ber vê dê bazar çêbin. Weke me gotî Rûsya ji bo hilbijartinê dê operasyona Îdlibê taloq bike. DYA ji bo hêzên YPG’ê bikişîne xeta xwe dem bi dem dê hin piştgiriyan bide dewleta Tirkiyeyê. Lê di encama van hemû hesaban de, teqez dê Tirkiye winda bike. Li gorî min ji xwe ji niha de winda kiriye.” 
 

Sernavên din

18/12/2018
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan
19:02 Ji bo Bendava Dîcleyê qalpax anîn
16:59 Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
16:52 Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye
16:42 Rojnameger Oktay Candemîr hat binçavkirin
16:31 Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
16:28 Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
16:06 Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
16:05 Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome
15:53 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:18 Mamosteya wêneyê xizaniyê parve kir, ji peywirê hat girtin
15:17 Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir
14:24 Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
14:24 Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
13:56 Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand
13:38 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
13:10 Macarîstan dê 200 esker li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih bikin
12:57 7 sal û 5 meh ceza li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
12:29 Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin
11:56 Kedkar: Çareseriya krîza aborî aştiya bi kurdan re pêkan e
11:14 330 hezar kes li bêkaran zêde bûn
10:32 Rojnameya Evrenselê buha nekir lê rûpel kêm kirin
10:04 Hevjînê dayika Taybet: Xwezî ew gule li dilê min biketa
09:47 36 hezar welatiyên Sûriyê dê di 31'ê Adarê deng bidin
09:24 ‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’
09:23 Li Êlihê, daxuyaniyê çapemeniyê kirin bi pere!
09:22 ‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’
09:21 Pereyên Şaredariya Midyedê bi ku ve diçin’
09:21 110 saliye, 5 zarok û 30 neviyên wê hene, lê hêj qeyda wê tuneye
09:20 Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef: Sedefkarî paşve diçe
09:19 Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe
09:18 Kaya yê 18 salin şopa îşkence li heye: Divê ji bo dengê Guven her tişt bê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN
16/12/2018
17:39 Li Efrînê çalakî: 10 komên çekdar hatin kuştin
17:15 Gelê Dêrik û Girê Spî êrîşa Tirkiye ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
16:50 Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
16:22 Ozsekmenler: Em dê ji herêmê de dest bi guhertinê bikin
15:51 HDP li Îskenderûnê bi gel re hat cem hev
15:46 Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê
14:22 Li Şirwanê ji eskerên derketibûn operasyonê 10 jê birîndar bûn
14:16 Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
13:54 Bûldan: Gever dê qeyûmên erîşî nirxan dike bişîne Enqereyê
12:19 Prz. Esra Kiliç: Di bin çavan de muwekîlên min derb kirin
12:10 Yolerî: Îhlalên mafan li Stenbolê ji 320'an derket 703'an
11:23 Li Girtîgehan koma sêyemîn greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewir girtin
10:20 Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin
09:07 AKP beriya hilbijartinê polîs û eskeran li nifûsa Şirnexê qeyd dike
09:05 Li girtîgeha Xarpêtê bi hinceta 'ewlehiyê' pirtûkên kurdî nadin girtiyan
09:03 Zivistana li vir dijwar e, lê dîsa jî roj di 5'an de dest pê dike
09:01 Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN
15/12/2018
21:41 Partiyên kurdan êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
20:46 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan
20:39 Dema binçavkirinê ya 35 HDP'iyan hat dirêjkirin
19:42 'Girtiyê nexweş Ozdemîr nikare bi tena serê pêdiviyên xwe bi cih bîne'
18:11 Rêvebirê HDP'a Osmaniyeyê Babrak hat girtin
17:15 Kaya: Girtîgeh dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin
16:12 Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:53 Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin
15:52 Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê kujerên faîlan pirsîn
15:44 Demîrtaş: Civaka Tirkiyeyê dê bigîhîje daraza bêalî
15:21 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Emê bi hevre têbikoşin
15:10 Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin
14:50 TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir
14:42 ‘Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin’
14:39 Jinan krîza aborî nîqaş kirin
14:29 Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova
14:09 Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin
13:59 Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî ye
Hamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin
13:58 Dayikên Şamiyê: Emê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
13:41 Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e
13:23 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
13:16 Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev
12:56 Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê
10:14 Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin
10:14 Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye
09:42 Hikûmeta Iraqê nota da Tirkiye
09:37 Li Osmaniyeyê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
09:23 Qedexeya li Lîcê, Pasûr û Farqînê hat rakirin
09:09 Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn