‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’

  • rojane
  • 09:24 17 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku wan bi salan ji bo lêkolînkirina bikaranîna kîmyesalê ya dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” li girîgehan komkujî pêk hat, têkoşiyan û got: “Bi salane em ji dadgehan pirsa çawaniya vê kîmyesalê dikin. Herî dawî me serî li Serokatiya Beşa Anabîlîm a Zanîngeha Stenbolê da. Me pirsên xwe yek bi yek nivîstan û em niha li benda raporê ne.”

Girtiyên siyasî, li dijî pêkanîna Tîpên F û ji bo 19 daxwazan, di 29’ê Cotmeha 2000’an, di serî de li girtîgehên Bayrampaşa û Umraniyê lig elek girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyan piştî 45 roj greva birçîbûnê, çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Her ku çû çalakiya girtiyên siyasî mezin bû. Li ser vê yekê dewletê dibin navê “Operasyona vekara jiyanê” de mudaxileyê girtiyan kirin. Mudaxile bi awayekê hemwext li 20 girtîghan dest pê kir û madeyên kîmyesalê yên cuda hatin bikar anîn. Operasyon sê rojan berdewam kir de, 30 girtina û 2 leşkaran jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî birîndar bûn. Gulîzar Tuncer a wê demê parêzer bû û şahidî ji komkujiyê kir, armanca operasyonên wê demê nirxand. 
 
‘DÎROKA KOMARÊ DÎROKA KOMKUJIYANE’
 
Tuncer, diyar kir ku dîrok a komarê dîroka komkujiyane û wiha axivî: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de gelek komkujî hatin jiyîn û dinava  van komkujiyan de a herî giran j3ı 19’ê Kanûnê bû. Dewletê hemû hêza xwe seferber kir. Bi hezar leşker, polîs, hêzên taybet, gardiyen û makîneyên kar beşdarî operasyonê hatin kirin. Bi hezar gule û bombeyên gazê hatin bikar anîn. Nêzî 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Amedekariyên operayonê de di medyayê de berê hatibûn kirin. Bi awayekê zindî operasyona hat pêşandan û weke lîstikekê servîsê mirovan hat kirin.”
 
’6 JINÊN GIRTÎ BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN’
 
Tuncer, anî ziman ku kîmyesalên di operasyonê de hatin bi kar anîn heya niha nehatibû dîtin û wiha got: “Em hîna jî nizanin kîjan cureyên kîmyesalê hatin bikaranîn. Operasyon yek ji kêliyên herî hovane bû. Bi taybetî li Girtîgeha Bayrampaşa 6 jinên girtî bi saxîo hatin şewitandin. Derbarê vê de me tu encam ji Saziya Tipê ya Edlî negirt. Wê demê pisporên Tipa Edlî gotin ‘gaza fosforê’ hatiye bi kar anîn. Ji xwe wê demê leşkeran cara yekemîn bombeyên destan ên ‘Envanterdê leşkerî yên nebûn’ bi kar anîn. Qaşo dê girtiyên di rojiya mirinê de vegerandibana jiyanê. Berevajî jiyana girtiyan reş kirin. Girtiyên di rojiya mirin de û nexweşîna giran ne birin nexweşxanê. Di ringan de îşkence li wan kirin. Li girtîgehê birinê îşkence li wan kirin. Gava ku jin dişewitin, agirkohan tenê  li wan mêze kirin. Dîsan çekên bi agir bikar anîn û girtî qetil kirin.”
 
‘ROJIYÊN MIRINÊ BIHANE BÛ’
 
Tuncer, da zanîn ku rojiya mirinê ji bo rayedarên dewletê bihane bû û wiha bilêv kir: “Ji xwe dixwestin tiştek wisan bikin, da ku girtiyan bikin hucreyên key kesî û 3 kesî de. Serokwezîr, Wezîrê Karê Hûndir û Wezareta Edaletê yên wê demê digotin ew li benda ziyanek hîn mezintir bûn. Hacer Arikan a wê demê birîndar bû hebû. Hacer di vê operasyonê de bi giranî birîndar bûbû. Ser û rûyê wê hemû bedena wê şewitibûn. Bi mehan li nexweşxanê dest û piyên wê girêdayî hat dermankirin. Dozger wê demê derbarê rayedaran de tu lêpirsîn venekir. Lê piştî 10 sal şûn de derbarê 39 leşkeran de doz hat vekirin. Piştî bi salan şûn de derbarê fermandaran de doz hat vekirin. Lê qet nehat danişînê, tenê bi SEGBÎS’ê beşdar dibûn. Dixwestin doz ji ber dema zêde bê betalkirin. DMME jî hikûmet sûçdar nedît.”
 
