STENBOL - Platforma Şaxa KESK’ê ya Stenbolê, êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin û got: “Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên nijadperest û faşîzane divê pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareser kirin.”
Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ê ya Stenbolê, derbarê rewşa bav Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Bûrhan Sakçî (16) yên li navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber ku gotin "Em kurd in" rastî êrîşa bi çek hatin de, daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Hejmara 3’yan a Egîtîm Sena Stenbolê hat lidarxistin de pankarta “Nijadperestî sûcê mirovahiyê ye, yên çavên xwe jê re digirin jî sûd dikin” hat daliqandin.
Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê Mesût Mekî, di civînê de axivî û wiha got: “Nijadperestî, dubendî, kîn û nefret li cîhan û welatê me weke sûc tê pênasekirin. Ji bo ku ev sûc neyên kirin, peywirek mezin dikeve ser mile civakên sivîl û sendîkayan. Bûyerên wiha yên dişibin hev di demên derbas bûyî de gelek caran rûdan. Gazî Akbayir ê di 15’ê Kanûna 2011’an de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê ji ber ku di barekê de bi Kurdî stran got hat kuştin. Mahîr Çetîn ê di 3’yê Îlona 2014’an de li navçeya Kaş a Antalya ji ber ku bi Kurdî axivî hat kuştin. Sedat Akbaş ê di 6’ê Îlona 2015’an de li Kagithaneya Stenbolê ji ber ku di telefonê de bi Kurdî axivî hat kuştin. Piştî van hemû cînayetan walîtiyan heman daxuyaniyên dişibin hev dan. Walîtiyan tim di hemû daxuyaniyan de, ev sûc weke sûcên sivik ên edlî nirxandin.”
‘DIVÊ GOTINÊN NEFRETAN MEZIN DIKIN BÊN TERKIRIN’
Mekî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku dişminantî, kîn û nefret dinavbera gelan de pêş neke, divê gotinên mirovan sewqî vê dikin bên terk kirin. Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên nijadperest û faşîzane divê pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareser kirin.”
‘EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Mekî, da zanîn ku cinayetên wiha wan dixin nava fikaran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo cînayetên wiha divê lêpirsînek bi bandor bê birêve birin. Divê êrîşên faşîzane û nijadperest bi awayekê sivik neyên dest girtin. Di vê çarçoveyê de em êrîşa faşîzane ya bû sedem ku Kadir Sakçi jiyana xwe ji dest bide û kurê wî Burhan Sakçi jî bi giranî birîndar bibe şermezar dikin. Em bang li berpirsan dikin ku raya giştî, rast agahdar bikin.”