ENQERE - Prof. Dr. Tarik Şengul di Sempozyuma Demokrasî û Rêveberiyên Herêmî de axivî û got: “An hûnê qadên xwe biparêzin, an jî werin teslîm girtin. Rêveberiyên Xweser tenê bi têkoşînê dê bên parastin. Ji bo ku em şaredariyan daîmî bikin divê me şer bikin.”
Sempozyuma Demokrasî û Rêveberiyên herêmî ya ji aliyê TUM BEL-SEN’ê ve li Hotela Akar a li darxistgin, bi ser navê “Nêrîna Akademîk a li hemberî Rêveberiyên Xweser” rûniştina duyemîn berdewam dike.
Prof, Dr. Tarik Şengul di sempozyumê de axivî û wiha got: “Her ku diçe di siyasetê de demokrasî bêîmkan dibe. Lazime ku divê hilbijartinê de demokrasî bê parastin. Hilbijartin dê di qadek şer de bê birêve birin. Divê serokên şaredariyan weke fermandaran bin. Di qada xweseriyê de siyaseta herêmî nabe. Di şer de ev weke meseleya xwesertiyê nayê dest girtin. An hûnê qadên xwe biparêzin, an jî werin teslîm girtin. Rêveberiyên Xweser tenê bi têkoşînê dê bên parastin. Ji bo ku em şaredariyan daîmî bikin jî divê me şer bikin.”
‘PÊDIVÎ BI FERASTEKE KU MAFÊ GELAN BIPARÊZER HEYE’
Dr. Gaye Yilmaz jî dûre axivî û wiha bilêv kir: “Dewletan zextên xwe yên li ser gelan zêdetir kirin. Îro bi qanûnên nû şaredarî bi sînor kirin. Ne wekhevî hat avarkirin. Di vê hilbijartina herêmî de, divê feraseteke ku kedê dixwe navendê hebe. Divê rant ji holê bê rakirin û pêdiviî bi ferasteke ku mafê gelan biparêze heye. Divê em bi vê ferastê tevbigerin.”