STENBOL - Girtî Huseyên Ozsoy û Îbrahîm Kaya yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê, ji bo hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de nameyek nivîsandin û gotin: “Dê dawiya van grevan muhteşem be. Grev dê mora xwe li sala 2019’an bixe.”
Girtî Huseyîn Ozsoy ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê, ji bo hevalên xwe yên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de Îbrahîm Kaya, Umût, Çamalibel, Necla Atak, Yûsûf Başaran, Guven Suvarîoglu û Ridvan Guven nameyek nivîsan û piştgrî da wan.
Ozsoya, di nameya xwe de wiha got: “Dibin van êrîşên têkbirin û zextan de weke mirov mayîn pir girînge. Ji xwe welat bûye girtîgeh servekirî. Êdî ji bo derve û hûndir diwar jî nemane. Kesên ku êdî sebra Hz. Eyup jî derbas kirin, 10 salin dibin tecrîdê dene û jiyana xwe dinava çar dîwaran de derbas dikin, carek din bedena xwe ji birçîbûnê re razandin. Çalakiya dîrokî ya bi pêşengtiya Parlementera Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir di roja 45’emîn de berdewam dike. Ev berxwedana mafdar û meşrû, bi piştgiriya gel û zindanan sînor derbas kirin. Ji bo xwedî derketina daxwazên mafdar ên hevala me Leyla Guven hevalên me Îbrahîm Kaya, Umut Çamlibel, Necla Atak, Yûsûf Başaran, Guven Suvarîoglu û Ridvan Guven li vê derê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hevalêm me pir bi hêz û dilşane. Ji bo serkeftinê bi berxwedanê taçîdar bikin, pir bi biryarin û silavê wan jî ragihandin ji bo min ma.”
‘JI BO AZADIYÊ PÊDIVÎ BI BERXWEDANÊ HEYE’
Ozsoy, di nameya xwe de bal kişand ser sersala nû jî û wiha got: “Ji bo azadiya pêdivî bi têkoşîn û berxwedanê heye. Dê dawiya van grevan muhteşem be. Grev dê mora xwe li sala 2019’an bixe. Weke xoşewîst Eren Keskîn di nivîsa xwe ya herî dawî de gotî ‘Ne kesên bêdeng, kesên li ber xwe didin cîhanê diguherînin’ îro kesên li ber xwe didin dîrokê dinivîsin. Ji bo hêvî û bêrîkirin pêk werin, serî li vê rêyê dane. Bi vê boneye sersala nû li hemû kesên li ber xwe didin pîroz be.”