Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin

  • rojane
  • 09:05 24 Kanûn 2018
  • |
img

AMED – Li hezar û 58 tax û mezrayên li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Farqîn, Pasûr û Hezroyê di sala 2018’an de bi qedexeyên derketina derve derbas kir. Di dema qedexeyan de welatî bi pêkanînên polîtîkayên sîxûrtiyê re hevrû man. 

Tax û mezrayên girêdayî navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Farqîn, Pasûr û Hezro yên Amedê sala 2018’an bi qedexeyên derketina derve derbas kirin. Bi piranî li Licê li 6 navçeyan hezar û 58 tax û mezrayan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeyan carna rojek, carna 3 roj û carna hefteyek jî dewam kir. Bi qedexeya derketina derve li herêmên dihatin qedexekirin operasyona eskerî jî pêk dihat. Her dem bejahiya herêmê bi Maşîneya Hewa ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) û Maşîneya Hewa ya Bêmirov (ÎHA) dihat çavdêrkirin. Yekîneyên eskerî herêman dorpêç dikirin û têketin û derketin tax û mezrayan qedexe kirin. Hemû rêyan li welatiyan digirtin û nokteyên lêgerînê danîn. Tevahiya salê li van herêmên qedexekirî eskeran bi ser malan de girt û lêgerîn pêk dianîn. Ser welatiyan lêgerîn dikirin û nasnameyên wan kontrol dikirin. 
 
SEWAL BIRÇÎ MAN 
 
Çêrandina sewalan li şivanan û welatiyan hat qedexekirin û welatî nikaribûn sewalên xwe berdana çolê. Neçar diman di axûran û hewşan de xwedî dikirin. Carna sewal li malê birçî jî diman. 
 
DI HER QEDEXEYÊ DE GUNDÊN LICÊ HEBÛN 
 
Li herêmên çolter ên Licê ji demsala biharê vir ve hema bêje her hefte qedexeya derketina derve hat îlankirin. Operasyonê di serî li gundên Xeraba û Çemê Elîka di serî de li tevahiya çar aliyê navçeyê zêde dibûn. Eskeran bi ser malan de digirt û heqaret li welatiyan kirin. Welatî li gundên xwe bi polîtîkayên sîxûrtiyê re jî rû bi rû man. Welatiyan ji ber pêkanînên ewlehiyê û zextan neçar man ji herêma xwe koç bikin. 
 
GUNDIYAN BI ALÊ TEHDÎT KIRIN 
 
Li 65 tax û mezrayên girêdayî navçeyên Licê û Hênê di 4’ê cotmehê de qedexeya drketina kolanan hatibû îlankirin û hefteyek dewam kiribû. Eskeran hemû pêkanîn xerab li ser welatiyan anîbûn û zextên giran li wan kiribûn. Li gund ala Tirk hat daliqandin û bi gotinên “Kî alê daxîne em ê li wan bidin” tehdît kirin. Li gel tehdîtan şêniyên gund bi heqaretan re hevrû man. 
 
CEZAYÊ CERYANÊ BIRÎN 
 
Rayedarên Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceryana Dîcleyê (DEDAŞ) di qedexeyan de bi esekeran re diçûn gundan û bi îdiaya “ceryana qaçax” bikar anîne di navbera 500 TL û 10 hezar TL’yî de cezayên pereyan birîn. Li sedan malan bi hezaran milyon TL birîn. Hema bêje li herêmê malên ku cezayê pereyan ê ceryanê ji wan re nehatiye birîn nînin. 
 
ESKERAN DEST DANÎ SER ZEXÎREYÊN GUNDIYAN 
 
Di qedexeyan de pêkanînên ecêb jî derketin holê. Di serdema payîzê de welatiyên li gundan di warê zexîreyan de amadekariyên xwe dikirin jî rastî zextan dihatin û eskeran dest danî ser zexîreyên wan. 
 
QEDEXEYA DERKETINA DERVE 
 
Walîtiya Amedê xwe spart Hêjmara 5442'an a Zagona Îdareya Bajaran û di nava salêde li van gund, gundik û navçeyan qedexe îlan kir: 
 
