STENBOL - Pîlotê berê Bahadir Altan, destnîşan kir ku ji dêvla biryara vekişînê ya DYA'yê wekî firsend bê dîtin, divê bi gelên li wir li dor piştevaniyê tevgerînek çêbibe û li ser yekpareyiya axa Sûriyeyê û peydakirina nêvengeke demokratîk bê fikirînd û got: "Ger wê fêdeya Tirkiyeyê li wir hebe, nexwe ji bo jiyaneke bi hev re ya gelên li wir divê nêvengeke demokratîk bê çêkirin û ji bilî çekan divê ev yek li ser maseyê bê kirin."
Piştî Serokê DYA'yê Donald Trûmp got ew ê ji Sûriyeyê vekişin, gelek derdor û kes dest bi nîqaşkirina vê yekê kirin. Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan, biryara DYA'yê û operasyonên muhtemel ên piştî vê biryarê rû bidin nirxandin.
Altan, bi bîr xist ku wexta şerê Sûriyeyê nû dest pê kir DYA tevî Tirkiyeyê û hin welatên Ewropayê xwest Esad noq bikin û got: "Tevî van tiştan li wir DAIŞ'ê kirin belaya serê gelên li wir. Paşê kurd, ereb, êzidî, suryaniyên li Bakurê Sûriyeyê bi hêza xwe ya cewherî li hemberî DAIŞ'ê şer kirin. Di dawiya berxwedana Kobaniyê de DYA û pêşmerge destek dan. Lê niha wekî ku DYA DAIŞ'ê pertaw kiribe tê nîşandan. Halbûkî yê ev kir gelên li wir bûn."
'MA LI EFRÎNÊ LEŞKERÊN DYA'YÊ HEBÛN?'
Bahadir got: "Ma li Efrînê leşkerên DYA'yê hebûn? DAIŞ'ê tu carî nikaribû têkeve wir. Gelê li wir bi çekên xwe û berxwedana xwe nehişt çeteyên cîhadîst têkevin Efrînê. Bi milîsên xwe DAIŞ nexistin wir. Bi tu awayî ji wir êrîş li hemberî Tirkiyeyê çênebûn. Lê tevî tevkarên xwe yên li Tirkiyeyê êrîşên DAIŞ'ê çêbûn. Her wiha Tirkiyeyê tu carî êrîşî herêmên di dest DAIŞ'ê de bûn nekir. Bi ya min mudaxilekirina Tirkiyeyê ya wir çewt e. Niha jî piştî DYA'yê biryara vekişandinê da, herkes dibê gelo wê çi bibe. Divê neyê jibîrkirin, gelê li wir azadiya xwe û nasnameya xwe ya li wir bi dest xistin. Ev yek tenê bi DYA'yê çênebû."
‘BI ŞER TU TIŞT ÇARESER NABIN'
Altan, destnîşan kir ku ji dêvla biryara vekişînê ya DYA'yê wekî firsend bê dîtin, divê bi gelên li wir li dor piştevaniyê tevgerînek çêbibe û li ser yekpareyiya axa Sûriyeyê û peydakirina nêvengeke demokratîk bê fikirîn. Altan got: "Ji bo vê jî hevdîtin divên. Êdî bi şer tu tişt çareser nabin. Nêzîkatiyeke netewperest, nêzîkatiyeke keysparêz a ji bo axa cînarê xwe, nerêzgirtina ji bo gelên wir taliya talî wê zirarê bide gelên xwe jî. Ger wê fêdeya Tirkiyeyê li wir hebe, nexwe ji bo jiyaneke bi hev re ya gelên li wir divê nêvengeke demokratîk bê çêkirin û ji bilî çekan divê ev yek li ser maseyê bê kirin. Wê ev yek bi kêrî Tirkiyeyê jî bê."
Altan ji bo Rojavayê jî got: "Li wir şoreşek pêk hat. Gelên êzidî, kurd, suryanî, erebên xizan ên Esad nasname nedidan wan nasnameya xwe bi dest xistin û bi hev re dixwazin nêvengeke demokratîk ava bikin. Yanî li wir êdî tu tişt ne wekî berê ye. Mafê tu kesî tune ye mudaxileyî wir bike. Ketina Tirkiyeyê ya Efrînê nebû cihê tu tiştkeî erênî jî. Di bin navê OSO'yê de çeteyên cîhadîst kirin belaya serê gel. Gunehê vê yekê pir e. Niha jî cîhadîstên ji DAIŞ'ê pêk tên dixwazin di bin navê OSO'yê de hebûna xwe ferz bikin. Divê gelên Tirkiyeyê hay ji vê talûkeya mezin hebin."
Altan, diyar kir ku biryara Tirkiyeyê ya ji bo mudaxilekirinê jî ji hêleke xwe ve ji bo di polîtîkaya hudurîn de derdora nîjadperest û netewperest ber bi xwe ve bikişîne û bi vî awayî ber bi hilbijartinê ve biçe. Altan got: "Loma çend roj e heyirîne û deng ji wan dernayê. Wexta hilbijartina herêmî nêz bibe wê vê briyara taloqkirinê dîsa têxin rojevê. Çimkî bi vî awayî dixwazin gel manîpule bikin da rewşa aboriyê, demokrasî û mafên mirovan neyê dîtin. Divê kesên ehlê demokrasiyê bi vî awayî li hilbijartinê binerin."