AMED - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, şaredarî veguherandin qereqolê. Zêdetirî 2 sal in her personeleke şaredariyê herî kêm hezar û 132 caran di lêgerînên li noqteyên li şaredariyê hatine çêkirin hatine derbaskirin.
Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî 24'ê jê yên DBP'î bi giştî tayînî 28 şaredariyan kirin. Piştî çend mehan şûnde jî qeyûm tayînî 96 şaredariyên DBP'î kirin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, di 1'ê Mijadara 2016'an de hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Piştî girtina hevşaredaran Qeymeqamê Etîmesgûta Enqereyê Cûmalî Atîlla qekî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin.
Piştî qeyûm hat tayînkirin, demildest polîtîkaya xizmetê ya şaredariyê hat guherandin. Qeyûm gelek tabelayên pirzimanî daxistin û li şûna wan ên yekzimanî bi cih kirin. Her wiha navê parkan ên bi kurdî guherandin, kreşên bi kurdî perwerdehî didan girtin û gelek saziyên jinan jî girtin.
ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN QEREQOLÊ
Piştî qeyûm hat tayînkirin, Şaredariya Mezin a Amedê veguherand qereqolê. Hawirdora şaredariyê bi bariyerên polîsan hat girtin û qulûbeyên polîsan hatin çêkirin û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin. Her wiha hundirê şaredariyê jî nekêmî derveyî wê ye. Li qatê ku qeyûm lê dimîne, gelek polîsên taybet û polîsên sivîl hatin bicihkirin û polîsên li hemû qatên avahiyê hatin bicihkirin di nav rojê de personelên şaredariyê şopandin. Ji xeynî vê car carinan polîsên taybet ên bi çekên lûledirêj li tevahiya avahiyê û odeyan digeriyan gelek qablo û kulîlkên li odeyan û ewyanên avahiyê bi hinceta "dibe talûke bin" hatin derxistin. Her wiha li qata dudoyan a li ser qata qeyûm lê dimîne, 2-3 ode bi hinceta zêde deng jê tê ji aliyê polîsên taybet û sivîl ve hatin kontrolkirin. Piştî salekê qeyûm bariyerên polîsan ên li dora avahiyê rakirin û li şûna wan bi guldankên kulîlkan bariyer çêkirin.
ŞAREDARÎ YE YAN EDLIYE YE?
Personelên şaredariyê wexta dikevin avahiya xizmetê di amûra X-Rayê re derbas dibin û wexta derbas dibin divê nasnameya xwe nîşan bidin û qayîş û saetên xwe derxînin. Her wiha personelên şaredariyê pêşî di noqteya polîsan a li derveyî avahiya şaredariyê derbas dibin û paşê di ya têketina avahiyê re derbas dibin. Ji roja ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin yanî 2 sal û 2 meh e heta niha her pesoneleke şaredariyê herî kêm hezar û 132 caran ser wan hatiye kontrolkirin. Ev yek ji bo welatiyên diçin şaredariyê jî derbasdar e. Ji ber ku êdî hin welatî nizanin kîjan edliye ye û kîjan şaredarî ye, wexta dikevin şaredariyê dipirsin "dadgeha cezayê giran, dadgeha cezayê asliyeyê li kîjan aliyî ye."
NETEHEMULKIRINA KURDÎ
Piştî qeyûm hat tayînkirin tabelaya şaredariyê hat guherandin û ji tabelayê navê "Amed" hat derxistin û li ser tabelaya nû "TC" hat nivîsandin û alaya tirk hat bicihkirin. Her wiha tabeleyên bi kurdî-tirkî yên li ser odeyên şaredariyê jî hatin daxistin û wekî tirkî-kurdî hatin guherandin.
Piştî 2 sal û 2 mehên qeyûmtiyê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan qeyûm Atîlla ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê kir namzetê Şaredariya Mezin a Amedê. Lê belê piştî wekî namzet hat nîşandan diviya Atîlla ji peywira xwe îstifa bikirana. Qeyûm Atîlla ji peywira qeyûmtiyê îstifa nekir û her wiha xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê jî li Şaredariya Mezin a Amedê dike.
MA / Lezgîn Akdenîz