MÊRSÎN - Li Mêrsînê hat derpêşkirin ku li qereqolê polîsekî qirika ciwanê bi navê Ramazan Kaya jê kiriye, lê belê dozger henekê xwe bi Kaya kiriye. Kaya, diyar kir ku dozger di girteka îfadeyê de tenê derbkirin nivîsandiye.
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê di 13'ê Kanûnê de ciwann bi navê Ramzan Kaya ji ber ew û xwişka xwe ketin qirika hev ji bo îfadedayînê çû Qereqola Polîsan a Sîtelerê. Kaya, îdia kir ku li qereqolê polîsekî qirika wî jê kiriye. Kaya, derpêş kir ku polîsan jê re gotiye 'tu giliyê me ne, em ê jî yê te.' Lê belê Kaya anî ziman ku wî giliyê polîsan kiriye û ji bo îfadedayînê wexta çûye cem dozger, dozger pê keniyaye. Kaya, diyar kir ku dozger di girteka îfadey de tenê derbkirin nivîsandiye.
Kaya, anî ziman ku piştî xwişka wî giliyê wî kiriye ji bo îfadedayînê çûye Qereqola Polîsan a Sîtelerê û got: "Min xwest xwişka xwe Ayşeyê bibînim, lê nehiştin. Li qereqolê xwişka min Aynûrê ji polîsan re got 'Kekê polîs; kekê min ew derb nekir. Jixwe ez û xwişka xwe pev çûbûn. Hûn doza çi li kekê min dikin.'" Kaya, anî ziman ku wexta ew û apê xwe li qereqolê rûniştibûn polîsekî awirên nebaş didayê loma wî xwestiye derkeve derve. Kaya, diyar kir ku lê belêwexta ew derddiket derve polîsekî gotiye 'wî zevt bikin' û polîsan ew zevt kiriye. Kaya got polîsan jê re gotiye 'Ez ê dev û pozê te bişikînim. Em bi qanûnan dizanin. Tu bi tiştekî nizanî.' Kaya got wî jî gotiye 'Temam, ez kameraya telefona xwe vebikim û tu jî dev û pozê min bişikîne. Li min bide, gefan bixwe.' Kaya got: "Wexta min wisa got, telefona min ji min stendin. Paşê polîsan min bir cihekî bê kamera. Wexta min li ber xwe da tiştekî bi qirika min ve xist û derket. Wê çaxê xwîn ji qirika min hat û ez ji ser hişê xwe çûm. Wexta rabûm kincên min di nav xwînê de mabûn."
Kaya, destnîşan kir ku wexta ew ji ser hişê xwe çûye polîsan ferdên malbata wî yên li qereqolê derxistine derve û polîsê qirika wî jê kiriye û hin polîsên din wî birine nexweşxaneyê. Kaya, bilêv kir ku li nexweşxaneyê polîsan jê re gotiye 'Tu giliyê me neke, em jî ê te. Jixwe wê ji ber nebûna delîlaln dosyeyek ji te re bê amadekirin û paşê wê ew dosye bê rakirin.' Kaya got: "Li nexweşxaneyê min got polîs qirika min jê kiriye. Polîsê qirika min jê kirin bi min re hat nexweşxaneyê. Halbûkî dikaribûn min bikujin. dikaribûn her tiştî bînin serê min. Pir tirsiyam." Kaya diyar kir ku paşê polîsan girteka îfadeyê anîne û xwestine pê bidin îmzekirin û got: "Min qebûl nekir. Çimkî di îfadeyê de wekî ez bûme sedema zor û zehmetiyan dinivîsand. Lê ji ber tirsiyam min îmze kir. Serê sibehê wexta min birin dozgeriyê min tu tişt qebûl nekir."
‘DOZGER BI MIN KENIYA'
Kaya, diyar kir ku piştî li nexweşxaneyê muayene bû dîsa wî birine qereqolê û bi wî halê birîndar ew dane sekinandin û rojek şûnde jî wî sewqî dozgeriyê kirine. Kaya, anî ziman ku wî li dozgeriyê ji dozger re gotiye polîsan qirika wî jê kiriye, lê belê dozger pê keniyaye û gotiye 'Çawa yanî polîsan wisa kiriye? Yanî polîs qirika te jê kiriye.' Kaya, bilêv kir ku lê belê dozger di girteka îfadeyê de tenê derbkirin nivîsandiye.
Kaya, got wî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daye.
MA / Ergin Çaglar-Cemil Ugur