Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in

  • rojane
  • 16:42 22 Kanûn 2018
  • |
img
MEREŞ / DERSIM – Li Mereşê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bernameyekê hat bibîr anîn. Komeleyên Elewiyan bertek nîşanî qedexekirina Walîtiyê dan û wiha gotin: "Ne ji bo em birinê xwîn bikin, ji bo ev komkujî carek din neyên jiyîn û dubare nebin em li vir in." 
 
Li Mereşê di navbera 19-24'ê kanûna 1978'an de li dijî welatiyên Elewî êrîşên lincê pêk hatibûn. Di êrîşên li dijî elewiyan de 111 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiyê re 40 sal derbas bûn. Bi minasebeta 40'emîn salvegera komkujiya Mereşê bi tevlêbûna komeleyên elewî mi Cemxaneya Taxa Yorukselimê merasimek hat lidarxistin. Di merasimê de xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik, (DAD) Musa Kulu, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşiyên Elewî (ABF) Onur Kaya, Serokê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropa (AABK) Huseyin Mat, Serokê Federasyona Elewiyên Birîtanya (BAF) Îsrafil Erbîl, Serokê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Elewî yên Ewropa (AAGB) Nadir Bal, Serokê Giştî yê Komeleyên Elewî (ADF) Celal Firat, Nûnerê Federasyona Vakfên Elewî (AVF) Remzi Akbulut, Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Cîgirê Serokê CHP'ê Orhan Sarıbal, Parlamenterê CHP'ê Alî Oztunç, Endamê MYK'ê yê HDP ê Çilem Kuçukkeleş û gelek kesên din amade bûn. Welatiyên ku xwestin ji Almanya bên tev li bernameyê bibin jî di ketina dervê bajar de rastî kontrola GBT'ê hatin. Piştî demekê hatin rawestandin berdan. Li Cemxaneyê wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li cemxaneyê dakirin û pankarta "Mereşê ji bîr neke û nede ji bîr kirin." 
 
Polîsan tax dorpêç kirin û destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê bernameyê bişopînin. Polîsan ketin û dertetina cemxaneyê bi kamerayê kişand û bê navber kesên çûn û hatin xistin bin qeydan. Girsê piştî bernameyê qurnefîl danîn ber deriyê cemxaneyê. Di bernameyê de Gazî Metin,  wiha got: "Her sal dema em tên bernameyê li pêş me barîkat tên avakirin. Lê em nayên ku canan bişewitînin. Em nayên canan bistînin. Em tên kesên can dane bibîr bînin. Em dê her sal bên wan li vir bibîr bînin." Piştî axaftinê semah gerandin. 
 
Serokê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropa (AABK) Huseyin Mat, diyar kir ku 40 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj edalet nehatiye cih û wiha got: "Em nehatine birînê bixwirînin û xwîn bikin. Em hatine birînê derman bikin ku carek din ev dubare nebin. Ji bîr kirina komkujiyê sedema komkujiyên nû ne. Em li Sêwas, Çorum, Mereşê bi salan e bernameyê bibîranînê pêk tînin û êşên xwe parve dikin." 
 
Serokê Giştî yê Komeleyên Elewî (ADF) Celal Firat jî diyar kir ku 40 salin ji dilê elewiyan xwîn diherike û wiha got: "Li ser vê axê pêdivî ji aştiyê heye. Wekî Yunus jî gotiye 'Zimanê me hezkirin e. Em dest bidin hev û hezkirinê li ser avê axê belav bikin." 
 
Serokê Federasyona Vakfa Elewiyan Remzi Akbulut jî anî ziman ku ji bo êşê hev parve bikin hatine vir û wiha got: "Butçeya Diyanenê qat bi qat ji ya par bêtir e. Lê vê butçeyê tenê ji bo beşekê xerç dikin. Ji bo elewiyan tiştekî xerç nakin. Divê li hemû baweriyan wek hev bê parvekirin. 
 
Serokê Giştî yê PSAKD'ê Gani Kaplan, jî wiha got: "Hûn dizanin em dê çawa êdî neyên Mereşê. Kengî dewletê lêborîna xwe ji hemû malbatan xwest em carek din nayên Mereşê. Heta lêborînê nexwaze em dê her sal bên Mereşê û li vir kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. 
 
