* Li Geverê gundiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber qedexekirina zozanan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Gundiyan, bilêv kir ku ev rewş zivistanê jî dewam dike û naxwazên bihara bê zozanên wan qedexekirî bin.
* Li Îdirê piştî gaza xwezayî û komir hatin zemkirin, welatiyên rewşa wan a aborî nebaş e dest bi şewitandina sergîn û tepikan kirin.
* "Gaxend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin û tê wateya verêkirina sala berê û pêşwazîkirina sala nû, ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di dema Gaxendê de jin tên cem hevdu û bi awayekî komunal tev digerin.
* Hejmara ewil a rojnameya "Halklarin Demokratîk Çoçugû" a Koma HDK'ê ya Kadikoyê derket. Bahadir Altan got: "Wê rojname cih bide hemû pirsgirêkên li welat."
* Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş nerazîbûn nîşanî giştînameya dawî ya der barê karta çapemeniyê ya zer da û got: "Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be."
* Guler Erat, wexta bûyerên li Mereşê qewimîn 9 salî bû. Guler, dixwaze wehşeta qewimiye bi amûrên ji wê demê di dest de mane muzeyekê vebike.
* Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku piştî gefên Tirkiyeyê yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din divêtiya ji bo yekîtiya netewî ya kurd derketiye holê û got: "Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan yekîtî hewce ye û tiştekî lezgîn e."
* Aborîzan Gaye Yilmaz, diyar kir ku di nav krîzên aborî de pêvajoya herî bi buhran stagflasyon e û rewşa aboriya Tirkiyeyê jî niha di vê pêvajoyê de ye. Yilmaz got wê AKP piştî hilbijartina herêmî berê xwe bide ÎMF'ê û wê fatûreya derkeve holê jî li civakê bê ferzkirin.
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 717’an de çalakiya Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin dê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê di hefteya 515'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa Egîtîm Sen a Amedê, dê derbarê serlêdanên 6'emîn "Pêşbirka Helbestvan Arjen Arî" de, li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Sazî û komeleyên Elewiyan, dê bi boneya 40'emîn Komkujiya Merêşê li Taxa Cemevî ya Mereşê bernameyek bîranên li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD'a Amedê, ji bo balê bikşîne rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dest bi greva birçîbûna bêdawî û bêdorveger kiribû û çalakiya wê di roja 45'emîn de berdewam dike, dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan yên Îzmirê bi armanca balê bikişînin ser windayan û girtiyên nexweş dê di hefteya 461'an de li navçeya Konakê li pêş avahiya Serokwezîriyê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 352'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, bi dirûşmeye "Li dijî xizantiyê, bê kariyê û bê ewlekariyê bi hevre têkoşîn" dê li Qada Azad a Bakirkoyê mîtîngeê li dar bixin. (14.00)