‘TABLOYEK PIR GIRAN BÛ’
 
Tuncer, dest nîşan kir ku di rewşa niha ya danişî de fermandarên cih di operasyonê de girtin tên guhdar kirin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîna jî doz derbarê fermandarên herî jor de nehatiye  vekirin. Derbarê raydarên siyasî de jî hina tu doz nehatine vekirin. Di civînek MGK’ê de biryarek wiha hatibû girtin. Kurt û kêmasî derbarê kujeran de tu biryar nehat dayîn. Berevajî derbarê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn de doz hatin vekirin. Me bi salan ji bo lêkolînkirina bikaranîna kîmyesalê ya dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” li girîgehan komkujî pêk hat, hewldan dan. Wê demê min morg jî dît. Tabloyek pir giran hebû. Cenaze nedihatin naskirin. Ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin bi salan em ketin nava hewldanan. Bi salane em ji dadgehan pirsa çawaniya vê kîmyesalê dikin. Dadgeh bi salane dosyeyê dişîne Tipa Edlî û paşve tîne. Lê hîna tu encam nehatiye bi dest xistin. Her dawî me serî li Serokatiya Beşa Anabîlîm a Zanîngeha Stenbolê da. Me pirsên xwe yek bi yek nivîstan û em niha li benda raporê ne.”
 
