STENBOL - Serokê Odeya Bijîşkên Diranan ên Stenbolê Kadîr Ogut, di çalakiya 84’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: “Em hemû kesan dawetî heq, hiqûq û pêkanîna qanûnan dikin.”
Parêzeran li Edliyeya Çaglayanê ji bo balê bikişînin ser hempîşeyên xwe yên girtî di hefteya 84'an de Nobeta Edaletê berdewam kirin. Parêzer û hiquqnasên ku li ber Peykerê Themis kom bûn heta deriyê C meşiyan. Parêzeran li vir daxuyani dan û pankarta "Ji bo her kesê edalet" vekirin. Parêzeran wêneyên hevalên xwe yên girtî rakirin.
Serokê Odeya Bijîşkên Diranan ên Stenbolê Kadîr Ogut, daxuyanî da û wiha axivî: “Em parêzerên 84 heftene Nobeta Edaleta digirin silav dikin. Em hemû kesan dawetî heq, hiqûq û pêkanîna qanûnan dikin. Ger heq, hiqûq û pêkanîna qanûnan neyê bi cih anîn dê koçberiyek mezin dest pê bike. Mirovên pêşketî êdî ji Tirkiyeyê direvin. Li Tirkiyeyê razandin kêm dibe û herikandina sermayeyê ya ji bo derveyî welat zêdetir dibe. Çi dibe bi serê gelên xizan dibe. Ji ber vê divê li Tirkiyeyê pergala hiqûqî bê bi cih anîn. Berî her tiştî em vê dixwazin.”