STENBOL – Seroka TÎHV’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di civîna piştevaniya ji bo wê hat lidarxistin de axivî û got: “Her çiqas min ceza kiribin jî lê tu yek ji me bi qasî Cizîrê sûcek giran nekiriye. Cizîr heqîqetek pir girîng e.”
Seroka Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi boneya Belavoka Aştiyê îmze kir bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hepsê lê birî. Parêzvanên mafên mirovan ji bo piştevaniya Fîncanci li avahiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê civîn li dar xistin. Fîncanci, rêveberên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) û Odeya Bijîşkên Stenbolê û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankarta “Dr. Şebnem Korur Fîncanci ne bi tenê ye” daliqandin.
‘DI BIN BELGEYÊN ÎŞKENCEYÊ DE ÎMZEYA WÊ HEYE’
Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Prof. Dr. Umît Bîçer bal kişand ser Belavoka Aştiyê û got: “Cezayê herî giran dan Birêz Fîncanci. Ev ceza bêhiqûqiya li welêt dide nîşandan. Fîncanci pispora tiba edlî ye. Ji salên 90’î vir ve li Tirkiyeyê raporên îşkenceyan berhev dike. Xwest kesên sûc kirine bên darizandin. Di bin belgeyên mafên mirova de îmzeya wê heye. Dengê girtiyên nexweş e. Têkildarî kesên bi binpêkirina mafan ên li Cizîrê hatin kuştin rayedaran vexwendiye peywîrê.”
‘CIZÎR HEQÎQETEK GELEK GIRÎNG E’
Di civînê de Prof. Fîncanci jî axivî û wiha got: “Her çiqas min ceza kiribin jî lê tu yek ji me bi qasî Cizîrê sûcek giran nekiriye. Cizîr heqîqetek pir girîng e. A rast divê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bihata nirxandin. Ji ber me vê yekê got em hatin cezakirin. Em ê ji niha şûn ve jî li dijî sûcên mirovahiyê derkevin. Hevalek me dê ceza negire tune ye. Lê wek ku me berê jî got ev cezakirin ji bo me medalya rûmetê ye.”
Beşdarên civînê yên din jî ji bo piştevaniya Fîncanci anîn ziman.