MA / Sadiye Eser – Bariş Ceyhan 
 

Sernavên din

21/12/2018
11:49 Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin
11:41 Nivîskar Îhsan Elîaçik hat berdan
11:15 Bavê Ethem Serisuluk jiyana xwe ji dest da
11:09 Çevîk ê di 10’ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin hat girtin
11:01 Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
10:40 Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir
10:28 Hevserokên HDP, DBP û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
10:28 Li Elkê 643 milyon TL dij qanûn berhev kirin û bi ‘terorê’ parastina xwe kirin
09:07 Piştî qeyûm hat, her yek herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînê re derbas bûn
09:06 ‘Polîsan qirika wî jê kir, dozger jî henekê xwe pê kir'
09:05 Erdogmûş: Divê hikûmet li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze
09:04 Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye
09:03 Behsa 35 salên xwe yên li nav çar dîwaran kir
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
20/12/2018
19:42 Îhsan Elîaçik hat binçavkirin
17:10 Bi deh hezaran meşiyan baregehê: Hêza me ya em xwe biparêz in heye
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 774’an hat redkirin
16:55 Li Marmarayê 199 girtî ketin greva birçîbûnê
16:43 35 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:01 Bi strana ‘Leyla’ bal kişandin ser çalakiya Guven
15:48 Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin
15:26 Di doza Komkujiya Beybahçeyê de mutala hat xwendin
15:23 Prof. Şengul: Ji bo em şaredariyan daîmî bikin divê em têbikoşin
14:56 Parêzvanên mafên mirova xwestin Waliyê Êlihê danezanê bixwîne
14:41 Ji bo penaberê bê dersînorkirin serî li AYM’ê hat dayîn
14:31 Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
14:20 Di Nobeta Edaletê de banga hiqûq û pêkanîna qanûnan kirin
14:10 Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin
13:50 Buroya Krîmînal a Neteweyî dê cînayeta Kurkut tespît bike
12:59 Ber bi baregeha koalîsyonê ve meş tê lidardixstin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:49 3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
11:42 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
11:34 Li ser sînor çalakiya mertalên zindî: Em ê axa xwe biparêz in
11:22 35 çalakgerên greva birçîbûnê 8 roj şûnde derxistin edliyê
10:45 Yigît: Gef û vekişîna leşkeran hevkariya stratejîk e
10:44 3 girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan
10:43 Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bo 'Vekişînê' çi dibêje'
10:35 Yilmaz: Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin
10:14 Parêzer Çelîk: Ne çalakger dozger sûc dikin
10:06 HDP'ê pişaftina li dijî Kurdan li meclisê niqaş kir
09:54 Aldar Xelîl: Me tu demê xwe bi hêzên derve re girê nedaye
09:23 Farisogûllari: Daxwaza hevpar a gelê kurd bi dawîbûna tecrîdê ye
09:22 'Li Girtîgeha Antalyayê mafên girtiyan tê binpêkirin'
09:22 Ji 300 rojnamevanî tenê 15 jê serî li DMME'yê dane
09:20 Jinên li dijî JES'ê têdikoşin: Qethiyen em ê nehêlin bîr bên kolandin
09:19 Beraat kir, lê belê dîsa jî biryara 'dersînorkirin' wî hat dayîn
09:18 Ji bo zarokan kampanyaya 'Pirtûkek, Jiyanek'
09:17 ‘Qeyûm çi be, rektorê Zanîngeha Mêrsînê jî ew e'
09:17 'Ji bo tije bibe berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr'
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN
08:33 Li Kadikoyê xaniyek şewitî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
19/12/2018
18:16 Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat montekirin
17:22 Temellî: Emê hişmendiya qeyûman bavêjin ser sergo
16:48 2 sal û 6 meh ceza li Prof. Fîncanci birîn
16:43 Li ber girtîgeha Umraniyê bang kirin: Emê li dû 19’ê Kanûnê bernedin
16:00 Dayika Taybet li cihê lê hat kuştin bibîr anîn: 300 sal derbas be jî em ji bîr nakin
15:29 5 sal cezayê girtîgehê ji Ahmet Kural re hat xwestin
15:26 Koma Banga Demokrasiyê li Dîlokê hat avakirin
14:56 HDP’ê yekem namzetê xwe diyar kir: Ayhan Bîlgen namzetê Qersê ye
14:55 Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara ava kirin
14:36 Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag hat erêkirin
14:19 Rizgar Denîz li Mexmûrê hat bi bîranîn
14:03 Tora avê ya 6 meh berê li Cizîrê raxistibûn teqiya: 5 xanî hatin valakirin
13:57 KCD: Divê berpirsên komkujiyê bên darizandin
13:53 Fîncanci: Em mafdar in ji ber wê emê bi ser bikevin
13:43 Temellî: Em deng bidin qîrîna li girtîgehan
13:23 Parlementerên HDP’ê: Emê di 22’yê Kanûnê de li Mereşê bin
13:16 Li Wêranşarê bi şika şewba çûkan 200 mirîşk kuştin
12:55 Li bendêye 35 kesan sewqî edliyê bikin
12:44 Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj dikevin ber lêpirsînê
12:40 ‘Ne 40 sal, 80 sal jî derbas bibin êşa Mereşê kêm nabe’
11:52 Li Dersîmê xemla zivistanê
11:24 Li Xarpêtê 9 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne
11:20 ÇGD: Ger tiştek bê serê Portakal dê berpirsiyarî mezin be
10:17 Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike
10:06 ‘Çawa HADEP'ê qezenç kir dê HDP jî qezenç bike'
09:47 Mexdûrê 19’ê Kanûnê: Divê her kes piştevaniya grevên birçîbûnê bike
09:16 'Divê meaşê kêmtirîn herî kêm 2 hezar û 800 lîre be'
09:08 Derhênerên sînemayê: Gel doza Sînemaya Yilmaz Guney dike
09:07 Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe
09:06 'Ji ber 7 lîre bi min re tune bû min nikaribû derman bikire'
09:05 OSO çû, aramî hat her du Serêkaniyan
09:05 ATK: Kûrkût bi guleya li erdê ket û pengizî hatiye kuştin
09:04 Aslan ê ji Girtîgeha Manîsayê derket: Zext û zorî dewam dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
18/12/2018
17:10 Sendîka û odeyên pîşeyî ji bo mîtîngê bang kirin
16:17 Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnameger Gunduz birî
15:39 Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
14:55 Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere
14:40 HDP'ê ji bo penaberan ji meclisê xwest lêkolin bikin
13:14 ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan
13:04 Girtiyê ku nexwest bi maşîna Ringê biçe nexweşxaneyê nayê dermankirin
12:46 Gelek xwendekar li Dersîmê hatin binçavkirin
12:32 22 sal in awaza Eyşe Şana bê tac û bê text zindî olan dide
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin