Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin

  • rojane
  • 09:06 24 Kanûn 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Di ser Komkujiya Roboskî 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin de 7 sal derbas dibe. Malbatan got: “Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin.” 

Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) çoltera gundê Roboskî girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ve bombebaran kirin, 19 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser komkujiyê re 7 sal derbas bû. Rayedarên hikumetê yên wê demê û çapemeniya Tirk komkujiyê wek “Qezaya operasyonekê” dan nîşandan. Xwestin bi şiklê qezayê ser komkujiyê bigirin. Tevî ku 7 sal derbas bû jî hêj kujerên komkujiyê nehatine dîtin.
 
DMME’YÊ SERLÊDANÊ RED KIR 
 
Têkildarî komkujiyê Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê dosyeyek amade kir û pişt re Dozgeriya Eskerî ya Sererndariya Giştî biryara “neşopandinê” ji bo dosyeyê da. Dû re dosye birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û li vir jî bi hêceta “ewraq kêm in” hat redkirin. Li ser vê yekê 281 serlêderan dosye şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). DMME nêzî du salan dosyeyê sekinand û bi hêceta “rêyên hiqûqa navxweyî qediyan” dosyeyê red kir. 
 
JI DAXWAZA XWE YA EDALETÊ PAŞ DE GAV NAVÊJIN 
 
Malbatên Roboskî ji vê rewşa redkirina dosyeyê ya ji aliyê DMME’ê ve hin siyasetmedarên kurd, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvena Elçî û parêzerên Baroya Şirnex bepirs nîşan dan. Têkoşîna edaleta malbatên Roboskî ya malbatan 7 sal e bênavber didome. Malbat 350 hefte zêdetir e bi daxwaza “Ji bo Roboskî û edaletê bila kiryar ben darizandin” diçin ser gora zarokên xwe dixwazin kujer bên darizandin. 
 
FERHAT ENCU YÊ BIRAYÊ WÎ JIYANA XWE JI DEST DA HÊJ GIRTÎ NE 
 
Ji ber ku daxwaza malbatan a edaletê pêk nayê hêj wek roja komkujiyê birîn û êşa wan taze ye. Di vê pêvajoya çalakiyan de ji ber pankart û çalakiyên li dar xistine bi dehan lêpirsîn ji bo malbatan hat destpêkirin û der barê gelek kesan de doz hatin vekirin. Hêj malbat ji bo îfade dayînê hema bêje her roj li deriyê dadgehan e. Malbatan di sala 2013’an ji bo Roboskî Komeleya Edalet û Aştiya Li Ser Rûyê Erdê (Roboskî-Der) ava kirin û komel di sala bihûrê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê bira û gelek xizmên xwe di komkujiyê winda kir, bi rêjeyek bilind hatibû bijartin. Encu ev du sal e girtî ye û tê darizandin. 
 
CIWAN JI BER BÊKARIYÊ KOÇ DIKIN 
 
Gorên 34 kesan li ber gund in. Malbat her roj bi êşa zarokên xwe radikevin û radibin. Hin malbat bi hiş eşyayên ji zarokên wan mane xwe dilxweşî dikin. Malbatên Roboskî cilên reş li xwe dikin. Dawet û cejnên xwe di nava şînê de derbas dikin û tişta malbat dikişînin tenê ne ev in. 
 
Malbat piştî komkujiyê rastî gelek neheqiyên aborî jî hatin. Bazirganiya sînor jî bi temamî hat astengkirin. Ciwanên gund neçar man ji gund berê xwe bidin metropolan û bixebitin. Gelek ciwanên bêkar dimînin neçar in şivaniyê li gund bikin. Gelek mirovên gund jî di bîrên komirê ku wek “bîrên mirinê” tên pênasekirin de dixebitin. 
 
‘BILA ZEN NEKIN EM Ê JI BÎR BIKIN’ 
 
Şivan Encu hêj 16 salî bû û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Şivan Encu wek hemû malbatan hêj êşa zarokê xwe dijî. Dayika Şivan Encu, Hediye Encu xwest kiryarên zarokên wan bên dîtin û got: “Ev 7 sal e ez di şînê de me. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe.”
 
Piştî kuştina Şivan, çend roj berê birayê wî Sînan (19) ê hêj di temenê zarokatiyê de barê malbatê da ser pişta xwe di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Encu got piştî komkujiyê wan rojek xweş derbas nekiriye û got: “Piştî komkujiyê keça min nexweş ket û hêj baş nebûye. Bila kiryarên kujerê zen nekin ku em ê komkujiyê ji bîr bikin. Em ê tu carî vê êşa giran ji bîr nekin. Em ê her tim li pey doza zarokên xwe bin.” 
 
