ENQERE - Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, ji bo du welatiyên ji ber ku gotin "em kurd in" rastî êrîşa bi çek hatin daxuyanî da û got: “Polîtîkatiyên cudakar, dubendî û dijminantiyê yên tifaqa AKP û MHP’ê zemîne jiyana hevpar dînamît dikin.”
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Stenbolê Sarûhan Olûç, derbarê rewşa bav Kadîr Sakçi û kurê wî Bûrhan Sakçî yên li navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber ku gotin "Em kurd in" rastî êrîşa bi çek hatin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Olûç, di daxuayniya “Êrîşa nijadperest a Sakarya yê encama polîtîkayên desthilatdariyê ye” de wiha got: “Li navçeya Hendek a Sakarya bavek û kurê wî ji ber ku bi Kurdî diaxivin û Kurdin rastî êrîşa bi çek tên. Bav Kadîr Salçi yê 43 salî jiyana xwe ji dest dide û kurê wêk Bûrhan Sakçi yê 16 salî jî bi giranî birîndar dibe. Rehma Xwedî li Kadir Salçi be. Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wî re dixwazin. Ji bo Bûrhan Sakçi jî şîfaya xêrê dixwazin.
Polîtîkatiyên cudakar, dubendî û dijminantiyê yên tifaqa AKP û MHP’ê zemîne jiyana hevpar dînamît dikin. Dijminantî û fobiya Kurd a desthilatdariyê, welat ber bi talokeyên mezin ve dibe. Di qada çamawerî de qedexe kirina zimanê Kurd, di Meclîsê de kirina hinceta tacîz û êrîşan, gotinên ‘dê welat dabeş bikin’, li hemberî êrîşên kesên bi Kurdî staranan dibin bêdeng mayîn û bi dehan mînakên wisan, mirovan sewqî cînayetan dikin. Îro ji ber polîtîkayên taloke û gef xwarinên desthilatdariyê li Sakarya ji heman malbatê kesek tê kuştin. Hişmendiya kesên êrîşî bav û kurê yî yê Kurd bûn û bi Kurdî axivîn kirin û di Meclîsê de tehemûla peyveke bi Kurdî nakin yekin
Divê gelê me û hêzên demokratîk li dijî van provokasyonan bi hestiryar tevbigerin. Hemû çand, ziman, bawerî û nijadên cuda yên li vî welatî dijîn, dê tim biryardariya xwe ya jiyaneke bi hevre berdewam bikin. Têkoşîna jiyana azad û wekhev tim bûye jehrkujiya feraseta nijandperestiyê.”