KOBANÊ – Bi deh hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bêdengiya gefên li ser herêmê meşiyan baregeha Koalîsyona Navdewletî û vê peyamê dan: “Hêza me ya ku em xwe biparêz in heye.”
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên operasyona li ser herêmê û bêdengiya hêzên navnetewî bi ser baregeha Koalîsyona Navnetewî ve meş li dar xistin. Ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serê sibê bi deh hezaran welatiyên Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen li gundê Çelebî yê Kobanê kombûn û ber bi baregeha Koalîsyona Navdewletî ve meş li dar xistin. Di meşê de bênavber slogan hatin berzkirin û pankartên li dijî bêdengiyê bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngîlîzî hatin hildan.
Girseyê wêneyên kesên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hildan û dirûşmên li dijî DAIŞ’ê, faşîzmê û gefên operasyonê berz kirin. Meş li baregeha koalîsyonê bi dawî bû û rayedarên Kurd Û Ereb daxuyaniya çapemeniyê dan.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Rayedaran di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe bidin û wiha bang li DYA û hêzên koalîsyonê kirin: “Hebûna me ne bi we dest pê kir. Wê hebûna me jî ne bi we be. Hêza me ya cewherî heye. Hêza ku li dijî terora mezin a cîhanê tune kir, dikare û dizen li dijî êrîşên faşîzmê jî bisekine.”
GELAN JI TRUMP RE NAME ŞANDIN
Piştî axaftinan heyeta ji 7 kesên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen pêk dihat bi rayedarên koalîsyonê re hevdîtin pêk anîn. Daxwaza gelan ji rayedarên koalîsyonê re ragihandin. Di heman demê de heyet ali ser navê gelan hevdîtinê pêk anî nameyek ku daxwaza gel têde hatibû nivîsandin ji bo bigîhinin Serokê DYA’yê Donald Trump radestî rayedarên koalîsyonê kirin.