 
Palamenterê HDP'ê Zeynel Ozen jî kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û xwest kujer bên darizandin. 
 
DERSIM
 
Komeleya Elewiyên Dernekleri (DAD) û Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Dersimê jî bi heman armancê li Dersimê kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Di bernameya bîranînê ya Navenda Giştî ya DAD'ê de nûnerên ÎHD, HDP, nûnerên sendîka û rêxistinên sivîl û demokratîk amade bûn. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo kesên ji yana xwe ji dest daye dest pê kir. Ewil  Dayikên Ocaxa Derviş Cemal Menşure Dogan, axivî û wiha got: "Doza me ne doza xwînîtiyê ye. Doza me doza mirovahiyê ye. Di vê doza mirovahiyê de divê her kes li cem hev bi hev re bin. Ger ku her tişt bi Mereşê bi qediya îro şer nedibûn. Ger ku bi Kerbela bersîv hatibûya dayîn komkujiya 38'an pêk nedihat. Mereş nedibû. "
 
 
Piştre Rêveberê Navenda GişTî ya DAD'ê Dursun Demirtaş daxuyanî xwend û diyar kir ku ew komkujiya Mereşê ji bîr nakin û wiha got: "Bi zanebûn, plan û armanc komkujiya Mereşê pêk hatiye. Kal, pîr, ciwan, jin û zarok her kes qetil kirine. Ev ne tiştek ji rêzê û asayî ye. Sedema vê yekê hişmendiya yek perest, nijadperest û neheq e. 40 sal derbas bûn ev êş hêj aş nebûye. Yên ev êş bi me dan jiyandin em tevan nahlet dikin. Me ev komkujî ji bîr nekir û em ji bîr nakin." 
 
Bernameya bibîranînê bi belavkirina lokmayan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/12/2018
16:05 Prof. Fîncanci: Tu kes ji me bi qasî Cizîrê sûcek mezin nekir
15:47 TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:25 HDP'ê peyama Noelê da
15:24 Ji bo girtiyên jin kart şandin
15:18 Akpinar û Gezen hatin berdan
14:58 Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
14:49 ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir
14:46 'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?'
14:24 Endamên KESK’ê êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin
13:41 Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne
13:13 Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê
12:47 Endama Dîwana KCD'ê Birtane şandin Girtîgeha Xarpêtê
12:38 KCD: Biryara DYA divê Kurdan ji bo ‘Yekitiya Neteweyî’ bixe nava tevgerê
12:34 Çalakiya reşkirina lembeyan û deng dest pê dike
12:17 ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde
11:56 Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin
11:35 3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin
11:17 Di serdegirtinên malan ên çoltera Lîcê de 3 binçavkirin
11:08 Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin
10:22 Jina hate şewitandin jiyana xwe ji dest da
10:10 ‘Doza Panzerê’ ya li Sîlopiyê ber bi dawî ve diçe
09:46 Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome
09:22 Yenî Yaşam bi manşeta 'Erê em kurd in!' derket
09:06 Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin
09:05 Ji ber afîşê edaletê hat binçavkirin
09:05 Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin
09:04 ‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
09:04 Sînemîllîoglu: Operasyona li dijî Rojava dê rêya parçekirinê veke
09:03 Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN
23/12/2018
18:38 Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
17:42 Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
15:56 Xebatkarê Rûdawê jiyana xwe ji dest da
14:34 Serokê DÎTAM’ê: Divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin
14:11 Di niqaşên butçeyê de 'Pirsgirêka kurd' derket pêş
13:55 HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin
13:54 HDP’ê: Tifaqa AKP-MHP’ê zemînê jiyana hevpar dînamît dike
13:35 Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Sakçi daxuyanî da û êrîşkar parast
13:16 DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist
11:03 Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn
11:00 Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe
10:17 Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot
10:10 Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin
09:27 3 kurdên Avusturyayî 2 mehin li Navenda Paşveşandinê dîl hatine girtin
09:22 Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin
09:21 Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e
09:20 Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe
09:19 Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî
09:19 Pîlotê şer ê berê: Divê em biryara DYA'yê ji dêvla firsendê veguherînin piştevaniyê
09:18 Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin
09:17 Kizilayê nehişt berasteng xwînê bide
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN
08:43 Li Amedê bandora mijê
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke