ÊLIH – Parêzvanên mafên mirova yên li Êlihê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn dan û xwestin ku walî Danezana Parastina Parêzvanê Mafên Mirova ya NY bixwîne.
Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn li gundê Sekî yê navçeya Kercewsa Êlihê daxuyanî dabû û parêzvanê mafê mirovan wek “endamê terorê” da nîşandan. Bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê li avahiya Baroya Êlihê daxuyanî dan û bertek nîşanî daxuyaniya walî dan. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên HDP’ê û DBP’ê bedşarî civînê bûn.
‘DAXUYANIYEK BEXTREŞ E’
Hevserokê Şaxa SES’ê Denîz Topkan di civînê de axivî û diyar kir ku bi salan ew ji bo aştiya civakê têdikoşin û got: “Daxuyaniya walî ya ku parêzvanê mafê mirovan hedef da nîşandan, daxuyaniyek bextreş e. Em wek saziyên Êlihê vê daxuyaniyê qebûl nakin.”
'EM DAXUYANIYA WALÎ QEBÛL NAKIN’
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Parêzer Devran Yildiz jî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew parêzevanê mafê mirovan bi tu awayî daxuyaniya Waliyê Êlihê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan berdewam bikin û ev daxuyanî ji aliyê kî ve jî bên dayîn dê tu demê qebûl nekin.
'GELO WALÎ DÊ HESASIYETÊ NÎŞANÎ PARÊZVANAN BIDE?’
Yildiz bi bîr xist ku li gundê Sekî ku Walî daxuyanî da di hezîrana 1992’an de cerdevan û sivîl hatin kuştin û li şûna ku kiryar bên derxistin lê Walî diçe li gund daxuyaniya reşkirina parêzvanê mafên mirova dide. Yildiz da zanîn ku gelek parêzvanê mafê mirovan ji aliyê hêzên tarî yên dewletê e hatin qetilkirin û got: “Gelo dê walî ji bo van parêzvanan jî heman hesasiyet nîşan bide?” Yildiz got ew edaletê dixwazin û dê her tim azadiya mafên mirovan biparêzin. Yildiz xwest ku walî Hulusî Şahîn, Danezana Parastina Parêzvanê Mafên Mirova ya NY bixwîne.