AMED – Rêveber û endamên HDP’ê di nav de 35 kesên li Amedê ji ber çalakiya greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Amedê rêveber û endamên HDP’ê jî di nav de 35 welatî li dijî tecrîdkirina rêberê PKK’ê û bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 12’ê kanûnê de ketibûn çalakiya greva birçîbûnê û heman rojê ji aliyê bi sedan polîs ve hatin binçavkirin. Çalakger piştî 8 rojan derxistin Dadgehê Amedê û îfade dan. Dozger 35 kesan bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” sûcdar kir. 35 kesan sûcdariyê red kirin sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
Dadger bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat 35 kesan berda.