STENBOL – DHA ji Fîlma Bakur beşek dîmen girt û ji bo aboneyên xwe serwîs kir. DHA’yê dîmenan wek “Dîmenên operasyonê" da nîşandan.
Derhêner Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel di serdema pêvajoya çareseriyê de Fîlma “Bakur” ku behsa gerîlayan dike kişandibû û di 2015’an de hatibû pêşandan. Fîlm hatibû qedexekirin. Ajansa Nûçeyan a Demîoren (DHA) kêliyek belgefîlmê jê girt û bi navê “dîmenên operasyonê” ji aboneyên xwe re serwîs kir. Wek ku dîmenek nû yê operasyonê ve ji aliyê DHA’yê ve hat nîşandan. DHA bi sernavê “Dîmenên terorîstên di şikeftên Tunceliyê de derketin holê” dîmen serwîs kir. Dîmen ji aliyê gelek aboneyên DHA'yê ve hat bikaranîn. Hemû aboneyên vê ajansê wek ku dîmen nû be di nûçeyan de dan xûyakirin.
Dîmenên behsa wê jî tê kirin ne li Dersimê li herêma Botanê hatiye kişandin û di belgefîlmê de cih digire.
Ji derhênerên belgefîlmê Ertugrul Mavîoglu diyar kir ku dîmenên hatine parvekirin beşek ji yê Belgefîlma Bakur e û dîmenê hatiye bikaranîn jî aîdî herêmek Botanê ye.