'HEM DIKUJIN Û HEM JÎ ME DIDARIZÎNIN’ 
 
Kadriye Encu ya kurê wê Hamza di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da 34 wêneyên qurbaniyan li odeya xwe daleqandine. Dayik Kadriye got: “Em hêj li ser piya ne. Her hefte em çalakiya edaletê li dar dixin. Em dawedar in. Her kesê xwedî wîjdan bila li doza me xwedî derkeve. Divê tu kes me bi tenê nehêle.” 
 
Dayik Encu pêvjoya hiqûqî ya têkildarî komkujiyê jî bi bîr xist û got: “Di dozê de me bi tenê hiştin. Vê yekê jî me bi kûrahî birîndar kir. Hêj der barê me de doz didomin. Bêedaletiyek wiha li tu deverê cîhanê nîne. Hem zarokên me dikujin û hem jî me didarizînin.” 
 
MA / Gokhan Altay-Ahmet Kanbal 

Sernavên din

27/12/2018
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî
10:08 9 karkerên Şaredariya Aydinê 170 rojin li ber xwe didin
09:20 Roboskiyan bang li hiqûqnasan kir: Kiryaran derxin holê
09:20 Wê Şanoya Bajêr a Amedê atolyeya dramayê vebike
09:19 AYM'ê ji bo bêhiqûqîtiya li Îmraliyê got 'îstisna' ye
09:18 Keyaya jin a Pulumuriyeyê: Divê jin di hemû merhaleyên rêveberiya herêmî de cih bigirin
09:18 Parêzvanên mafên mirovan: Divê îktîdar dev ji zimanê nefretê berde
09:16 Kirinên wan di qanûnê de ne sûc e, lê dîsa ceza hat birîn
09:16 Li Wanê di mehekê de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin
09:15 Ji ber bazara heywanan salê 4 caran tê girtin, rewşa sewalvanan xirab e
09:14 Ji ber got 'Ev der Kurdistan e' hat îşkencekirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2018'AN
25/12/2018
19:49 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Bûlût hat girtin
16:56 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn: Azadiya gelê kurd daxwaza wî bû
16:45 Greva birçîbûnê ya li Wanê di roja 10’emîn de ye
16:30 Ozsoy: Tecrîd ranebe dê darbe dewam bike
16:25 Temellî: Werin em bi hevre vê tecrîdê bişkînin
15:54 Li Sûr, Midyat û Hezexê Cejna Noelê hat pîrozkirin
15:11 DÎSK: Bi vî heqê herî kêm debar nabe
14:15 Piştî dan Prof. Fincanci: Dengê wîcdan nayê cezakirin
14:01 46 kes li Afganistanê hatin kuştin
13:49 Danişîna doza panzêrê ku 2 bira kuşt 2 deqîqeyan dom kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
13:08 Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê îtiraz kirin
12:03 Parêzeran cara 775’an xwestin biçin Îmraliyê
12:03 Xidro: Em ê pergala xwe nedin destê tu kesî
11:45 Li Îdirê maşîna eskerî qulipî: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn
11:22 Bihayê asgarî diyar bû
10:56 Berazan xwe berda gund û êrîşî gavanê biçûk kirin
10:55 Baroya Rihayê: Faîlê êrîşên li dijî kurdan ne tenê êrîşkar e
10:19 Parêzer Kuzu: Gulser Yildirim bi hêcetek ku di lîteratûr de nîne tê girtin
10:16 Li Îdirê 3 kes hatin girtin
10:07 Îşkenceya li qereqolê bi raporê îspat bû
10:00 AYM’ê daxwaza tedbîra li Îmraliyê red kir
09:22 Kekê Sakçi yê hat kuştin daxuyaniya walîtiyê red kir
09:22 Danişîna Leyla Guven sibê ye
09:21 'Ji bo me a girîng bidestxistina şaredariyan e'
09:20 Jost Jongerden: Dibe ku Rûsya qada Tirkiyeyê mînîmîze bike
09:19 Kemal Ozelmali: Hindik maye bimirim
09:19 Li Sûrê hemama dîrokî veguherandin restoranteke luks!
09:17 Karkerên TARÎŞ'ê: Em bi berxwedanê dest bi sala nû bikin
09:16 Hevşaredarê Bazîdê Ozbay ê girtî: Vîna Bazîdê li holê ye
09:16 7 sal in li çavên xwe digere
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2018'AN
08:45 Li Licê qedexeya derketina derve bi dawî kirin
24/12/2018
17:04 Wekîlên HDP’ê: Kadîr Sakçi ji ber Kurdbûna xwe hatiye kuştin
16:32 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên jin qawîş şewitandin
16:30 Rojnameger Sayilgan nehat berdan: Çapemeniya azad dê serî netewîne