AMED - Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vûral, diyar kir ku ew di pêvajoyek aştî tê terorîzekirin re derbas dibin û got: “Ligel vê jî emê li ser aştiyê axaftinên xwe berdewam bikin. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin.”
Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcle (DÎTAM), di çarçoveya projeya pêşxistina tora aşatiya civakî de, komxebata “Di pêvajoyên aştiya civakî de rolên STO'yan" li Otela Demîr a Amedê li dar xist. Ligel nîvîskar û ronakbîr, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, sendîkayan, baro û odeyên pişeyî beşdarî komxebatê bûn. Serokê Desteya Rêveberiya DÎTAM’ê Mehmet Vural axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: “Bi vê projeya xwe em armanc dikin ku li tevahiya Tirkiyeyê çanda demokrastiya wekheve û piranîparêziyê pêş bixin û balê bikişînin ser çareserkirina pirsgirêka Kurd.”
‘DIVÊ MAFÊ KURDAN BÊN NASKIRIN’
Vural, anî ziman ku pirsgirêka Kurd ne nûye û wiha bilêv kir: “Ji serdema împaratoriya Osmaniyan ev pirsgirêk berdewam dike. Ger mafê Kurdan bihatiba naskirin, îro ev rewş nedihat jiyîn. Kurd destpêkê hatin înkar kirin, red kirin, tune hesibandin û rastî komkujiyan hatin. 30 îsyanên di paşerojê de hatin jiyîn hene. Rewşa ku niha em têdene, ne sedeme berevajî encameke. Heya ku Kurd wisan bijîn, ev pirsgirêk bi dawî nabin. Divê ev pirsgirêk êdî bê çareser kirin. Divê mafê neteweya Kurd û mafê kesayetiyên Kurd bên naskirin. Lazimek ku bi qanûnek mutleq ev maf bên parastin. Êdî hemû kes jî dizanin çareserî ewqas ne zor û zehmete.”
DIVÊ HEV FAMKIRIN DERBIKEVE HOLÊ’
Lezgîn Yalçin ê di xebatên DÎTAM’ê de cih digire jî, diyar kir ku wan Tora Aştiya Civakî avakirin û wiha axivî: “Divê hemû gel karibin hevdû baş fam bikin. Em di pêvajoyek giran re derbas dibin. Niha aştî anîn ser ziman bi pirsgirêke, lê divê me rastiyan ji civakê re ragihînin. Em neçarin ku her qadê vê nîqaş bikin. Emê encama civîna xwe bikin rapor û ji raya giştî re parve bikin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê komxbatan ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.