AMED – Li navçeya Sûrê li Hemama Vahap Axa ya ji sedsala 16'an ve mayî restoranteke luks hat vekirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ya di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye di dema qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de hat îlankirin heta niha 87 jêtescîlkirî 334 avahiyên dîrokî hatin rûxandin.
HEMAMA DÎROKÎ VEGUHERANDIN RESTORANTÊ
Her wiha li gel vê rûxandin li navçeya Sûrê cihwarên dîrokî jî ji aliyê hin kesan û saziyan ve tên restorekirin û wan vediguherînin kargehên luks. Yek ji van cihwarên dîrokî jî Hemama Vahap Axa ye ku li Kolana Gaziyê ye. Hemama Vahap Axa ji sedsala 16'an ve maye. Lê belê di bin navê restorekirinê de xwesriya wê hatiye xrabkirin û veguherandine restoraneke luks. Her çend ev hemam li qada sîtê ye, lê dîsa jî ji aliyê Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê ve du hefte berê wekî restoranteke luks hat veguherandin.
LI SÛRÊ 7 HEMAMÊN DÎROKÎ HENE
Li navçeya Sûrê 7 hemamên dîrokî hene; Çardakli, Paş, Kadi, Vahap Axa, Melîk Ahmet û Deva. Di dema qedexeya derketina derve de Hemam Paşayê ya dîrokî hatibû texrîbkirin.
MA / Lezgin Akdeniz