ÎZMÎR - Yûsûf Ak ê çavê wî nabîne, ji bo Oyku Arîn Yazici ya 3 sal û nîv e bi nexweşiya losemiyê ye, xwest li wesayîta Kizilayê xwînê bide, bi hinceta xizmekî wî li cem tune ye nikaribû bide. Ak, destnîşan kir ku ya lê hatiye kirin cihêkarî ye û divê Kizilay bi nivîskî lêborînê bixwaze.
Li Îzmîrê Yûsûf Ak ê çavê wî nabîne, xwest li wesayîta Kizilayê ya li navçeya Konakê ji bo Oyku Arîn Yazici ya 3 sal û nîv e bi nexweşîna losemiyê ye, xwînê bide. Lê bi hinceta xizmekî wî li cem tune ye û şahidiyê bike nikaribûye xwînê bide. Ak, destnîşan kir ku ya hatiye kirin cihêkarî ye. Ak, destnîşan kir ku piştî ev yek ket rojevê Midûrê Herêmê yê Kizilayê bi telefonê lê geriyaye û dawa lêborînê kiriye.
'BERASTENG AN TÊN BERZKIRIN AN JÎ KÊM TÊN XISTIN'
Ak, destnîşan kir li Tirkiyeyê nêzîkatiya ji bo welatiyên berasteng hîn jî bipirsgirêk e, lewre berasteng wekî yên dera han tên dîtin. Ak, bilêv kir ku di civakê de berasteng an tên berzkirin an jî kêm tên xistin û got: "Yanî hîn jî wekî ferd nayên qebûlkirin. Her çend ev di qanûnê de hatibe qebûlkirin jî, lê di warê hişmendî û ferasetê de ev yek pêk nehatiye."
‘HÎSA WEKÎ KESEKÎ DERA HAN LI MIN PEYDA BÛ'
Ak, behsa rewşa li wesayîta Kizilayê rû da kir û got: "Min xwest ji bo Oyku Arîn Yaziciyê xwînê bidim. Lê belê xebatkarê li wir got, tu nikarî xwînê bidî, ji bo tu xwînê bidî divê şahidek li cem te hebe. Min jî ji kesekî li paş xwe tika kir û min jê re got 'dixwazim bibî şahidê min', lê belê qebûl nekir. Lê li ser israra min kesekî din qebûl kir. Vê carê jî hat gotin ku divê şahid xizmê min be. Li ser vê ez çûm û li bankekê rûniştim. Hîsa wekî kesekî dera han li min peyda bû."
Ak, diyar kir ku piştî bûyer di çapemeniyê de derket û cihêkariya hat kirin aşkere bû, Rojnameya Yenî Akîtê daxuyaniya Midûrê Herêmê yê Kizilayê Gokay Gok weşand û midûr di daxuyaniyê de gotiye: "Ji ber nasnameya wî tune bûye nikaribûye xwînê bide." Ak, destnîşan kir ku ev yek ne rast e û got: "Paşê midûrê herêmê li min geriya û dawa lêborînê kir. Min jî daxuyaniya wî ya di rojnameyê de jê pirsîç Wî jî diyar kir ku xebatkaran bi vî awayî agahî ragihandine wî. Yanî li gor agahiyên personel daxuyaniyeke wisa daye. Ev nayê qebûlkirin. Nasnameya min li cem min hebû û li wir kesî nasname ji min nexwest."
‘YA LI MIN HAT KIRIN CIHÊKARÎ YE'
Ak, destnîşan kir ku divê midûrê herêmê bi awayekî nivîskî lêborînê bixwaze û got: "Midûrê herêmê ji min re got ew ê roja pêncşemê piştî nîvro min bi wesayîtê bibe Navenda Xwînê ya Kizilayê û wê li wir gazî çapemeniyê bike. Piştî vê axaftinê deng jê derneket. Dixwazin vî tiştî jî bibêjim; di mewzûatê de ji bo dayîna xwînê ya berastengan tu astengî tune ne. Heta wexta min xwest xwînê bidim min ji xebatkarekî li wir got 'Ger tiştek bê serê Oyku Arînê berpirsiyar tu wî. Ez bi tena serê xwe li Îzmîrê dijîm. Dê û bavên min li Edeneyê dijîn. Ez bi tena serê xwe diçim her derî.' Wexta min jê re got divê ez ê çi bikim got 'Tiştekî neke, tu nikarî xwînê bidî.' Ev bi awayekî aşkere cihêkarî ye û min ev yek tehemul nekir. Ji bo hin kesên din jî wekî min bi cihêkariyê re rû bi rû nemînin, divê Kizilay xebatkarên xwe perwerde bike. Xeta xetaya Kizilayê ye. Dixwazim bi awayekî nivîskî lêborînê bixwaze."
MA / Nimet Olmez