SILÊMANÎ - Jina 23 salî Sêwan Qadir Nûrî, ku di 16'ê Kanûnê de li malê tevî 3 zarokên xwe hatibû şewitandin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 3 zarokên wê yên hatibûn şewitandin jî di 17'ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Jina 23 salî Sêwan Qadir Nûrî, li gel 3 zarokên xwe di 16'ê Kanûnê de li navçeya Çemçemal ya bajarê Silêmaniyê biguman şewitîbûn. Piştî dayik û 3 zarok rakirin Nexweşxaneya Silêmaniyê di 17'ê Kanûnê de zarokên Sêwan jiyana xwe ji dest dan, şevê din jî Sêwan piştî hefteyek di ser bûyerê re derbas bû jiyana xwe ji dest da. Sêwan û 3 zarokên xwe di 16’ê Kanûnê de li Taxa Asûde ya navçeya Çemçemalê di malê de bi awayeke biguman şewitîbûn. Zarokên Sêwan Larîn Diyar (2), Darîn (5) û Derûn (1) piştî bûyerê bi rojekê jiyana xwe ji dest dan û dayika wan Sêwan jî dun jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Sêwan şandin Çemçemalê û dê li wir bê definkirin. Rêxistinên jinan, bi armanca vê yekê şermezar bikin li ber deriyê nexweşxaneya Silêmaniyê çalekî lidarxistin. Di 17’ê kanunê de hevserê Sêwan Diyar Mecîd li ser biryara dadgehê hat girtin.