STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 352'an de xwest nexweşên Wernicke-korsakoffê Kemal Gomî, Mehmet Ali Çelebî, Kemal Ozelmali û Aslıhan Gençay serbest bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 352'an de xwest dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û bixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Lê polîsan destûr nedan ku komîsyona girtîgehan li qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li ber avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên kesên nexweş hatin rakirin û pankarta “Tecrîd dukuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Di çalakiya îro de xwestin girtiyên ku di 19'ê Kanûna 2000'an de birîndar bûn û piştre ji ber mudaxaleyê bi nexweşiya Wernicke-korsakoffê ketin Kemal Gömi, Mehmet Ali Çelebi, Kemal Ozelmalı û Aslıhan Gençay bên berdan. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatice Onaran, diyar kir ku "Vegera Jiyanê" di dîroka Tirkiye de birînek reş e. û wiha got: "19-22'ê Kanûnê salvegera komkujiya Mereşê ye. Dîsa salvegera mudaxaleya li dijî çalakiyên Girtîgehan e. Li tevahiya Tirkiye nêzî 500 girtî ji ber muxadaxelê hişê wan winda bû û bi nexweşiya Wernicke-Korsakoffê ketin. Bi qasî me tespît kir hêj 34 girtiyên bi vê nexweşiyê girtî ne. Girtiyê nexweş ê 47 salî Kemal Gomî rastî cezayê muebetê hatiye. Ji sala 1992'an heta niha girtî ye. Di 2000'an de li Girtîgeha Kandira 270 rojan di rojiya mirinê de ma. Ji ber mudaxaleyê nexweş ketiye. 11 caran rapora nikare li girtîgehê bînîne daye wî.
Kemal Gomî niha li Girtîgegeha Tîpa F a Boluyê girtî ye. Divê girtiyên rewşa wan nebaş bi lez bên berdan."