* Li 52 mezra û 17 gundên navçeyên Lice û Pasûrê di 9'ê Çile de qedexe îlan kir û di 10'ê Çile de qedexe rakir. 
* Li 60 tax û gundên navçeyên Lice, Hênê, Karaz û Hezroyê di 6'ê Sibatê de qedexe îlan kir û di 7'ê Sibatê de qedexe rakir. 
* Li 178 gundik, gund û taxên navçeyên Pasûr, Farqîn, Hezro û Licê di 14'ê Sibatê de qedexe îlan kir û di 15'e Sibatê de qedexe rakir. 
* Li 114 gundik, gund û taxên navçeyên Licê, Hênê û Karazê di 2'ê Adarê de qedexe îlan kir û di 3'ê Adarê de qedexe rakir. 
* Li 37 gundik, gund û taxên navçeyên Licê û Hênê di 27'ê Adarê de qedexe îlan kir û di 29'ê Adarê de qedexe rakir. 
* Li 69 gundik, gund û taxên navçeyên Licê û Pasûrê di 25'ê Nîsanê de qed8exe îlan kir û di 27'ê Nîsanê de qedexe rakir. 
* Li 42 mezra û 23 gund û taxên navçeyen Licê û Hênê di 24'ê Gulanê de qedexe îlan kir û di 26'ê Gulane de qedexe rakir. 
* Li 7 gund û taxên navçeyên Pasûrê di 25'ê Tîrmehê de qedexe îlan kir û di 26'ê Tîrmehê de qedexe rakir. 
* Li 9 gund û taxên navçeyên Licê û Hênê di 2'ê Tebaxê de qedexe îlan kir û di 3'ê tebaxê de qedexe rakir. 
* Li 6 gund û taxên navçeyên Licê û Hezroyê di serê sibeha 3'ê Îlonê de qedexe îlan kir û di heman rojê saet di 18.00’ê êvarî de rakir. 
* Li 22 gundik û 15 tax û gundên navçeyên Licê û Hênê di 3'ê Îlonê de qedexe îlan kir û di 4'ê Îlonê de qedexe rakir. 
* Li 116 gundik, gund û taxên navçeyên Licê, Pasûr, Farqîn, Hezro û Karazê di 12'ê ÎLonê de qedexe îlan kir û di 13'ê îlonê de qedexe rakir. 
* Li 65 gundik, gund û tawxên navçeyên Licê u Hênê di 4'ê Cotmehê de qedexe îlan kirin û di 10'ê Cotmehê de qedexe rakir. 
* Li 77 gundik, gund û taxên navçeyên Licê, Karaz û Hezroyê di 29'ê Cotmehê de qedexe îlan kir û di 31'ê Cotmehê de qedexe rakir. 
* Li 54 mezra û 19 gund û taxên navçeyên Liceyê di 7'ê Mijdarê de qedexe îlan kir û di 9'ê mijdarê de qedexe rakir. 
* Li 11 gund û taxên navçeya Licê di 26'ê mijdarê de qedexe îlan kirin û di 27'ê mijdarê de qedexe rakirin. 
* Li 37 gundik, gund û taxên navçeyên Licê û Hênê di 2'ê Kanûnê de qedexe kîlan kirin û di 3'ê Kanûnê de qedexe rakirin. 
* Li 21 gund û taxên navçeyên  Licê, Pasûr û Farqînê di 13'ê Kanûnê de qedexe îlan kirin û di 14'ê Kanûnê de qedexe rakirin. 
* Li 7 gund û taxên navçeya Licê di 23'ê Kanûnê de qedexe îlan kirin. Qedexe didome. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

27/12/2018
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî
10:08 9 karkerên Şaredariya Aydinê 170 rojin li ber xwe didin
09:20 Roboskiyan bang li hiqûqnasan kir: Kiryaran derxin holê
09:20 Wê Şanoya Bajêr a Amedê atolyeya dramayê vebike
09:19 AYM'ê ji bo bêhiqûqîtiya li Îmraliyê got 'îstisna' ye
09:18 Keyaya jin a Pulumuriyeyê: Divê jin di hemû merhaleyên rêveberiya herêmî de cih bigirin
09:18 Parêzvanên mafên mirovan: Divê îktîdar dev ji zimanê nefretê berde
09:16 Kirinên wan di qanûnê de ne sûc e, lê dîsa ceza hat birîn
09:16 Li Wanê di mehekê de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin
09:15 Ji ber bazara heywanan salê 4 caran tê girtin, rewşa sewalvanan xirab e
09:14 Ji ber got 'Ev der Kurdistan e' hat îşkencekirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2018'AN
25/12/2018
19:49 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Bûlût hat girtin
16:56 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn: Azadiya gelê kurd daxwaza wî bû
16:45 Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 10’emîn de ye
16:30 Ozsoy: Tecrîd ranebe dê darbe dewam bike
16:25 Temellî: Werin em bi hevre vê tecrîdê bişkînin
15:54 Li Sûr, Midyat û Hezexê Cejna Noelê hat pîrozkirin
15:11 DÎSK: Bi vî heqê herî kêm debar nabe
14:15 Piştî dan Prof. Fincanci: Dengê wîcdan nayê cezakirin
14:01 46 kes li Afganistanê hatin kuştin
13:49 Danişîna doza panzêrê ku 2 bira kuşt 2 deqîqeyan dom kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
13:08 Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê îtiraz kirin
12:03 Parêzeran cara 775’an xwestin biçin Îmraliyê
12:03 Xidro: Em ê pergala xwe nedin destê tu kesî
11:45 Li Îdirê maşîna eskerî qulipî: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn
11:22 Bihayê asgarî diyar bû
10:56 Berazan xwe berda gund û êrîşî gavanê biçûk kirin
10:55 Baroya Rihayê: Faîlê êrîşên li dijî kurdan ne tenê êrîşkar e
10:19 Parêzer Kuzu: Gulser Yildirim bi hêcetek ku di lîteratûr de nîne tê girtin
10:16 Li Îdirê 3 kes hatin girtin
10:07 Îşkenceya li qereqolê bi raporê îspat bû
10:00 AYM’ê daxwaza tedbîra li Îmraliyê red kir
09:22 Kekê Sakçi yê hat kuştin daxuyaniya walîtiyê red kir
09:22 Danişîna Leyla Guven sibê ye
09:21 'Ji bo me a girîng bidestxistina şaredariyan e'
09:20 Jost Jongerden: Dibe ku Rûsya qada Tirkiyeyê mînîmîze bike
09:19 Kemal Ozelmali: Hindik maye bimirim
09:19 Li Sûrê hemama dîrokî veguherandin restoranteke luks!
09:17 Karkerên TARÎŞ'ê: Em bi berxwedanê dest bi sala nû bikin
09:16 Hevşaredarê Bazîdê Ozbay ê girtî: Vîna Bazîdê li holê ye
09:16 7 sal in li çavên xwe digere
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2018'AN
08:45 Li Licê qedexeya derketina derve bi dawî kirin
24/12/2018
17:04 Wekîlên HDP’ê: Kadîr Sakçi ji ber Kurdbûna xwe hatiye kuştin
16:32 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên jin qawîş şewitandin
16:30 Rojnameger Sayilgan nehat berdan: Çapemeniya azad dê serî netewîne