AMED - Di danişîna doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat kuştin, dozger daxwaza girtina bersûc polîs Y.Ş. red kirin û rewşa delîlên heyî yên di dosyeyê de berçavan girt û ji Buroya Krîmînal a Neteweyî derbarê cînayeta Kurkut de rapor xwest.
4’emîn danişîna doza kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 21’ê Adara 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsê binavê Y.Ş. ve hat kuştin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Berî danişînê polîsan derdora edliyê dorpêç kirin. Polîsê bersûc Y.Ş. ê ne girtî tê darizandin, parêzerê wî, dayika Kurkut Secan Kurkut, birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar û Reyhan Yalçindag beşdarî danişînê bûn. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farîsogollari û Dersim Dag doz şopandin. Balkêş bû ku nezî 30 polîsan jî danişîn şopandin.
POLÎS BERAETA XWE XWEST
Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) a amade kiribû û gehindibû dandgehê dest pêkê hat xwendin. Dûre bersûc Y.Ş. ê polîs parastin kir. Y.Ş. bal kişand ser rapora ATK’ê û wiha got: “Beyanên min û tiştên di raporê de cih digirin hemanin. Di dosyeyê de tu delîlên derbarê min de nemane. Ez beraeta xwe dixwazim.
BI RAPORA ATK’Ê PARASTIN KIRIN
Parêzerê polîsê bersûc Y.Ş. Ahmet Firat jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Raporê beyanên me piştrast kirin.”
DAYIKA KURKUT: EZ EDALETÊ DIXWAZIM
Dayika Kemal Kurkut Secasn Kurkut piştre parastin kir û wiha bilêv kir: “Ez beyanên xwe yên berê dûbare dikim. Ez edaletê dixwazim. Tu carî dê ew dilê paqij ê Kemal û rûyê wî yê meşum ji wan re nemîne. Ez wan hewaliyeî Xwedê dikim. Xwedî belaya xwe li wan bide.”
BIRAYÊ KURKUT: DIXWAZIM EV QATIL BÊ TESPÎTKIRIN
Birayê Kemal Kurkut Ferhat Kurkut jî, di parastina kir de ev tişt gotin: “Rapor di çarçoveya beyanên bersûcan de hatiye derxistin. Ez bawerim bi hevre rapor amade kirine. Ji derveyî rapora Saziya Tipa Edlî, dîmen hene. Ez dixwazim qatil bê tespît kirin. Ez xwediyê wê guleyê dixwazim. Ji ber xwe de Kemal nehat gulebaran kirin. An jî wî bi xwe gule li xwe ne reşand.”
‘POLÎSÊN ŞAHID DERXIN DERVE’
Parêzerê malbata Kurkut Mehmet Emîn Aktar dûre parastin kir û wiha axivî: “Ez dixwazim polîsên şahid ji salonê bên derxistin. Ji ber ku temaşevan ji polîsan pêk tên. Gelo çima wisan beşdarî dozên din jî nabin û îro li vê derê çima ewqas polîs hene?” Şandeya Dadgehê, li ser vê daxwaza Aktar ji temaşevanan pirsa polîs nava we de hene kir, lê ji ber ku kesekê dengê xwe nekir derbasî daxwazan bû.
‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ TÊN BIRÊVE BIRIN’
Aktar, diyar kir ku rapora ATK’ê tenÊ ji b odu paragrafan pêk tê û wiha pê de çû: “Di cînayetên rayedar û erkdarên çemawerî yên kirin de, polîtîkayên bêcezatiyê tên birêve birin. Wê demê hûn ji bo dayîkê çi dibêjin? Ji bo çi Kemal hat kuştin bila derbikeve holê. Qet nebe bila hestê edaletê yê dayîkê hinek jî be kêm bibe. Pratîkên bêcezatiyê, cesaretan zêdetir dike. Kesên Kemal Kuştin bila bên cezakirin. Berî her tiştî em dixwazin li cihê bûyerê keşîf bê kirin, polîsên li cihê bûyerê weke şahid bên guhdar kirin û em dixwazin li dijî raporê daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo vê yekê em dem dixwazin.”
‘ATK JI PARASTINA HÊZÊN EWLEKARÎ RAPOR AMADE KIRIYE’
Parêzer Reyhan Yalçindag piştî Aktar parastin kir û wiha got: “Ji bo ku rastî derbikevin holê em pir xebitîn. Di her şert û mercî de mafê jiyanê pîroze. Ji ber ku hêzên ewlekariyê nayên ceza kirin, ev fikar û gumanên me zêdetir dikin. Polîs nayên girtin û dema ji kar tên dûrxistin jî, çend roj şûn de dîsan erka wan tê îade kirin. Saziya Tipa Edlî her tim hêzên ewlekariyê diparêze û li gorî vê yekê raporan amade dike. Em dixwazin keşîf li cihê bûyerê bê kirin û şahid bên guhdar kirin. Em dîsan dixwazin bersûc bên girtin.”
BIRYARA RASTIYA BÛYERÊ BÊ TESPÎTKIRIN HAT DAYÎN
Şandeya dadgehê daxwazên girtina polîsê bersic û daxwazên din red kirin. Şandeya Dadgehê ji bo rastiya bûyerê derbikeve holê ji Buroya Krîmînal a Neteweyî derbarê cînayeta Kurkut de rapor xwest û biryara ger Buro vê raporê amede neke jî, ev rapor ji aliyê Enstîtuya Tipa Edli ya Zanîngeha Stenbolê ve bê amadekirin da. Şandeyê dûrê danişîn taloqî 28’ê Siba 2019’an kir.